wekû koşkî beheştim hate çawa

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  581 views
em parçe hełbestey be hoy zyaret û dîdnî semaḧetî pîr le meḧmûd’awa le 12 řibî’ awil 1386 koçî danawe ke şwênêkî xoş û diłgîre
wekû koşkî beheştim hate çawa
meqamî şêxî ême meḧmûd awa
şewî wek řoje, cejne řojî
hemû neş’ew sirure, ta xorawa
le qesru baẍî cennet wêney ke
xuda me’mûrî ka, meḧmûd awa
weku cennet wehaye jêrî řûbar
pelupo sewzu bincî wa le awa
mepirse seyrî serû sêberu ber
nemênê basî lubnanit le nawa
şukir meḧmûde text û bextî ’usman
direxşane wekû bedrî semawa
xuda em bedrî tabane ’ezîze
le îslama bimênê her le nawa
gerekte şakelîPen name çawêkî řûnak
le xakî meḧmûde awa bêne çawa