şifî’ alimzinbîn řeḧmet meger bo ême çarê ka

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 2 minutes  613 views
şifî’ alimzinbînArabic řeḧmet meger bo ême çarê ka
weya na’îb menabîkit ’îlacî zamdarê ka
xuda bem şahe bimbexşe ke nawî řewneqî ’erşe
legeł nawî xota neqşele lewḧî berqidarêka
ḧebîbî toye nawî ew, ke çun meḧbûbîy bêçûne
debmibexşe be bêçûnî le řêy ’alî şî’arêka
leber ewlad û esḧabî leber eḧbabî encabê
leber na’îb menabêkî le řêgey yarî ẍarêka
le deştî ẍefłeta dîl û le kêwî ḧesreta wêłim
delîlê bo zelîlîy dił meger ew yare çarê ka
le des nefis wihewa şênme le des dêwêkî mel’unî
meger her xwa derî bînê le naw xwên û demarêka
le gořî teng û tarîka le řêgey sext û barîka
le tirsî jar marêka, meger her lutfî yarî ka
necatim bê le tarîkî, xelasim bê le barîkî
neçêjim jar marêkî le şikłî sûs marêka
esîrî nefsî emmarem zelîlî dêwî mekkarem
hewa sûtanmî çarem meger ew şahe çarê ka
bwexşe mucrîmî ummet, mepirse qîlletû kîsret
minîş derçim be azadî leřîzî xaksarêka
nemawe, bo xwa dozî, mecalî şakelîPen name, sozî
çîye cwawî ser’efrazî le beynî berd û ẍarêka