sozî toye piř be sînem taqetî sazim nema

From the Book:
Dîwanî Şakelî
By:
Sheikh Ehmed Shakeli (1905-1980)
 1 minutes  655 views
sozî toye piř be sînem taqetî sazim nema
derdî dûrî pîrî kirdim şêweyî nazim nema
genc y gencî bû be řencî jînî řojî axirim
taze řewtî şêxme, çun hêzî sêbazim nema
dařza eczayî zewqim, çerxî şewqim nageřê
wek mekîney aşî ḧacî cêgeyî gazim nema
dûr le to dewłetmenî îmsałe hêzî lêbřa
her dû wek yek têşka, ew hêz û min nazim nema
ḧeyfe basî małî dinya min ke xom bo řoyînim
aşkarim aşnaye arezûy řazim nema
ger necatim bû le serma zor zerûre hatnim
kewtûm lem deşte carê hêzî hewrazim nema
em dû sê şî’reş ke eyłêm bo mezey zewqî tuwe
kake ḧacî zewqî çî min şewqî diłxiwazim nema
şorezare xakî şakel boye şorin şi’’irekan
axrî sałe deçî bikem bîber û pyazim nema
ta le kelemda şiney neş’ey neşatî şakele
arezûy seyranî şaru şewqî şîrazim nema