kurtey «odîse»y humêr

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 15 minutes  1665 views

şarî estem û şûredarî «tirwada» paş gelêk qeładarî û destewekerî û bergirî û şeř û kêşe û xwênřêjî û qat û qiřî be des degîrê û be carêkî text û xapûr dekirê.

hêrişberanî kołneder, pałewanan û merdanî gemaroder û diławeranî nebez, serxoş le badey załbûn û azayetî degeřênewe bo nêw mał û mindał û kesukar û xawwixêzanî xoyan.

lem nêweda tenya «olîs»y kelleřeq, serbizêw û çawnetirsî patşay «atak» le tirsî heřeşey «nipton» xway deryayan hełweda û aware debê. «pinlup» jine cwanekey û «tilmak» řołe taqanekey her çaweřwanin û çi ser û soraẍî nîye. sał û mang têpeřîn û ew her bê seruşwêne. dujminanî «olîs» û gîrodekanî ewînî «pinlup» derfetyan hênawe û mirxyan lew nazdare şox û şenge û lew jine cwan û çelenge xoş kirduwe û heryeke xerîkin be fêłêk em jine pak û xawêne be des bigirin. bełam «pinlup» jîrane her kamey becçeşnê tefre deda û bo geřanewey mêrdekey řoj ejmêrî deka. lelayekî dîkewe be yarmetîy «mînrwa» xway eqił, kuřekey wedway şuwekey xistuwe gêjawî tund û tîj û bêbezeyî derya carêkî dîkeş pelamarî şêtaney birde ser keştî sergerdan û bêpenay «olîs» û pêş ewey keştîyewanekanî wexo kewn û çareyek bidoznewe keştîyekeyan le bestênî «ujîjî» le quř denîşê. em dûrge binkey jine cadûgerêkî zorciwan bû ke nawî «kalîspu» bû. her le yekem nîgada diłî çuwe ser «olîs» û wîstî destî degeł têkeł bika û degełî bimênêtewe. bełam serdarî mezin diłî le cêgayekî dîke bû. awatî geřanewe bo nîştiman û zêdî xoşewîst û dîdarî jine wefadarekey û řołe nazdarekey deytiwandewe. boye hîç řûy nedaye û xoy tênegeyand. cadûgerîş beřqida çû û swêndî xward ta mabê lem dûrgeda zîndanî û desbeserî bika.

«olîs» mawey heşt sał lem dûrgeda desbeser bû. řojane le kenar derya leser gaşeberdêkî dadenîşt û firmêskî hełdeřişt û be xemnakî le aso řadema.

perêşanî û lêqewmawî geyîbuwe řadeyek ke xudayan hemû bezeyîyan pêda dehat bełam «nipton» xway diłřeq û řiq estûrî derya, biłêsey qînî danedemirkawe. axir ew çon le kesêkî yaxî û serkêş û netirs debûrê ke xoy lew be kemtir nedezanî?

řojê «mînrwa» xuday eqił pêyzanî ke «nipton» seferêkî dûr û dirêjî lepêşdaye û wa zû nageřêtewe be helî zanî û olîsî swarî texteyek kird û nardyewe bo wiłatî xoy. bełam bo bedbextî nipton ewendey pêneçû û geřayewe ke ewey dî çawî çuwe piştî ser. yek bexoy neřandî û fermanî be gewałe hewran da. pał wêk biden û şorabe berbidenewe û yarmetîş le řeşeba û gêjelûke werbigrin. bem core ferteneyekî nayewe ke be çawtirûkanêk textey olîsî çareřeşî têkupêk şikand û wird û xaş kird. olîsî bêçare kewte nêw nêrîney deryay bê’aman û wepeleqaje kewt. bełam lem cengeda «îno» perîy deryayî be çawî engawit û zigî pê sûta û tîtułêkî le řûpoşekey xoy diřand û boy hawêşt û gutî:

«le nêwqedî xotî bibeste detgeyenme wişkayî»

olîs ke le seremergida bû be qisey kird. bełam bûrayewe û agay le xoy biřa. katê wexo hatewe xoy le bestênî dûrgey «fînas» dî.

emşewe «nazîka» kiçî fermanřeway «fînas» xway xwayanî xoyanî lexew bînî:

ke fermanî pê da beyanî zû hestê cilî bawik û birakanî berê le derya bişwa. beyanî zû daykî çêştêkî başî bo dirust kird û gozeyekî şerabî kon û defrêkî piř zeytûnî daye û xizmetkarî degeł nardin bo lêwarî derya.

kîjekan taze le serdemî kenarî derya destyan be yarî û gałte û gep kirdibû. ke dîtyan kełepyawêkî beşan û baho û be dar û bar û kełeget, bełam şipřize û xwênawî û birîndar lebin gaberdêk hate der. xizmetkarekan ke çawyan pêkewt tirsan, zîřandyan û hełatin. emma nazîka azayane bepîrîyewe çû û mandû nebûnî lê kird olîs ke leber bêhêzî û şeketî û birsayetî twanay nemabû. beserhatî xoy bekurtî bo gêřawe. nazîka, nan û çêşt û şerabî bo dana. ta têr û piřî xward û ahêkî hatewe ber. emcar pîlî girt û birdye kin bawkî «alînûs» fermanřeway diłpak û pîr û zuřhan pêşwazêkî germ û bexêrhatnêkî zorî lê kird û le ḧał û eḧwałî pirsî. olîs paş řojêk ḧesanewe serguriştey xoy wa bo gêřawe:

(min nawim olîs kuřî «la’îrtîs» patşay îtakim le seranserî yonanda kesê nebû nawbangî minî nebîstibê û dastanî azayetî û nebezî û tarîfî hêzî bahoy minî nezanîbê. şûretî dilêrî û bwêrî min her le dinyada nema û geyşte ḧewt tebeqey asman. boye xudayan lêm tûře bûn û tûşî ew hemû bełayaneyan kirdim. neyanhêşt bigeřêmewe zêd û nîştiman û nêwmał û xêzanî xom.

katêk gemaroy tirwada dwayî hat. min leşkirekey xom gêřawe û řûm le wiłatî xom kirdewe. bełam her le yekem řojda derya begjimanda hat. çwar şew û řoj êmey wek zile kayek xiste ber şepołe bê’amanekanî xoy. řojî pêncem şepołekan hêwir bûnewe. xoman geyande duřgeyek ke î hozî «sîkon» bû le pêşda ême hêrşiman birde ser ew hoze weḧşîye û tałan û deskewtêkî başman wegîr kewt. bełam beyanî kuře kuřey hozeke lêman wexo kewtin û kuştarêkî başyan lê kirdîn û bezeḧmet xoman řizgar kird.

katêk keştîy ême kewte řê hewa nerim û xoş bû û hetawî betîn û germ tîşkî zêřîn û cwanî xoy beser deryay şîn û hêmnida biław dekirdewe û çaw le dîtnî têr nedebû. bełam ewende pê neçû hewa ałoz û tûş bû. ba û tofan û gerdelûl gêjeneyan nayewe. paş no řoj xebat û berengarîy azayane le bestênî duřgey «kinar xoran» lengerman girt. lem duřgeda hozî «kinar xoran» dejîn. beşêkî ême dabezîn û çûne awedanî beşkim nan û awêk peyda biken. ewan lewênderê be xwardinî mîweyekî şîrîn ke pêy dełên «kinar» serxoş û gêj û wêj bûn û lebîrexew řaçûn û hêzî weyan nema le cêgay xoyan bibzûn. be zoremlê û pałepesto herçonêk bû geyandimannewe keştî û bepele dûr kewtînewe newek fêrî xwardinî em mîwe bîn û heta demrîn lewênderê daykutîn.

seferî ême le deryay tofanîda herwa dirêjey bû ta geyştîne wiłatî «siklup» ya serzemînî ẍûlanî yek çaw. lengerman girt û degeł dwazde hawřê bo peyda kirdinî têşûy řêga beřke û hewrazekanda hełgeřayn. lewê tûşî eşkewtêkî zor gewre bûyn. ke beřêz, meşkeşîr, pêste penîr, xîge řûnî lê dandirabûn. le xoşîyan şageşke bûyn û hełpeřîn û çaweřêy xawen małî dewłemend bûyn. ta bigeřêtewe û azûxeyekî zorî lê wergirîn.

ke zerde peřî û řoj awa bû pyawêkî zil û zebelaḧ û xwêntał û dizêw ke tenya çawêkî le nêwçawan bû. degeł řanêk meř geřayewe eşkewt. pezekan hemûyan le xoy qełewtir bûn ke çawî pêman kewt û be dengêkî wek hewretrîşqe ke hemû endamanî leşmanî lerzand gutî: ey bêgane kên? le kwêwe hatûn? lêre çi deken? ême leserexo wełamman dawe: ey xanexwêy mezin ême polêk le leşkirî yonanîyanîn le şeřî tirwada degeřêynewe. maweyeke řêgaman lê gořawe û azûxeman lê biřawe û çiman nemawe û êsta penaman bo êwe hênawe ke le řêgay «zi’us»da emşew penaman bidey û beyanî kemêkman azûxe pê kerem bifermûy. wełamî ew be řiqewe bo êmey lêqewmaw ewe bû: ey çareřeşîne êwe behełe çûn ke pêtan waye ême bendey zi’usîn. xway ême niptone. emcar hesta û berdêkî yekcar gewrey be zarkî eşkewtekewe na. paşan dû kesî lê hełbijardîn û be hasanî piçiř piçřî kirdin û lepêş çawî ême zor be îştyawe xwardinî û pêkenî gutî şêwî emşewm naxoş nebû. dwaye leser lodekayek ke le qujbinî eşkewteke hełdirabowe leser gazeray pişt řakşa û xirp xewî lê kewt. lepêşda areqeyekî sardim řê nîşt. bełam dwaye ẍîretim bizût û agirzî tûřeyî hemû leşî dagirtim û mûm lê bûne neşter. nyazim wabû şîrekem hełkêşim û be hemû hêzî xom leser diłî řokem. bełam dwaye bîrim kirdewe eger bîkujim debê hemûman lem eşkewteda bimrîn û biřzîn. çunke demzanî cige le xoy kes em berdey bo le derkî eşkewt nakirêtewe.

beyanî zû hesta agirî kirdewe, pezekanî doşîn řisqekey ře’emel hêna û dû kesî dîkey êmey birjandin û xwardinî û dem û lewsî listewe û meřekanî derkirdin û berdekey be zarî eşkewtewe na. ew řojey her ewendeman pê kira şînî dostanman bigêřîn. dway zor lêkdanewe bîrêkim be mêşkida hat. le goşeyekî eşkewtekeda darêkî zor gewrey zeytûn hełpesêrdirabû. degeł dostan bezeḧmet nûkman tîj kird û le agirman na ta baş dagîrsa. şew ke ẍûlî yek çaw hatewe, çûme lay û gozeyekî şerabî tund û konman pê mabû bom bird û gutim qurban! ew dyarîyet dedemê bew merce berim bidey. ẍûl werîgirt û yekbîn be seryewe na û gutî: şerabêkî zor baş bû. ey bêgane nawit çîye ta min webîrim bêtewe. gutim: qurban nawim hîçkese dostan her pêm dełên hîçkes. gutî: aferîn hîçkes bełênit pê dedem to le dway hemuwan bixom.

şerab karî xoy kird; xawî kirdewe, gêj bû û be pişteweda kewt û le ẍurabî xewêřa çû. îtir xognixandin kełkî nebû be yarmetîy şeş kes le yaran dare zeytûnman le agirda sûr kirdewe û be hemû hêzî xoman le taqe çawekeman řo kird. çawî sûta û yek be xoy neřandî kêw û deşt dengî dayewe û eşkewt lerzî, hêndey pê neçû ew ẍûlaney lem dewrubere bûn daweřûkan. ême hemû xoman şardewe û çaweřwanî çarenûsî xoman bûyn. ẍûlekan lêyan pirsî: çi buwe? kê way lê kirdî? ew ke le tawî êş û jan wek mar cîngiłî deda le wełamda deygut hîçkes, hîçkes, dostekanî way bo çûn em bełaye «nipton» be serî hênawe û hîç le des ewan naye û řêy xoyan girt û řoyştin.

ẍûlî birîndar û kwêr û kutir berdî zarkî eşkewtî labird. ta meřekan biřon. destî be piştî hemûyan dadekêşa ta bizanî xoman be piştyanewe qaym nekirduwe? ta bimangirê û tołeman lê bikatewe. bełam ême ke xoman be ber zigî beranekanda heławasîbû řizgarîman hat. meřekanîşman wepêş xomanda û xoman geyandewe keştî. min gałtem pêkird û gutim: min patşay aştakim. ẍûlî nîwegyan berdêkî gewrey hełkend û têy hełkirdîn. baş bû dûrtir le aw kewt, dena lewane bû keştîyekeman ẍerq bika.

lewêwe berew mał geřaynewe. bełam seferekeman çend řoj leber tofan dirêjey kêşa. řojêk geyştîne duřgeyekî pan û poř ke zanîman binkey «ayûlûs» pasewanî bayekane. ke beserhatî seyr û semerey xomanim bo gêřawe; hembaneyekî piř le bay damê. gutî: behêzî xom bayekanim têda bend kirduwe, bełam nekey zarbêne zêřînekey be hîç barêk bikeyewe. ke bayekan berełła debin û desbecê papořeket têk deşkênin zorman supas kird û be tîşû û azûxeyekî tewawewe kewtîne řê bełam dû řoj le seferî aram û asûdey ême tênepeřîbû ke: hawřêkanim bîryan kirdibuwewe ke «ayûlûs» bêguman genc û gewahîratêkî zorî bo min le hembaneke kirduwe û řengibê beşî wanî lê nedem. xoyan pê řanegîrabû û zarbênekeyan kirdibowe. lepiř hewa gořa ba hełî kirdê tofan peyda bû. dîsan gemyekemanim kewtewe fertene û dałî merg be sermanda dexulawe. be hezar narî ’elî geyştîne duřgey «sîrse»y cadûgerî bedfeř lewêş gułmezî waman beserhat le gêřanewe naye. her çonêk bû lew mułekeş řizgarîman hat. paşan çûyne duřgey «tirzyas» şwanî mêrxas zor pyawane û be řûxoşane degełman cûlawe. bełam hawřêkanim ewende tamezro bûn çend meřî ewyan kuştewe û xward. «hîlus» xway hetaw ew namerdîyey bedił nebû gaznidey birdibuwe ber «zi’us» xuday xudayan biřyarî dabû tołeyan lê bikatewe. boye ke ew duřgeman cêhêşt tofan keştîyekemanî têk şikand û betenê min derçûm. maweyek lenêw deryada mele û peleqajem kird ta geyştime duřgey «ujîjî» heşt sał lewê desbeser bûm ta be texteyek necatim bû û êsta ewe lêrem debînin).

katêk serguzşitey olîs dwayî hat hemû zigyan pê sûta. patşay fînas keştî bo amade kirdin û pyawî degeł xistin û beřêy kird. ke geyşte benderge xuday eqił xoy geyandê û pêy řageyand ke her êsta tewawî dujminanî le koşkekey ewn û eger be aşkirayî biçêtewe lewaneye be hemuwan swarî serî bin û be xořayî bîkujin. wa çake cilî hejarane leber bika û biçête koxî kone dostekey «oma’us» olîs be qisey kird û lewê lawêkî cwançak û řêkupêk û be şan û bahoy çaw pêkewt be diroşim zanî kuřekey xoyetî. bawik û kuř pêk şad û şukir bûn û paş nîzîkey bîst sał yektiryan le amêz girt û maç kird.

şewê be cilî şiřewe çuwe koşkî xoy. ke le derkî wejûr kewt sege pîr û nexoşekey «artus» kilkesûtey leber kird, swałkerêkî xwêřî zanî ew řêbware, hejare, řûtełe cige le olîs nabê kesî dîkebê. desbecê xeberî bo «ayntûs» ke yekêk le serdaran bû bird. ew egerçî biřway be swałkereke nekird. hesta û çwarpayekî behêzî xoy le toqî serî řakêşa. olîs têk hełgila û be tûřeyî hestawe û xerîk bû tołey bikatewe. bełam xuday eqił têy řaxuřî. naçar le sûçêk xiza. «ayntûs» diłnya bû kabra behełe çuwe.

le jûrî talar hera bû. «pinlup» kewane gewrekey olîsî be destewe bû û deygut:

«dwa heltane her kes twanî kewanî mêrdekem bikêşî û tîrêkî pê bawê şûy pê dekem».

hemû em pêşnyareyan qibûł kird û be fîzewe amadebûn. bełam herçî qeweyan da bexo û hewłyan da neyantiwanî kewan bikêşin. ta ledwayîda olîs hate pêş hemû bewe pêkenîn ke hejarêkî pîr û zurhan deyewê hêzî xoy degeł hêzî lawanî benawbang taqî bikatewe. bełam bepêçewaney boçûnî ewan kewanî ta axir kêşa û tîrêkî tundî hawêşt.

emcar cile şiřekanî leber xoy dařnî û neřandî:

«ey zordaranî xoperist ew kesey le beramber êweda řawestawe kes nîye, olîs nebê ke paş gelêk sał degeřêtewe małî xoy û debînî dostanî xeyanetî pê deken»

tilmakîş be cilî zêřkifit û řengawřengewe hat û letenîşt bawkî řawesta. olîs kewanekey řakêşa û tîrêkî le ewkî ayntû da û le ḧałêkda ke camî şerabî zêřînî be destewe bû le xwênî xoy gewzî.

ke ew kujra ewanî dîke wexo hatnewe. bełam herçî le nêze û şîr û metałî xoyan geřan neyandozînewe. çunke tilmakî jîr û wirya lêy şardibûnewe mêzyan şikandin û kursîyan des danê û řamałyan bo olîs bird. bełam le beramber hêzî baho û tîrî girçûbřî ewda xoyan negirt û twanayan nebû hênde pê neçû hemû le xwênî xoyanda tilanewe.

pałewanî mezin jine xoşewîstekey le amêz girtewe û paş bîst sał awareyî, bextewerî řûy tê kirdinewe.