hejar û şerefname
teřesałî wam nedîbû, hewrî řeş û çiłkin berbîngî ’asmanyan bernededa, tem le seran nedeřewî, baran hełî nedebrîngand. řoj nebû çend řehêłey tund nehênê û şew nebû çend řêjey bexuřřem nebarê, şirîx û hořî hewran nedepsawe bebê nêwbiř... birîskey dedan...
lengêze û basrîşk û quřuçłipaw û ciłîtaw biřsityan lekeł debřî, kewye befir û řunû heresyan dehêna, zewî decmî û řêwban cimgeyan deda.
lew behare teř û tûşeda û lew řoje girj û monaneda, le binarî kêwe serberzekanî kurdistan, le binkeyekî pêşmerge tûşî yek hatînewe.
min û hejar le mindałîyewe, hawał bûyn, wêkřa peřewaze û gewre bibûyn, heřetî lawetîman pêkewe lenaw çwar dîwarî quřmawî piř le cołateney ḧucrey kone mizgewtanda řabwardibû... êstaş wa beserî pîrî, paş bîst û ewende sał lêk dûrî û hełbiřan û tamezroyî yektirman dedîtewe... nehatî û lêqewman herdûkmanî keneft û kelela û pîr û zurhan kirdibû. ew estûr bibû min lawaz, ew leber wirg û ged û gîpałî pişûy lê biřabû, min leber kizî û bêhêzî her lakey serim dehat... dîsan serman geyştewe yek û bûynewe: yekmał. małî çî? dû lêfey şiř û petûř, serserînî peřbiław û hełweşaw, heryeke texte şikawêk û be herdûkman çirayek û çadanêk û dû pyałey řûkêş û awxoreweyekî giłîne û awê bêne û destan bişo.
jûrekeman be wişkeberd dandirabû. dîwarekanî xwar û xêç bûn, le hemû layekewe zigyan dabû.
hîç dîwêkî swaẍ nekirabû, bagêřewey nebû, ałûdarekanî keřwawî bûn û çekereyan derkirdibû.
hełaşekey daçuřa bû, bosardêkî pîsî lê dehat... hênde teng û tesk bû be çîřeçîř cêman debowe. hênd tarîk bû be nîweřo çiray dewîst. hênd newî bû, têyda hełnedehatînewe...
qisey xoman bê zorîş têr û piř nebûyn. degeł pêşmerge cwan û ciḧêłekan leser xwanêk ko debûynewe û jemenanman yek bû, zêdeparûy çewr û nermî pîrî çiłês û girdenşînman bo dyarî nekirabû... guzeranman pêkewe mêxoş bû: tirş û şîrin têkeław bû, yadî řojanî řabirdûman dekirdewe û dwařojman berawird dekird... ewendeman xoşî û naxoşî beser dił û mêşkida têdepeřî ke wek derwêşekanî çîrokî kon degiryayn û pêdekenîn, giryanman be pêkenîn swaẍ deda. yaxud biłêyn zor zor pêdekenîn û qaqa degiryayn. şewgar şeq debû, le bêdarîy bêzar debûm bawêşk demyan gezêk pê dadeçeqandim be wenewz û wirdewêjînganewe debîrexew řadeçûm û delêfe şiřekem dexzam û demewîst serxewêk bişkênim û şeketî û kiftîm nemênê. ew taze wexo dekewt: çwar mêrdekî leser texte bê bextekey be panewe dadenîşt, kaẍez û qełemî leser koşî dadena, kewłe tîskinekey bexoy dadeda. milî xwar û serî zil û şan û kewłî ke sêberyan dexsite ser dîwar, ew şewleban û ẍûlî byabaney webîr dênamewe ke daykim be sawayî lêy tirsandibûm.
dyare min lêm nedepirsî çi dekey? ewîş neydegut çi dekem bełam demdî: şerefnamey farsî û ’erebî ledewrî xoy dadenan û leber yekî řadenan û be têřaman çawekanî bin çawîlkey bazbazênyan beserda dekirdin. her lebin lêwanîşewe pirte û bołey dehat û wirte wirtî bû. car ledway carîş cîřey qełeme borî dehat... beweda demzanî xerîkî wergêřanî şerefnameye... ke wextî xoy be farsî leser mêjûy kurd nûsrawe û be çend zimanêkîş tercume kirawe. bełam wa dyare hîç kurdêk be pêwîstî nezanîwe - yan dexoy řanedîwe - bîkate kurdî...? çunke:
şerefnamey farsî yan biłêyn farsîy şerefname zor sext û girane û emřo lenaw farsîy zimananîşda hemû xwêndewarêk têy naga... bo ewey em řastîye řûn keynewe debê tozêk berew paş wegeřêyn û sûke awřêk le êranî zemanî sefewî bideynewe.
sefewîyekan zołe kurdî taze tirkî leřê derçûy dûřeg bûn û be milhuřî û gelorî dejyan, lejêr perdey ayîn û benawî wisên û hebbasewe şeřyan be xełk defroşt û le kuştar û tałan û biřo bewlawe neyandezanî dinya çi base... gulle topêkyan be sed kitêbî baş nedegořyewe, hunerî cwan û şê’rî piř mana û řewan lelay ewan şîr û metał û tîrukewan bû, eger karyan bikewtiba nûsînîş, nûserêkî wayan dewîst ke be parwe bermawêk û çinge dirawêk kilkesûteyan leber bika û kêçyan bo bikate ga û be ker biłê şêr û kwêr be çawtîj danê û diz û bêwîjdanan be xidrî zînde qełemdad bika...
nûserî hunermend û karame û biřwa bexo şermyan le xoyan dekird û pêyan zor şûreyî bû awřûyan be aweřoda ken û wîjdan be gîrfan bifroşin... benaçarî xizîne goşe û kenaranewe û hełweday şaran bûn û hêndêk le hînd serî hełdayewe û gelêkîş bê nawwinîşan twayewe...
xwêřî û tořîş ke bibûne goştî ser çeper, be bilwêrî xawen zêř û zoran kewtine sema û ser û gwêlakî edebî farsîyan leber pêda piłîşawe û ximî lê şêwaw leber yek hełweşa û řetênra û niskoy bird û eger sefewî gořyan gum nebûba... le mirdin nedegeřayewe. lepaş ewanîş heta direng her xoy beser pêwe negirtewe...
şerefxan lew řojgare engust leçaweda çawî kirdotewe û lenaw teputoz û gêjełûkey sefewîda bexoda hatuwe, le małî şada ew farsîye dizêw û bin şiřey pê xwêndirawe! bełam ew kabra biłîmet û hełkewtuwe zor bedexo řadîwî baskî lê hełmałîwe û lew gêjawe xoy peřandotewe û hênawye edebyate bê zeletekey ew řojey beba kirduwe û le kewî dawe û berdibjêrî kirduwe û be daniste sipî kirduwe û twêkłî fiřê dawe û kakłêkî pak û xawên û têrgoştî lê hełbijarduwe û leser peřî şerefnamey danawe û be nimûney řewanî û cwanî pêşkeş be farsîy dostanî ew zemaney kirduwe. bełam leřastîda ew kakłe cwan û berçaweş çunke berî darî ew dêmekareye, hênde řeq û çîře didan deşkênê... ca min herçende demzanî hejar farsî dezanê û zor başîşî dezanê... bełam le diłî xomda pêm wa nebû detwanê ew gaberde leser şan danê û lew kel û bendene rijd û kuře serkewê!!
wergêřanî ew kitêbe řeq û zile pişûy dirêj û cîkłidaney guşad û le karnewestan û řencî ferhadî dewê... pyawî dewê be dirêjayîy sał û mang sê serey leser hełnegrê û heta ew kelawe herawe le hemû lawe ser negrê karî be karî kes nedabê... hejarî wa şil û şewêq û peřjubław, le layekewe be binke řabga û le layekewe desteçîley giřî şořş bo êzge ko bikatewe û le layekî tirîşewe keristey řojname û şewname amade bika... sereřay hemuwanîş wergêřanî şerefnamey şerefxanîş serbar bê û ewîş řapeřênê? heyhû!! çî beser çîyewe? biřwam wa bû hewayeke le kelley dawe û kirmêke le serîda decûłêtewe her serêke û lêy weřez debê û wazî lê dênê.
behar pîr bû, baran westanewe, hewr řewîn, taw xoy nwand, temumj bûne haław û degeł befrî par çûnewe, gizugumbet germa şaławî hêna û ciřucanewer jyanewe û dujminanî kurdistanîş degeł tînî germa bûjanewe, wek jengesûre hařûjan û de seruçawî nîştimanperweranî kurd hałan... řojane leber giřegřî fiřoke û girme û zirmey bomba û teq û toq û şewane leber haşehaşî maran ke be dirzî dîwar û kun û kelênî banda bo řawî mişk û nanî wişk seryan be jûrekemanda dekird... oqreman lê hełgîra û saneweman lê tora û le hêlanekey tere bû...
ber lewey bizanim şerefnamey kurdî serî be kwê geyşit, çarî naçar lêk hełbiřayn û heryeke bo layek bazre bûyn û wêřay kewderî degeł befran hełdekşayn...
sał payîzêkî direng bû, sîxwar leber pesaran hełî nabû. awir xoşewîst bibû, ledewrî awiřgî piř le polûy darbeřû dîsan jyanî dû birale deqî caranî girtewe...
êmey wa swêr qise hêşta le çeneçenî çak û xoşî newestabûyn û hejder hejder qiseman le dem derdepeřî... hesta û leser delaqewe le kone tewratêk newî û xistye amêzmewe û gutî: deha bîxwênewe... bełam gerdinit aza nebê eger be çawî dujmin seyrî nekey û obałim be milit eger her řexneyekit be bîrda dê, çawî lê bipoşî û pêm nełêy... eger dostî bimgiryene û namewê qaneqdîlem dey... eger çirûk û pûkit weber çaw bê û deng nekey tûk le mindałit neye. minîş bebê fû le do kirdin lêfekonim lê řaxist û şanim lê daxist û şerefnamey farsîşim lelay xom dana û hejarnamey kurdîm zor be wirdî xwêndewe û degeł makekeyda leberyekim řanan û çonim hate berçaw, away degêřmewe:
pyaw heq biłê derbarey mêjûy kurd herçî şerefxan bedił nyazî lê girtuwe û destî bo birduwe xistûyete ser kaẍez. nuk û bedî her le sîr heta pîwazî zor be despakî řagwêzrawe û berge ’ecemîyekey lê dařnawe û cwan û qazax şorawe û cilubergî zor nayabî kurdî deber kirawe û be xişił û zêř û sisłe û pipłe û xirînge û oyey kurdane řazawetewe û eger debînî hezar quř’an dexoy: ke ew kitêbe hergîz be bore xizmayetîş neçotewe ser farsî û her zikmak kurdîye û be kurdî řiskawe.
her kes bizanê terceme kirdin debê çon bê? têdega ke hejar lew hunereda dwa nekewtuwe û bigre zorîş lesere...
ewaney em kitêbe dexwênnewe lewaneye pêyan seyr bê ke hejar ew kurdîye çon fêr buwe? bełam bo min ke le gep û gemey ser serangiwêlkanewe degełî geřawim û dezanim çon jyawe le kwê jyawe û le çend serçawey hełêncawe... hîç şitêkî semere nîye û belay minewe barî xoyetî:
bebřiway hemû kurdîy zanêkî le řastî nizîk û le şeře geřek bedûr tenanet bebřiway zorbey řojhełat nasanî řoj’awayîş lenaw zarawey soranîda şêwey mukiryan le hemuwan pak û řewantir mawe û wişe û řawêjî demî bêganey zor kemtir têxzawe. lenaw mukiryanîşda nawçey bokan lew barewe sertope... hejar, mukiryanîye û ser be nawçey bokane û mindałî ew nawe hêşta seryan le hêlke necûławetewe le kurdîda bilbiln û zimanyan heta biłêy řewane...
babî hejar zana û kurdiperest bû, hemû kurdistan geřabû, kirmancî û soranîy zor baş dezanî û le edebî kurdî û farsî û ’erebî û turkîda destêkî bałay hebû... hejar leser koşî ew babe zimanî girtuwe û qisey xoş fêr buwe û dił û mêşkî be şê’ir û çîrokî kurdî řahatuwe...
le dê gewre buwe, degeł mindałan bew kurdîye bêgerd û sakare dwawe, degeł kîjołanda lewber lewberî çyawe balloreyan bo yektir hełdawe... şeřecnêw û fiř pêkdadan û tews û pilar û twancî pîrêjnanî bîstuwe... şewane be layelayey dayke kurdî mukiryanî dexew řaçuwe, beyanî be wirînge wirîngî diłtezênî kîje kurdî meşkejên we’aga hatuwe... le mizgewtî ladê, beyt û lawik û ḧeyran û gelo, şew û nîweşew û dirkane û azîze û payîze û swaro, gwêçkeyan aw dawe...
be mêrmindałî le xaneqay şêxî burhanî xwênduwe ke detgut keştîy nuḧe û hemû tuxim û towêkî lê ko bibowe. her şêwe û zaraweyekit bwîstaye deber destida bû... le perêz û xêrokî pîran û zanayanî wek: seyd řeşîd û seyfî qazî û şêx miḧemmed û mamostay fewzî deskeney kirduwe û gułî hełgirtûnewe... ke pêş geyştuwe dost û hawinşînî şa’îran û nûseran û kurdî zananî wek: mela marf û xałemîn û qizłicî û ḧeqîqî û cewherî û kake řeḧmanî muhtedî buwe ke lew bawxoştir bûn û her yekeyan le edebî kurdewarîda deryayek bûn... leber dest û lejêr çawedêrî pêşewa, «qazî miḧemmed»y edebdost û edîbperwerda fêrî řojnamenûsî buwe û şê’rî be komarî kurdistan û şořşekey hełgutuwe naznawî şa’îrî mîllî pê dirawe...
le jyanî awareyîşda bederdî xoy gutenî: be şeqî zemane fêrî şêwe lêk cyawazekanî kirmancî kirawe. le jyanî pêşmergeyîda şarezay şarezûr û şarbajêř û germyan û bîtwên û hewlêr û ko û xoşnaw û surçî û bałekayetî û nawdeşt û gelêk şwênî tirîş buwe û her pîrêkî kurdîy zan û zîndûy dest kewtuwe zor be wirdî dozîwye û herçî le demyanewe derçuwe qozîwyetewe ew hemuwey kokirdotewe bekawexo le bêjîngî dawin û binjîlî cuda kirdotewe û saẍ û pitewî hełbijarduwe û be mêşk û diłî xoy siparduwe... îdî bo seyre ke hejar kurdîy zanêkî hełbijarde bê?
hejar bo tewnî ew kire lebar û siftey xoy, şêwey mukiryanî kirdote text û bo nexiş û wênekanî wişey řengîn û xořeng û cwanî hemû zarawekanî têwedawe û ta boy kirawe xoy le rayeł û poy wişey namo û bêgane û kurdî dataşrawî naqoła û nařesenî taze pêdakewtû parastuwe.
seyr lewedaye dełêy şerefxan û hejar lêkyan gêřawetewe. le řojgarêkda ke hejar şerefnamey kirduwe be kurdî? ziman û edebî kurdî leber bê serubereyî û berełłayî xerîke bemeredî ziman û edebî farsî, zemanî sefewî biçê... le sayey nezananî xopesnidewe ałozî û şêwawîyekî zorî tê kewtuwe û metirsîyekî gewre heřeşey lê deka!
bêguman hejarîş hestî bew metirsîye kirduwe û lam waye mebestî here gewrey le wergêřanî şerefname bûjandinewey zimanî kurdî buwe û deyewê le mirdinî biparêzê... ca çunke meydanêkî firit û firewan û pan û berînîşî bo hełkewtuwe û twanîwye be keyfî xoy qełemî têda bajwê û xizmetêkî hêja be ziman û edebî kurdî bika... hîç bedûrîşî nazanim ke hêndêk lew kesaney çend sałe degeł ew xim lê şêwaney zimanekeda řahatûn nûsînî hejaryan bedił nebê... ewaney le debaẍxaneda kar deken be bonî guław depşimin û seregêje degirin û ta fêr debin maweyekî dewê.
min lew biřwayedam ke şerefnamey hejar debê bikirête berdî binaẍe bo kurdî edebî û zimanî yekgirtûman. hîwadarim hemû kurdêkî, kurdîxwaz û diłsoz kełkî lê wergirê û hejarîş her bewendewe newestê û dirêje be xizmet kirdinî zimanekeman bida û dirêxî neka...