çend nukteyek lebarey mêjûy edebî kurdîyewe

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 11 minutes  1149 views

řojêkî here germî hawînî mehabad bû, degeł kone dostêkî xoşewîst, qisexoş, xwênşîrîn, řezasûk û edebdost û lêzanim danîştibûyn, kes agay le diłî kes nîye. minîş nemdezanî em dostem ke maweyek bû, yektirîman nedîbû çend be dîdarî min şad bû. bełam min be dîtnî ew diłim fênk bowe, kułukoy derûnim damirka û xem û pejarey çend sałî temenim řewî.

le jûre germekemda ke hergîz panke û kûlêrî be xowe nedîwe, letenîşt yek danîştîn û germî qisan bûyn, qiseman le giranî, kopîn, le kesadî bazař, le nefroşanî hêndêk şit û le řimên û birewî şitekanî dîke nekird. basî engiřan û hełmisan û dewłemend bûnî be’ze kesêk û damałan û hejarî û nedarîy be’zêkî tirman be zarîda nehat. tenanet le cût û ga, coge û comał, bend û binawan, baxewanî û şwanî û gawanî ke tařadeyek serman lê derdeçû nedwayn.

mawe teng bû, řoj direng bû, debû zû lêk cwê bînewe. bo bîstinî ew çeşne qisaney leserewe basman kird mawe zore, řû le her şwên û małêk bikey bas her ew baseye.

desman kird be basî edebî. çibkeyn herdûkman aşq bûyn, nexoş bûyn, na na gêl û gêj bûyn! kesêk wek ême nexoş û aşq û gêj û gêl nebê, dezanê şê’ir û şa’îrî û edebdostî le kurdewarîda be hîç dewr û zemanan nebote nan û aw. betaybetî bo ew dû kese cige le awareyî û derbederî û çermeserî çi sûd û qazancî nebuwe.

ba fîş û diro û delese nekeyn, ême êstaş mêjûy edebîyekî ewtoman nîye cêy mitmane bê. bo nimûne nalî şa’îrî gewrey kurd řengibê dîwanekey le hemû şa’îrêkî tirî kurd pitir çap kirabê. betaybetî mamosta mela kerîm û kuřekanî ewpeřî zeḧmet û řencyan leser dîwanekey kêşawe û ewendey hêzyan pê şikawe şê’rekanyan şî kirdotewe, bełam bo nasandinî xoy hîç bełge û serçaweyekî biřwa pêkirawman gîr nekewtuwe. beřastî min bo xom zor supasî ew bawik û kuřane dekem.

egerçî le heřetî lawetîyewe xerîkî têgeyştinî şê’rî nalî bûm, be xwêndinewey kitêbe benirx û nayabekey ewan pitir manam le şê’re wirdekanî hełkiřand. ewî hêşta tarîk mawetewe û be wituwêjî kak ’ezîz û şêx tehaş řûnak nebotewe, jyan û serguriştey em şa’îre mezneye. egerçî dełê: «lêwî to awî beqa min xidirim» min dûdiłim nawî xidir bûbê. çunke bo ew kesey ke şa’îre sed dawî nawetewe. ewî şa’îrîş bê dezanê awî jyan û xidir pêkewe peywendîyan zore û be çî dyare eweş yekêk lem dawane nebê ke nawyetewe. girîman nawî xidir bûbê, bawkîşî eḧmed şaweys bûbê, nawî daykî çîye? kam qur’an û kitêbî peřzerdiman ledes daye, nek řoj û mang bełkû sałî ledaykibûnî ewyan lepişt nûsra bê? dezanîn le kurdistanî azîz tere buwe, serî xoy hełgirtuwe û řoyştuwe. řûne be xoşî xoy neřoyştuwe çunke be aşkira dyare zorî peroşî wiłatekey buwe. cige lem dû şê’raney ke tasey xoy bo dîtnewey wiłat û dîdarî dostan têda derbiřîwe le şê’re amał dirêj û piř soz û kułekeyda:

qurbanî tozî řêgem ey badî xoş mirûr
ey peykî şareza be hemû şarî şarezûr

ewpeřî hest û soz û pejarey xoy derbiřîwe û selmandûyetî derdî ẍurbet çi derdêke? lem dwayaneda bote baw û dełên û denûsin lew qesîdeda ke nalî bo salimî narduwe way gutuwe. bełam çon detwanin biselmênin em şê’rey bo salim narduwe? dîsan temaşay şê’reke bikenewe bizanin nalî ta qafye mewday dawe basî şarezûr, betaybetî silêmanî xoşewîstî kirduwe, tenanet řîşî zûrî kake sûrîşî lebîr neçotewe. bełam nawî salimî nebirduwe ke wa bû, ewe salime azayetî kirduwe û cwabî nalî dawetewe. bełê beřastî azayetî kirduwe: yek wêrawyetî cwabe cengî nalî kirduwe ke karî hemû kes nebuwe û payey şa’îrî xoy birdote ser, dû, pejare û daxî diłî le neman û binebiř bûnî binemałey baban derbiřîwe û sê, azayane zułim û zorî biłḧe řomîyanî řûn kirdotewe û çend be kuł û sozewe dełê:

zistanî ewwełîn bû, diřa bergî şêx hebas
řomî ewende şûme, le şexsîş deda zerer

dyare salim ew şê’rey narduwe bo şam ta be des nalî biga. bełam naḧeqim nîye biłêm beçî dyare nalî nîştecêy şam buwe?

«bo mułkî şame nameyî min sûyî nalîye»

wêdeçê ew wexte nalî le şam bûbê. bełam çûnî nalî bo estembûł cêgay gumane, çi dega bewey lewê jinî hênabê û jyanî řabwardibê û her lewê mirdibê û le fiłan gořistan nêjrabê, gumanî têda nîye nalî çote ḧec û zyaretî medîney kirduwe û şê’irnas dezanê û têdega çonî be byabanî bêrûnî bê aw û gyay ’erebistan hełkutuwe, çon senay xwa û xoşewîstîy xway becê hênawe û degeł eweşda çend mezłûmane û hejarane û kurdane çareřeşî û bêbeşî kurdayetî xoy her lebîr neçotewe û dełê: «kurdî dewrî şarezûrim».

zor dûr řoyştim. bo basî ḧerîq ew şa’îre mezne ke mektebî şê’rî nalî hêna mukiryan û lew mełbende her kes şê’rî kurdî gutuwe ya dełê bê emla û ewla lewî fêrbuwe, nekem? ta êsta çî lê nûsrawe û gutrawe bekełk bê? min bo xom leser ew şa’îre gewrey ke ẍezelî wek:

hênde bêzarî ke zanîwme be zarî nayewe
dûr le bałaket serînî nahumêdîm nayewe

ya:

çawekem dwênê le gułşen guł be ’îşwe xoy nwand
nek nimekgîr bim, be mergî to qesem hîç nemdiwand

gutuwe, her ewende dezanim, nawî mela sałḧ buwe, nîzîkey çerxêk lewey pêş lewdîwřa hatote emdîwe le xaneqay lûsawkan ya xaneqay şêxî burhan gîrsawetewe û zorî ’aqîde be şêx buwe. nazanim le kwê, bełam leser şê’rêk «î’zamulmulk» - fê’odałî meşhûr - řîşî lûs taşîwe. ewe bote hoy ewe bête sabłaẍ û bibête melay mizgewtî ḧacî seyd ḧesenî xizmî xom. ew kesaney çil penca sał lewey pêş çawyan bew mizgewte kewtibê, degeł minin eger biłêm birsîyayetî û hejarî û naçarî nebûba hîç kolke melayekîş be pêşniwêjî em mizgewte řazî nedebû. řengibê pêş sałî 1328y koçî ke sałî wefatî şêxe, mirdibê û le gořistanî mela camî nêjrawe û her xwa dezanê êsta gořekey binaxey xanûy kam musłiman bê. xwa bikem lay serûy hał ya mîwanxane bê û nekirabête ḧemam û şitî wa.

mehabadî ême taqe şa’îrêkî benawbangî lê hełkewtuwe ke xeyabanêkî xoşîşî benêw kirawe, ewe cêgay şanazîye. min ba xom mindał nekemewe. zorim lew kesane dîwin ke şagirdî mektebxaney wefayî bûn. bełam kontirîn dîwanî desxetî wefayî le beẍda serî hełda û mamosta qeredaẍî zorî nûsî û kemî leser jyan û mirdinî wefayî zanî. eger gutim taqe şa’îrî mehabad mîrza řeḧîmî wefayî buwe, ta ew cêgayey min bizanim ew şare diłgire cwane, qet şa’îrgir nebuwe. çend ẍezelêkî mîrza selîm nawêk le kone beyazanda hebûn ke pêm waye lebîr çûnewe. řenge ew mîrzayeş sabłaẍî bûbê. dena şa’îrekanî mukiryan wek edeb, seyd řeşîdî şehîd, seyfî qazî, mîrza letîfî qazî, xałemîn, ḧeqîqî, seyd kamîl, hejar eger lem şareş le dayk bûbin, le ladê jyawin ca boye dełêm; zimanî kurdîy xawên û sakar debê le dê fêrbîn nek le şar. ca ba ew şare, sabłaẍî pêşû ya mehabadî êsta bê, ke heta biłêy cwan perwere. cige le çend ẍezel û dûbeytî nebê le şê’rekanî mela ḧîsameddîn zyatir nembîstûn ke xełkî bokan û dewruberî bû. tuxwakey ew taqe şê’re bes nîye:

lêwî le’lî cinêwî dabû be min
qînî binyademe minîş gestim!

ke biłêyn şa’îrêkî nask xeyał û baş buwe? hîwadarim dîwanî tewawî ew şa’îre ko kirabêtewe û řojêk bikewête berdestan.

pêwîst naka, min xom ciḧêł bikemewe, nîzamî gutenî: le şeşî şest řizgar bûm û berew ḧefta deçim û wirde hengawî berew goř denêm. taze behîwa nîm ciḧêłayetî bikem. gwê swanan bigirim. bełê min pyaw bûm ke «şa’îrêk» be kwêrî le birsan û le xeman ’emrî xway becê hêna. dîbûm demzanî çend zana û xwêndeware, çend komełnase. le pênc xiştekîye farsîyekey û qesîde kurdîyekey: «şa’îr ’umûm kewtine meqamat û bołeboł» dyare ke çend camî’enase.

eger didan bewe dabnêyn ke edebyatî nûsrawî kurd mebestim folkilorî edebî nîye řewtî sebkekanî edebî farsî girtuwe, naçarîn biłêyn kem şa’îrî waman hebûn le sebkî xorasanîda be qed «şa’îrêk» serkewtû bin. qesîdekey sêławî mehabad, ew qesîdey ke le zemanî desełatî řezaxanî xwênřêjda řexney le řeftarî nalebarî karbedestanî ew zemane girtuwe û bew nîwe şê’re des pê deka: «muddetêke nefsî ḧîz ḧukmî xirawim lê deka» şahîdî qisekemin. řengibê êstaş ew ajanane mabin ke be emrî şarebanî řezaxanî, mendîlî melayan, şedey lawan, çarşêwî jinan, nêfekî řank û pantoł leberanyan desûtand, fiřê deda, dedřî û debřî û eger kes dyar neba be bertîl řazî debûn. ke mela marf lebarey ewanda gutûyetî:

deçme ser çom û xeyaban yek nefes asûde bim
şehrebanî ḧazre û daway kiławim lê deka

bêşk ew sicîl nûsane zîndûn û eger em şê’re bixiwênnewe, tik tik areq deřêjin ke bo xoyan dezanin ew serdem çonyan xełk deřûtandewe ke mela marf lebarey ewanda gutûyetî:

seyrî xoştir min ke me’rûfim lenêw em şareda
taze îḧsa’îye daway îsim û nawim lê deka

lebîrme şewêkî le dîwexanî mîrza řeḧmetî şafî’î, řeḧmetî xway lê bê, komełêk gewre pyaw û şê’irnas ke ewî lebîrim mabê yekyan mamostay mezin turcanîzade bû, tarîfî ew şê’reyan dekird. ke mela marf bo şafî’î nardibû. min be edeb leser çok danîştibûm û miteqim nedekird ta geyştine em şê’re:

ca’îzey şê’irim le to nawê meger barê řejî
ta ser û řûy dujmin û bedxiwahî toy pê řeş bikem

ew dem wedeng hatim û gutim em şê’re manayekî dîkeşî le binda heye ewîş eweye ke mîrza řeḧmet ewendey dujmin û bedxiwah heye ke barêk rejyan dewê ta mela marf řûyan pê řeş bika. mamosta turcanîzade tawêk mat bû û gutî: «aferîm řołe to kêy?» xom pê nasand gutî: «lekin kêt xwênduwe?» gutim: «lexzimet mamosta fewzî» gutî: «ewe boye şitî wa dezanî».

bełê mela marf ew kese bû ke bew hemû zanist û hunerewe be zigêk têr û bedû zigan birsî bû. dwayeş ke mird wek ḧerîq le gořistanî mela camî nêjra û gořî ewîş wek gořî hezaran mela û seyd û pyawçak be destî «werehram» text kira. ay ewaney mindałn qebiristanî mela camyan nedîwe ke bêcge lewey gořistanî musłimanan bû, hezaran kêlî mêjûyî û cwanî têda bûn ke hemû musłimanan şardyannewe û lenêwyan birdin. min bo xom kêlêkim dîbû ke newêkî lutfi’elîxanî zend hełî kendibû û be xetêkî zor cwan bû. be’awatim gořî mela marf le ḧewşey małêk dabê û gułkarî û çîmen bê.