nameyekî edebî

From the Book:
Hewarî Xalî
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 11 minutes  1301 views

biray zor beřêz û xoşewîstim kak miḧemmed mela kerîm!

dyarîye benirxeket geyşit. małit awedan bê wek małî wêranî minit awedan kirdewe. destit neřzê wek oxjinit xiste nêw dił û derûnî agirînim. her xoş bî wek xoşît hênawe bo lay min.

lemêj bû małekem çol û hoł û bê hest û xust bû, wek mekoy dizan çiray lê nedaysa. wek derûnî tawanbaran tarîk û tinûk bû û wek biskî nazdaran ałoz û peşêw. kes seransiwêy nedekirdim. kes derkî lê nedekirmewe eger mîwanêkim hatba, xem bû, pejare û keser û derd û jan û azar û xefetîşî be dwawe bûn. hemû şewm şamî ẍerîban bû û hemû řoj berebeyanî le dar dan. bełam le sayey řencî zanayane û befîřo neçûy towe dîsan şadî be małim werbotewe. xem boy derçuwe û dîzey řeşim le dû şikanduwe. mîwanim hatûn. şîrînî şox û şeng, şîrînî delal û çeleng ke be nazewe leser textî zêř danîştuwe û xuday cwanî webîr dênêtewe. şeker debînim, şekerî diłřifên û tobeşkên camê şerabî yaqûtî leser deste û meygêřî kořî diłdarane. saz û awazî «barbud»y hunermendî pence řengîn le małekemda deng dedatewe, kîje cwan û neşmîlanekanî ermenî û gurcî le destimda hełdepeřn û pêdekenin. şapûrî zana serguzşite û çîřokî konim bo degêřêtewe. dengî kułingî ferhadî bêmurad le gwêmda dezrîngêtewe. nexiş û nîgarî «taq wesan» şwênewarî konî wiłatekem wek perdey sînema bepêş çawimda hatuço deken. şewdêz leber derkim nêske û simkoł deka û deguřênê. bełam xusrewî bepşitewe nîye ta cilît û teqłe û řimbazê bika. axir xusrewan êmemanan naxwênnewe û řû le małe hejaran naken. nîzamî û xana be ser û sîmay asmanî û şa’îranewe lelay serûm danîştûn û şê’rî teř û naskim bo dexwênnewe, emyan be farsî dełê:

pirîdxitî, pirî bigzar mahîPersian
bizîr, miqni’ih saḧb kilahîPersian
şib afruzî çu mihtab cwanîPersian
sîh çişmî çu ab zindiganîPersian
kişîdih qamtî çun nixil sîmînPersian
du zingî bir sir nixilş ritib çînPersian
z bis kawird yad an nuş lib raPersian
dihan pir ab şikirişd ritib raPersian
bih mirwarîd dindanhay çun nurPersian
sidif ra ab dindan dadih az durPersian

ewyan be kurdîyekey xoman dełê:

qametiş qyam qyamet xêzin
xerameş aşûb řûy řestaxêzin
pêşanîş piřşing nûr cêş mexêzo
ḧusinş bûm qurs qemer mebêzo
mujeş çun xedeng şehabî encum
er bigno we seng ta perme bo gum

bełê le deryay bê lêwar û kenar û piř şepołî şê’ir mele dekem û le gułzarî řengawřengî edebda guł deçnim, her basî cwanî û ewîn û diłdarî debîsim. dełêy temenim le nwê nûsrawetewe û hatûmetewe ser ḧedî çarde sałe.

kakî xom:

ew bezim û řezme, ew xoşî û şadîye hemû şîrîn û xusrewekey xanay qubadî bo minî hênawin. ca çon supast nekem û řêzit lê negirim? ke řenc û têkoşanî to bote mayey xoşî û şadî min. beřastî be saẍkirdinewe û le çapdanî em kitêbe nayabe kitêbxaney małanit řazandewe û edebî kurdît bûjandewe.

řast biłêm min xanam nedenasî zor zû çend parçe şê’irim xwêndibowe û têy negeyştibûm. bîstibûm xusrew û şîrînî nîzamî wergêřawe û başîşî wergêřawe.

bełam biřwam nedekird. çunke yek dû şakarî edebî farsîm dîwin kirawne kurdî û dezanim çend naşyane û bêdesełatane wergêřdirawin. detirsam eweş her wa bê. herçen demzanî «ewřeng» çapî kirduwe, hîç hewłêkim bo peyda kirdinî nededa. betaybetî le şêwey goranîşda zor kołim û be zeḧmet têy degem. bełam paş ewey şîrîn û xusrewt bo nardim zor şitim bo řûn bowe û têgeyştim xana çi nehengêke le deryay şê’ir û edebda û le xoy řadîwe biçête meydanî nîzamî gencewî ke be xway şê’rî farsî nasrawe û nawbangî cîhanî heye. şa’îrêkî fars gutûyetî:

dir şi’ir sih kis pîmbiranindPersian
hirçind kihPersian «la nibî bi’dîArabic»
wisaf û qisîdih û ẍizil raPersian
firdusî û anurî û si’dîPersian

kabrayek lêy pirsîwe:

«edî bo nawî nîzamît nehênawe?»

gutûyetî:

«bawkim min basî pêẍemberanim kirduwe û heqim beser xwawe nîye».

xanay ême çote meydanî ew kełe şa’îre. lewetî şîrîn û xusrewî xanam wegîr kewtuwe. xewm le xom ḧeram kirduwe û xerîkî xwêndinewey ew xusrew û şîrîney nîzamîm. řaste şêwey goranî bo minî mukiryanî girane. bełam be yarmetî em ferhengey to bot kirduwe û be komegî ew wişe farsî û ’erebîyaney xoy bekarî hênawin û be yarîdey xusrew û şîrînekey nîzamî hîç nebê tařadeyek le mefhûmî şê’rekanî degem û çêjî lê dekem. řenge wek xerîkim le dahatûda baştirî lê řabêm. carê natwanim betewawî řay xom derbibřim. bełam lem mawe kurteda ewendem bo řûn botewe naheqit nebuwe nawî şakarit lênawe. beřastî xana kełe şa’îrêkî meznî kurde û kitêbekeşî şakarêkî edebî berz û nayabe. pêwem eger merg berbîngim negrê û řojgar biřistim lê nebřê, şê’ir be şê’rî şîrîn xusrewî xana û nîzamî leber yek řanêm û berawridyan kem û eger le twanamda bû şitêkyan leser binûsim. êsta ewendem bo řûn botewe xana xusrew û şîrînî nîzamî řastewřast wernegêřawe. bełkû azadane çîřokekey kirdote kurdî. bełam zor le esłeke dûr nebotewe. nek nemdîwe hîç le çîřokeke bipeřênê. bełkû hestim kirduwe lecê cêyan henasey dirêjtir buwe û pitir leser mebest řoywe. ca le kwêda serkewtuwe û le kwêda sernekewtuwe pêwîstî be lêkołînewey zyatir heye.

dyare ferq lenêwan danan û wergêřanda zore. herçend dezanîn çîřokî şîrîn û xusrew zadey xeyałî nîzamî nîye û le pêşîşda gutrawe. nîzamî serçawey wek şanamey fîrdewsî le desda buwe û sûdî lê wergirtuwe. bełam dîsan ew danere û, xana wergêř, û debê ew ferqeman lepêş çaw bê. ewendey be têgeyştinî xom berawirdim kirdûn, lebarî nêweřokewe xanam le beramber nîzamîda be damaw nedîwe, bełam zimanî nîzamîm pê řewantir û şa’îranetre. řengibê biłêy le farsîyeke baştir řahatûy, řaste min xusrew û şîrnî nîzamîm zor car xwêndotewe û tenanet şê’rî nîzamîm be ders xwênduwe û î xanam bo yekem car dîwe û zor şarezay zibanekey nîm. emma hêndêk wişey ’erebî xetîbane û naşa’îranem le şê’rî xanada dîwin ke le şê’rî nîzamîda bedî nakirên.

min wergirtinî wişe bo derbiřînî mebest le zimanî der û cîranan êstaş be şûreyî nazanim, çi dega be serdemî xana. nîzamî bo kemî komeg le wişey ’erebî wergirtuwe? bełam hêndêk wişe le hemû zimananda hen ke wişey şê’ir nîn, lew wişane tekutûk kewtûne nêw şê’rî xana wek em şê’re:

çon be ḧukim zat «لااحسیArabic» sîfat
cenab eqdes «ca’il alzilmatArabic»

le şê’rî xwartirda wişey ’erebî zor bekar hênawin. bełam wişekanî wişey şê’rîn û mosîqayan têdaye û şê’rekanyan dizêw nekirduwe.

sîmay wêney şem’ tecellay koy tûr
mide rewşa be lutif xudawend ce nûr

em kêşey nîzamî bo hondinewey şîrîn û xusrew hełîbjarduwe kemêk le kêşî şê’rekanî xana girantire. detwanî biłêy ewe bełgey bêhêzî nîye. xana be’anqest kêşî xomałî hełbijarduwe. emma min îqna’ nabim. çunke dezanim şê’rî xana ewendeş xomałî nîye û le dîwanî şa’îrekanî farisda nimûney heye û řûn nîye kamman lewî dî fêrbûyn, ḧafîzî şîrazî dełê:

gir tîẍ bard az kwî an mahPersian
girdin nihadîm aliḧkim lilhPersian

kêşî şê’rî nîzamîş ewende bo şa’îranî kurd ewîş bo şa’îranî goran namo û bêgane nîye. çunke yekem şa’îrî nasrawî kurd ke be şêwey goranî şê’rî gutuwe «babetahîr ’uryan» çwarînekanî leser em kêşe danawin. belay minewe xana le xoy řanedîwe xoy le qerey em kêşe bida. em lexořanedîtne lebarî řwałetewe kemêk le nirxî karekey kem kirdotewe. çend xoş bû her leser kêşî nîzamî baye. şitêk ke serincî minî řakêşa û řengibê serincî hemû şê’irnasêkîş řakêşê, emeye: ke xana zor şa’îranetir û aşqanetir destî be kitêbekey kirduwe û munacatekey teřtir û piř soztire le î nîzamî:

be nam ew kes şîrînî ermen
peyda kerd «ferhad» peyşî bê kuken
her sub ta êwar nepay bêstûn
teqqey qułingiş yawa be gerdûn
neraş çendîn cewr, çend cefa berdiş
axir be nakam eřwa siperdiş
ti’alî ce sun’ perwerdigarîş
ce karî şîrîn şîrîn kirdarîş

kake gyan!

dîsan supast dekem ke em gencîne darmałet bo nardûm û be mirwarî û gewheranit xenî kirdûm. beřastî řencêkî zorit kêşawe û karêkî tewawit leser kirduwe. ya min nemdîwe ya ta êsta kitêbî hîç şa’îrêkî kurd ewendey kar leser nekirawe. pêşekît bo nûsîwe. herçende bebřiway min kurte û dekira pitrî leser binûsî. em core pêşekî nûsînane lemêje le edebyatî farisda bote baw û řengibê ewanîş le edebyatî řoj’awayan wergirtibê. le hêndêk boçûnîşda řenge zêdeřewît kirdibê. bo nimûne her bewendey basî mosîqa le şê’rî xanada heye merc nîye bîr bikeynewe ke ew mosîqay zanîwe. çunke basî mosîqa le şê’rî nîzamîşda heye û wêdeçê lewî wergirtibê.

řexneyekî tirim emeye serbasekanit her be farsî hêştûnewe, dyare mebestit ewe buwe řêz bo têksiteke dabnêy. bełam ew kesey ew serbasaney nûsîwe farsî baş nezanîwe û hełeyan têdan.

biragyan! xo to farsî dezanî to xwakey «tuld şidin» te’bîrêkî farsaneye?

dyare her dû nusxey têksiteket ledestida bûn û zorîş emanetit řeçaw kirduwe. debû katêk tûşî nawî şwên û mirovan debûy çawêkit be xusrew û şîrînekey nîzamîda gêřabaye ta hełekanî têksitekanit řast kirdibayewe. min ke tûşî em şê’rey xwarewe hatim siłemîmewe. çunke pêm seyr bû şa’îrêkî berzî xawen desełatî wek xana le xořa û bê ewey pêwîst bê qafyey şaygan lekarbênê û şê’rekey pê dizêw bika:

her ce xurrem ku ta seray beẍda
neqiş guł keften çun turrey tuẍra

çûme ser xusrew û şîrînekey nîzamî temaşam kird lewêda wa hatuwe:

zicirim kuh ta mîdan biẍraPersian
kişîdih xit gil tiẍra bih tiẍraPersian

guman leweda nîye «xuřřem» û «beẍda» hełey ew kesen ke kitêbekey nûsîwetewe nek hełey şa’îr. emcar tirsam û tûşî her nawêkî guman lêkiraw bibam seyrêkî farsîyekem dekird. dyare î dîkeşî têdan wek «mihistan» lebatî «kihistan» ke dezanî manayan tewaw dijî yektire.

ferhengekey karêkî başe û gelêk yarmetîy xwêner deda. wişe farsîyekanit natwanim biłêm zor baş bełam baş mana lêdawetewe. ledwayîda pîrozbayî em kare giringet lê dekem û hîwadarim xizmetî gewretir be edebî netewekeman bikey.