heta ’eyş û tereb bê řojî newroz

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 1 minutes  930 views
heta ’eyş û tereb bê řojî newroz
heta guł bê le baẍda meclîs efroz
hetakû zulfî meḧbûban bê ałoz
heta mujganî xałxasan bê diłdoz
hetakû xałî serkułman cigersoz
heta newřestegan bin ’îşwe’amoz
heta şełwar leber lence deken toz
heta bikirê le espan zînî ułdoz
le deştî yekşewe ta ga deka moz
hetakû mam «nesułła» pêy dełên boz
heta wiştir mehar dekirê be limboz
heta dêjin be qełpoz seqzî kełpoz
heta berẍel beharan biçne naw koz
hetakû karjîle biken hełtoz hełtoz
xuda bika dujminit her seringun bê
le serta bê hemîşe tacî fîroz
leber zułmî zemane qet nenałî
le baweşta bê daym diłberî qoz