diłî wêran le hîcran bowe me’mûr

From the Book:
Dîwanî Seyfulquzat
By:
Seyfulquzat (1876-1945)
 4 minutes  949 views
diłî wêran le hîcran bowe me’mûr
ḧesenPen name dûbare bû xoşkeyf û mesrûr
be tenha ew ẍemem mawe le diłda
ke bûm lew bezmeda meḧrum û mehcûr
«se’îdulmulkî dîwan» şukirî lîlla
dełên meşẍûłî şayî û şadîye û sûr
bełê, cêy şadmanî û înbîsate
ke mayl bûy be metłûb û be menzûr
dełên destbendyane mahřûyan
leser sîne delerzin zulf û bermûr
wekû polî qurîng û tawis û kew
ke dên bo hełpeřîn xûban be cemhûr
ke des degirin beřîz bo hełpeřînê
wekû qaz û qurîngî serberejûr
kiçołe û pyaw û jin destyan ledes yek
wekû ’îqdî suřeyya wan, cem û cûr
leser simtane piştêndî şedey şil
leber pêyane lifkey pûłekey duř
le řoyne kotirin, lence mirawî
be bazî hełpeřîn, askî kefeł kûř
guł û gerdinliẍ û gware û qetare
le esto û dewrî ser, «nûrî ’ela nûr»
be řû sûr û sipî, çawî geş û řeş
bebê sûraw û sipyaw û kilî tûr
dełên ewřo wetaẍî to beheşte
ke pêyda dêw û deçin ẍîlman wekî ḧûr
leser řûda biław bûn xał û perçem
dełêy têkeł kirawin mîşk û kafûr
leser kułman ’ereq wek şebnemî guł
ke hêşta lêy nedabê şîddetî nûr
xişey şełwarî xara û etłese dê
ziřey xiřxałî zêř û zengî pamûr
kirasî mexmełî zerd bûn le toza
tikey areq řeşî kird çekmeyî sûr
lelayê hełkirawin qołî «zêwîn»
lelayê derxirawin pûzî billûr
qed û endam û simit û pûz û paşin
xiř û barîk û gird û şûş û estûr
kenîzî wa debê řeqis û sema ken
ke bew ewsafe bin mexsûs û meşhûr
«edeb» nabê lenêw ew bezmeda bê
heta laden kiçan řûbendî fexşûr
cilît bazan lelayê hatehate
le tirsî darî wan piştî felek kûř
lelayê nêzebazan ḧemlewer bûn
le hêrişdan, deden çerxî felek sûř
debê bên «ḧacî baba» û «řeḧmetułła»
biłên řak û ḧîcaz û şûr û mahûr
biłên «xane» û «ḧesen» ba bên be cûte
bedaym neẍmexwan bin, mest û mexmûr
lelayek nirkeyî zuřna û dehołe
lelayê nałeyî ney dêt û tenbûr
le dewrî şayîda, dujmin be ḧesret
wekû gołî meřî des ken be seglûr
wekû řêy kehkeşan, řîzî mecu’man
ke dênin, dadenên bew dab û destûr
be ummêdî ’etan xełkî le dewret
suleymanî dełêy, ew ’aleme mûr
leber şehdî sexat îcma’î ’alem
debînim dêyeket wek şarezenbûr
le her layê dełên her ’eyş û noşe
hezarxozgem be mîwanî der û jûr
le dewrî menqełî cem’êk be dewre
dekêşin, dadenîşin beng û kafûr
debê textê dirust bikirê le sendeł
debê westa le hîndê bê û le lahûr
lejêr text êstirî dułduł sîfet bê
debê bibne yedek şebdîz û lahûr?
debê qeyser serî meḧmîl bikêşê
debê meydan bimałê împiratûr
xedêwî mîsir ebê şerbet bigêřê
debê bêłdarî řê bê şah û feẍfûr
debê mutrîb «nekîsa» û «barbed» bê
be nore danenên qet, saz û semtûr
debê «şîrîn» û «şekker» bibne saqî
le zumřey nazran «perwêz» û «şapûr»
«esed» deyka qiřanî herdû «se’d»eyn
lenêw burcan buwe bem bone meẍrûr
debê bo gawwigerdûnî, keł û ga
debê bo serbiřîn bênin şek û kûř
xuda bika da’îmen wa şadman bî
’ezîzî arezût xoy bê leřêy dûr
hemîşe dêyeket wa awedan bê
wiłatî dujminit wêran û xapûr
le «daşałûce»řa ḧucrey feqêyan
le dûrîy mewtenî tom zar û řencûr