çawçinokî řawçîyekî besałaçû

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 3 minutes  624 views

leser sekoyekî be berd û kuło hełçindiraw, le berdemî pencerey wetaẍekema emewîst tawê pişû bidem û le xem bibřêm. çinokî çawî tamezro be řaw, daway lê kirdim ke çawê be çyay berz û xemřewêna bixşênim.

demewîst be dûrbînêkî nexoş û çaw ’emel kiraw, be xoşî řanînewe pejarem biřetêt. bełam xem newek neřewa, belkû beher timaşayek û serincî xemêkî nwê leser barî xemim enwa.

nazanim çî bû le çya çi qewmabû. kewa şax û řewez û estoy bistû, le tem û řeşayî sêbera řeşpoş û pejarepřîşkên bûn. kewa bûkî giłûkî nwał, sîpałî sewz û sûr û ałyan le naw twêy nişêw û pałda pał exist.

çipey pê hełat hełatî pel û pop û geła, pelekute û qulatî qangelaşî leşcizaw be hêz û babexuley bay serwî wiłat, hewałî payîz û kend û kułoy xoş řinî zistanî be gwêy çya û çyaçêkana eçpand.

şêwerdî şîn be pole kotir û derawî be poř û kew haxnidiraw, dûbare ’ecûlî řaw û çûne çyay le hemû gyanmida şîn kird.

xom be xom egut: ax ax! eger leber geřî pîrî neba, destim eda çek û be şiney şinebay řawî çya xemî kon û nwêm be ba ekird.

bełam na na, hergîz, lemewla meḧałe xeyałî çûne çya, goř kirêt û bar û biney jyan řû be gořayî û deştî têk nirêt.

wa temen le pirdebazî kuřênî û lawî qełembazî da, kizebay twanahełwerênî pîrî wa hêz û biřî cwanî, perîn perîn kird û kulû kulû pîtełokey sipî leser ser û řûmet û serim sepan. koxe koxî henaw û jwarî pêwpil û leş, bebê şerim û şiko ełên: pêm ełên mame pîre, çek û çûne çyat xeyał piławe řawekêwî řewekit xewnêkî gelê dûrete’bîrin. îtir katî ’eynek û wekaz û hêwaş cûłaneweye û bes.

katî çekdarbûn be pênûs û xizmet be şał û gel û nîştimanî xoşewîstin.

hoy hełoy berzefřî û fîzî jyanî nwê, mebest kirdinî řûdaw û bîr û xeyał û heste, îtir be pê hewałî ke hawałî pîrî pêy dam, ebê biłêm, ebê biłêm û biłêm:

pîr bûm û hêzî çya řoyîm çû
řawe kewbař û çiřey xoyîm çû
dûre desgîr û le xem pê pestim
zerd û bê nûre leber ba, hestim
şeq le bin pîl û lejêr pîlanim
kon û lakewte debê hêlanim
çîneçî şax û dijî kopeynim
řû be deştayî gelê bê zeynim
çon biçim başe huner bî nîme
her hîwam mawe, hîwaş xoş xîme
ew birayey ke le kel wem gwêzê
xoy be xoyda û le mana řêzê!