beserhatî nêçîrwanêkî pîr

wêney řojêk jyan le jyanî hemû ladêyyek
From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 9 minutes  780 views

mangî xermananî penca û yekî hetawîye. bawî aẍayetî germa û hetawî tawêner, aşî zewînî leser bistey agirîn esûřan, acûl û bacûlekanî qûnezay germa berew çaw heł’ebezîn û samyan le sema ebaran, bałdare tûknekanî çyawîst le bin řewzey sêberda be dijî hêrş û heřeşî hetaw, bałyan kirdibû be peřeşûtêkî nîwe hełdiřaw.

keşe hewrêkî hewrîşemî û kun kun û sawîlke, eyhewîst dijî miłozmekanî germahawêj, sêberî xwî bo ser zewî řastewřê řakêşêt. kizebay bakûr eyhewîst biřasêt, biřasêt û be baweşênî şedarî henasey kûrey giřpiřîşkênî hetaw le giř û geř bixat. eyhewîst papaẍî aẍayetîy hetaw û cûłecûłî jîlemoy sebûn, berew řûy nebûn û têkşikan řaşkênê, bełam ewen beser şaxekanîda ẍawî daxşabû, peř û bał piřûzaw metełokî kase le çêşt gerimtirî exsitewe bîr. xoy le giř gerimtir û henasey le henasey hejare bêşêwekan sûtênertir bû.

bełê biragyan, her lew kateda bû ke le bîrim nekirduwe û qetîş le bîr nakirêt ke xom û kirase dêwekem û tifengêkî saçmeřjên, le beriztirîn çyay mełbend û le naw gałokî şaxî kunepłîngiřa le řaw bûm. bełam şeket û mandû le tawî germa pesare şaxêkî xawen sêberim kirdibû be penay aman.

çi biłêm û le kwêwe des pêbkem. dîmenî aw, awêkî sipî tir le çawî zêw, awêkî şeketîşkên û gyanbûjêner, ke lenaw diłî berdêkî diłřeqa heł’equłî. heł’equłî, diłop diłop, wekû firmêskî hetîwêkî bê şêw. řû be dawênî şax ehat û ekşa, wîtewîtî çolekey çyawîst û berzî perest, barîke dûkełêkî şawîlkey nêwçirwanêkî pîr, kebabî kewî birjaw be pûş û pwarî wişkî lêrewar. çadanêkî çikole û dolkeyêkî hengił lêzaw, çekêkî saçmelêderî řazawe be tenekey zerd û sipî, kirasedêwêkî xaławî be ałebûkî ałuwał, gewretrîn bełgey xoşî jyan û berhemî kosarî saye çewrî exsite berçaw.

sereřay ew hemû nwêngey bedîmen û řwangey bayedar herwekû motekeyêk çingî le gyanim têpeř kirdibêt, gyan û leş hałoz, wêney xom ehate ber çaw. îtir nazanim çi siřêk bû, ke leşî le siřî û diłî piř le xem haxnîbû. herwekû perîyekî peřzêřîn le naw perdey ḧasmanewe perdey gwêm hełdatewe û biłît. biłê: ebê le řeqen û kêw û çya mał’awayî bixiwazî û bo hemîşe řû be mał řawbetał řageyênî.

beřastî hewałêkî sersûřhêner û xeyałêkî kut û piř û taze le daykibû bû ke le hełeşe û hewł û sam piřî kirdim. herwekû gyanim le nîwenûzey kawey kuřim bêt, ke le bêşkeda des û şan bestiraw û ya leser kursîyekî teř û şêdadar û mêşawî firmêsk biřjêt.

bew xurte û xurpewe zor be pele û heřeşawî keresey řawim têk xist. herwekû lawêkî be hêz û çyapêw. be hawkarî şeqaw, şeqamim şeq kird. şeket û mandû le xanûçkeyêkî be gił û berd hełçinraw, siławî xom řageyand, bełam çi siław, xanûy bê kaban û siławî bê wełam û gałtey qiřuqepî, samî leser barandim.

lew hodeda cya le henîskî xefetřijênî kawey paşeberem, paşewarêk le şwênewar û munatî mał weber çaw ne’ekewt. wa dyar bû dîmen û çîmenî kiçim gagelyan bo çeyar lê xuřîbû. daykîşyan bo meřdoşên řû be çyay gořberan hengawî nabû û mawey çûn û geřaneweşî sê katjimêrî řebeqî exeyand. tenya korpeyekî sawa û qûneneşîne, kawey mekoy hîwa, be hîway memkemjeyekî çiłkin û şîrîn kiraw û be aw û qend becê hêłřabû. bełam çi memkemje, memkemjeyêkî bîr û mêşk kuj. ew memkemjey ke êsqan û dengî minałêk berew zerdî û şilî ebat. ew memkemjey ke bo heta hetaye nexoşî corawcor exate naw xiřokekanî boryey xwên û leşî hemû minałêk berew lawazî exate ser.

beřastî beřastî dîmenî kawey giryaw ta ew cêgaye serincawî bû ke wêney jyanî hemû minałe ladêyyekî tya dyar ekewt. řakşaw, bełam řakêşawêkî řast û bê girê û goł, ke lařûmetî çepî xoławî û řûmetî řastîşî be zewîyewe çespabû. herwek pepûleyêkî lawaz ke le berebeyanî befranbarda leber siřî, bałî besrabê. ya wekû esîrêkî jêrdestî bêgane ke lejêr şikence û ’ezaba le xo çûbê. cya le henîsk û henaseyêkî barîk, bełgeyekî nemirdinî lê ne’ebîndira.

řûntir biłêyn: ew kuře, ew minałe sawaye, şûtîlkeyek bû panewe bû ke be mêşûle û zerdewałe gemaro dirabû, hir lew kateda bû ke daykî wekû xêwřawî nabê, biřûskaru hałoz, şil û şêwaw le areqey şeketîda wejûr kewt. her ka kuřekey diřêj û řakşaw weberçaw hat be şeqjinî giryan û nîwenûzeyekî piř le pejare wî naka dîsan, naka dîsan kuřekem her wekû ewey tir leber bêkesî le naw awirdûda hełqirçabêt, ax çen çařeřeş û řwawe kozim.

bê ewey le bîrî bêt ke kołeşîrekey le zewî danêt, baweşî kirde bêşkeyêkî diłdarî û hêmin hêmin bo kuřêkî êsqan şil û lawazge. zor bepele berokî xoy tirazand û memkî řastî, bo řastewxo kird. ewey ke dîmendar û sersûřhêner bû ewe bû ke ew kuře ne tenha memkî negirt, bełkû be řasanêkî piř le tûřeyî ser û pirç û berokî daykî eřnî. herwekû famdarêk řû be cêga teřekey exşa. ser’encam hênd xişî, xoy geyandewe ser cêgay hewełî û laçawî be zewîyewe şetił kird. laqe şil û sûřawekanî nîwe diřêj kirdin û be henîsk û henaseyekî barîk le jyanî piř le bê nazî bêzarî xoy derbiřî. man û tûřeyî ta ew cêgaye řoyşit, ke etgut le jyan weřez û le man mandû buwe. herwekû neyewêt leme hewraztir bê nazî xoy bixate berçaw, çawî lêk ena û leser cêga teřekey be henîskêkî giřdar lenaw gyanî daykîda jîlemoy pejarey be fû ekird. zor carîş be monewe dîmenî daykî exsite berçaw. be zimanî boł û mindałanewe leber xoyewe eyurtand. herwekû be daykî biłêt û pêy biłê ew şîrey ke be şeketî řêga řoynî nîweřo biřûskabê, ya be tînî hetaw bête kułîn, nabê bixurê. xwardinî ew şîre zerdîhên û řişanewe û zigçûnî lê hił’equłêt.

maweyekî herwa qarumanî małêkî sawa têk ne’eşka. ne be layelayey dayk û ne be diłdanewey bab, le cêga teřekey leşî kila nekird. her ewdem û ew kate bû ke hetawî kiçe gewrem, le mezra řû be mał hatewe û ewîş pejareyekî tirî bo minî bab řwand. îtir nazanim çi bû û çîm lê be ser hatbû ke le qunciřêkî małekema emhewîst bêdeng û kizełok wek helacêkî lokeşkên, lenaw małî xeyałimda xerîkî pişkinîn û bercewendî bûm. emhewîst wekû zanayêkî gyannas le mestî hestî sakar, barêk akar û asarî řasteqînewe wedozim. hewełên serincî hetaw, hetawî kiçegewrem muçuřkî merg û řaçenînî pê çêştim. dîtim ke gułî sûrî řûmetî wekû gułêkî jakaw eyewîst le cwanî mał’awayî bixiwazêt, qijekanî be peřoyêkî řeş û şiřoł pêçabû. dû pê lenaw pateşřêkî qîrînda wekû çewenderêkî nîwe kuław kef û koy kułanî le ser hełçûbû. gomîlke firmêskî çawî le řûy, leser gułî řûmetî be hetaw gezrawî pê’ekenî. dîmenî çaw û çene û lacang, ḧîkayetî le komełêk şîwen û giryan ekird. herwekû be gwêyda çipabêt ke bawkî neyda be pyawêkî temen darî ser û simêł sipî. eyda be nokerêkî koł kêş û des û pê řeşî bê dîmen, neyda be zawabend. bê ewey bîken be bûk, bê ewey herêmî zemawend û řimbazî û loẍane bibînê. ebê le şewêkî řeşa be sîpałî řeşewe le qûnciřêkî řeşewe legeł dêwezmeyêkî řûřeş, řeşayî jyan be des bigrêt. zor carîş weha bû ke bizey ekewte ser lêw û kiřêjî pejarey goř ekird û le diłî xoyda eygut: na na hergîz hergîz, bawkim qet ew kare nakat û naykat. bawkim řûnakbîr û geřaw û xawen tecrebe, herçî bêt hestî babî û bercewendî zanayaney ebne bergirî tawanî awa gewre û zułmî weha gyan hełweşên. eger bêtû babim ewem legeł bikat îtir hemû şit bo min tewaw ebêt û îtir min û petêk û sêpekî meşkejênekan! ya min û tozêk dermanî mergemûş ya sekuj!

bełê biřa gyan, îtir małekeman herwekû pepûy qedem qudûmî nehatî qedemî tê nabêt û pepû, pekûy têda xwêndibêt, bibû be kelaweyekî herawî xembarî û matî bałî řeşî be sera kêşabû. dayk û bab û kiç û kuř heryek le qûnciřêka le komay xeyałî xempêw û xeyał pejare bûn.

her lew řojewe îtir çekim fiřê dawe, le jyanî nawçey bin kêw bêzrawim, girdenşîn û bê řaw, dûre goşt poř û kew û... bê hawdem û nexoş û kiřêjawîm. le karwanî kełkiřoynî hîwa cê maw û le nawçey çyay tarîk bebê çołeçra, nîwemaw, be darekute herwekû minałêkî taze pê girtû emewê biřom be řêda, bełam kam řêga? ew řêgayey ke hemû řêbwařêk tya bê ser û şwên û gumnêw û bo hemîşe nadyarî, bełê nadyarî kiłołî here gewretir û gewretir le hemû şitêk ebê kuř û kiçekanman, şwane gageł û koł kêş! dûr le zanist û zanistiga, pê û pil qiłîşaw lejêr pole diřûda bên be diřûy naw komeł.

ewe bû hoy weřezî û zwîrîm le çya, îtir çaweřwanî hengawî êwey xuşk û biram ta katî dîdarî birayane û heta katî yektir dîn xwaḧafîz.