beserhatî xule û pîze

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 13 minutes  1650 views

şewêk be şewî zistanê. le gundî kone lacanê, le małêkî teř û biřda, le heywanêkî qaqřida, çołeçra fitîle bû, tepałe desteçîle bû, řaxer ḧesîrî kurdî bû, girêçin řeq wek berdî bû, mam sabîrman be gîrhanî, dewreman da ta beyanî, ew şew heta hemû nustîn, beyt û bawî bo řêkxistîn. beytî xule û pîze şêtî, xełkî awayî şerwêtî, way gêřawe ew řûdawe. her dełêy ewřo řûy dawe, xule û pîze aware bûn, le şerwêtî şwankare bûn, penabar û kareker bûn, jin û mêrdêkî hawser bûn, xule şwan bû pîze kaban, le des pîze aman aman, xule hêdî û leserxo bû û pîze bo şeř wek heło bû, xule amał keyxiwa bû, her cor biłêy başe, wabû, sernas û goçan çewr bû, le ẍîreta wek bewr bû, meřdar hemû xoşî dewîst, be dił û be gyan deyanewîst, bełam pîze çil û wil bû, laq barîk û gedezil bû, çenewêj, xulêrkawî, geřoł, beyçeł, dełał, xobezlizan, xwêntał, naḧez û lê nezan, çawşîn, beqîn, xwar û lapan, le xuley hejar bibû sindan, sed nawnatkey lê denan, xule gêje û ḧole û mil pan, bangî dekird, sedan behaney pê degirt, carê bo nan û bo pêxor carê bo kirasî çîtî mor, carê bo kil, bo taskiławî sûr û zil cařê bo bazin û bermûr carê bo murûy şîn û sûr carê bo kewşî yemenî, carê bo leçkey çemenî çî bo kiřîba, xuley hejar, ’eybêkî lê dekirdebar, kiras ba deygut: bê senge, kewş ba deygût pê tenge yan heraweyan ta senge. her pêy degût xulegule çî bom dekirî şil û wile, yan çeqre yan gułê kałe, ya bertesk û şil û şałe ya çirç û loç û berteske, yan bê gułî sewz û keske, ya çirç û loç û berxiware, ya jakawî bin ’enbar gêj û ḧol sewdanezanî bûye kêwî daym şwanî, ḧeyfe min kabanî to bim, heta mirdin řenceřo bim, to tê nagey çende mandûm, biřwane koma û awirdûm, tendûr û kołan û kendûm, kase û dîległêne, dîze û gozey be bê wêne, qetarî kelarey be pişt, gewre û çûke wird û dirişt, têř û cewał, gurîs, kejû, xorî xołe û ben dirû, řês, têř û xurc û hegbey dûber, swêney qûł û pel û bê ser, desgire û řifêdey nanî, teştî şîwî aw û kanî. çî lew małeda berçawe hemûy bew deste sazawe. ca toş pyawî naw pyawanî ḧolekey qedirim dezanin be milî şikaw deçye şarî, dełêy soẍrey bin bêgarî, ewey deykiřî bê kełke karî to key wekû xełke, ew kirasey bo minit hêna key xamek bû keřke kwêne, hêşta dûcar neşorawe, kał botewe û bê guł mawe. kewşekanim gêř û larin, piř le tane û ’eyb û ’arin, lenaw jinanî awayî ne řêzim mawe ne bayî, xulegêj, ey ḧoley nezan, bo tênagey ke cilkî cwan diłî be xem paraw deka jinî bê naw be naw deka eto şwanî bûye kêwî be řibey şwanî kes napêwî. min jinim lenaw awayîm ḧazrî serşîn û şayîm cilkim debê zerd û sûr bê le tane û teşeran dûr bê, lêre bewla xulegêj dem pełûłe çiłkin bê nwêj, nabê to biřoye şarî, cil nenas û kołewarî bo xom deçim bo şit kirîn bo xirîd û lîbas biřîn, wirdeḧacetî nêwmałî beşî heta serî sałî be ḧazir ya qerizdarî deyankirim be yekcarî ew dem baş têdegey mîrim to çen gêl û min çen jîrim. dêzey bê nesał, çi mekře, mefroşe, be dar’ałay çakeswarî, bê min ew sał biçîye şarî wat dehařim wekû xołê detkeme kepcařî dołê.

xule pyawêkî wiryaye beş be ḧałî xoy zanaye. behaney neda be pîze, newek des date neqîze, xełkyan bête seran swîye biłêyn xełkîne şeř nwêye, werne seyrî fiřhawêjan şeřî pîze û xule gêjan! xule dêjê pîze çawim, hêzî jîn û hêz û bawim xot dezanî qisey newê bê to tawê jînim nawê, çît pê xase her ew xise, çît gereke xot binase min le biřyarit dernaçim çî to neyêjî boy naçim, pîze xot aẍa û kwêxa be çonit bo deřwa herwa be. her ew pa’îzî dahatû çi parey kon çi dahatû çîman hebû ba be to bê, bêne û berey şar berenobey to bê, nobet bê bo şaruberan, çît pê başe herzan giran, bîkře bo xot deberî ke, be xoy dade leserî ke, leçkî tenk desmałî şîn.

piştêndî şil, kirasî çîn, dadře mirdim, ḧerîrî sûr, girêy be guł, kewşî řûsûr. wesme bo çaw kirêmî lêw, şaney nuqre bendokî zêw, gwarey ałtûn qołbendî qoł, qondere dempaye, ya sol, çî zînete bo kabanan, bo hełpeřkê bo şayî û şîn bo dîwanan, bořî meřan bo sê geřan, bo seyranan. min pêm xoşe hemûy bikřî, behaney naḧezî bibřî to le jinî xanan cwantirî eger xot xawên řagřî ew demey cwanit debînim, lam waye xusrew şîrînim, min şwanim bergim bo çîye, beşî şwanan her şwanîye, her to cwan bî min řûsûrim le zorbey xefetan dûrim.

xule pîzey firîw dawe, ewey gutî çawwiřawe, pîze şêt lay wabû řaste, řastewe bû, hate řaste, bû be jinêkî hêdî û hêmin, ḧeya be xo aram şermin, ewey xule boy hełdabûn, kil û kiltûr ’etir û sabûn, kirasî guł leser kewşan, çarokey sûrî şanewşan, lay wabû giştî kirîwin, bê xem be bejnî biřîwin. bibure şoře jinî teřpoş, le xoşîda xoş û serxoş, teř û toł dem be pêkenîn, be xeyał gyan û dił xenîn, neyzanî xule lahêłe, xoşî nawê, lêy le fêłe, zorî pê neçu pa’îz dahat. xule parey şwanî wergirt. pîze şêt gurdî xoy lê girt, labiř lêy da dû beşî bird.

le tengey baxełî hawît, le xoşyan dû bazî hawît, pîze gutî xule ḧole, bê dest û pil dem pełûłe, her ewroke ḧazir debim, beyanî berew şar debim, lîbasî xot bikře teyar, serapa toş xot bigoře, mał bo gyane gyan bo goře, miřo be lîbasî berçawe, řûtî gułîye bê nawe, xule xoşî le dił geřa, be dił lew řoje degeřa, xule be dił biřyarî da, le nêwerastî şarêda, dawêkî wehay bo deçnim, qîřey debiřim, moxî deçnim, carêkî tir be yek carî, leser derka bîrî şarî, berbeyan gizîngî dabû, pîze xoy de desk nabû, xule mêrdî le xew hestan, witî heste destewstan, direnge nageyne şarî, hewa tałe, ha ke barî, małî ḧacî sibey şewê, dîlanyane bûkyan dewê, ba lîbasman firya kewê, ḧerîrî sûr, girêy be guł, kewşî řûsûr wesme bo çaw kirêmî lêw, şaney nuqre bendokî zêř, gwarey ałtûn qołbendî qoł, qondere dem paye, ya sol, çî zînete bo kabanan, bo hełpeřkê bo şayî û şîn bo dîwanan, bořî meřan bo sê geřan, bo seyranan. min pêm xoşe hemûy bikřî, behaney naḧezî bibřî to le jinî xanan cwantirî eger xot xawên řagřî ew demey cwanit debînim, lam waye xusrew şîrînim, min şwanim bergim bo çîye, beşî şwanan her şwanîye, her to cwan bî min řûsûrim le zorbey xefetan dûrim.

xule pîzey firîw dawe, ewey gutî çaw û řawe, pîze şêt lay wabû řaste, řastewe bû, hate řaste, bû be jinêkî hêdî û hêmin, ḧeya be xo û aram şermin, ewey xule بۆێ hełdabûn, kil û kiltûr ’etir û sabûn, kirasî guł leser kewşan, çarokey sûrî şanewşan, lay wabû giştî kirîwin, bê xem be bejnî biřîwin. bibure şoře jinî teřpoş, le xoşîda xoş û serxoş, teř û toł dem be pêkenîn, be xeyał yan û dił xenîn, neyzanî xule lahêłe, xoşî nawê lêy le fêłe, zor pê neçu pa’îz dahat. xule parey şwanî wergirt. pîze şêt gurdî xoy lê girt, labiř lêy da dû beşî bird.

le tengey baxełî hawît, le xoşyan dû bazî hawît, pîze gutî xule ḧole, bê dest û pil dem pełûłe, her ewroke ḧazir debim, beyanî berew şar debim, lîbasî xot bikře teyar, serapa toş xot bigoře, mał bo gyane gyan bo goře, miřo be lîbasî berçawe, řûtî gułîye bê nawe, xule xoşî le dił geřa, be dił lew řoje degeřa, xule be dił biryarî da, le naweřastî şarêda, dawêkî wehay bo deçnim, qîřey debiřim, moxî deçnim, carêkî tir be yek carî, leser derka bîrî şarî, berbeyan gizîngî dabû, pîze xoy de desk nabû, xuley mêrdî le xew hestan, witî heste destewstan, direnge nageyne şarî hewa tałe, ha ke barî, małî ḧacî sibey şewê, dîlanyane bûkyan dewê, ba lîbasman firya kewê, xo binwênîn îmeş lewê, kê lewêye debê nwî bê. berew çawî xełkî dîbê, xule dełê pîze xanim: qezat girim min ḧazirim be dił û gyanim, fermû kereşîn bêne der, xoy bawê ser, metirse řêge zor řase, dełêy textî şa’ebase, kerî şwane bê sersime, řêgenase.

xule û pîze wederkewtin, berew şarî weřê kewtin, xule be tûlî řêgaye, deřawênê nyazî waye, dawê danê bo xêzanî, necatî bê le destanî beřełay ka le nêw şarî, necatî bê beyek carî. xule le fikiran řoçûbû, bo her fêł û fûtê çûbû, pêy xoş nebû bîfewtênê, wîstî kemê bitirsênê, ḧałî bika, têy geyenê, ke jin pîze, bo karî şar nabê, karubarî bo bar nabê, dawênî xoy lê dujmine, pałewanîş bê her jine, xule û kere, xanme pîze, geyne şarî bê neqîze, çûne xanêkî berbiław, teř û biř, bogen û bê aw, kere şînyan birde jûr. tifaqyan bo kirde tûrê, xule û pîze wederkewtin. berew çeqey çeqebazař weser kewtin, be taw be ẍar, pîze şarî her nedîbû, şar bo ew nedîwbidî bû, herac heřacî desgêřan, hera û huryay şerbetgêřan, pał û bestey řêge û banan, fermû fermûy kebab xanan, berqî geşî serpenceran, zirp û zopî bêne û beran, kûçey teng û qerebałẍ, pîrepyaw, minał û nabałẍ, pîzeyan ’ebesanduwe, zeyn û hoşyan bezanduwe, lêre û lewêyan deřwanê, xełk be şêtî dezanê, hênde řwanî ta hełkewt, le piř le qanawê kewt, kewte naw fazławêkî, nehateder ta tawêkî, hate derê teř û tiłîs, bogen, dizêw û paşił pîs, hemû gyan bogen û teř, dełêy dêwî axir şeř, dîsan zimanî derêna, xuley be cinêwan řepêna, xule awřê lêdayewe, ’îfrîtêke be dwayyewe, dełêy motey ser derawe, xoy le qîlî hełkêşawe, cinêw deda xirap dedwê, didan le xuley hejar deswê, şaristanî her nehêştin, heçî xirape pêy bêjtin, xule witî pîzeşře, xełkî şaristanî diře, ziman ewen dirêj meke, çî dîm cêga pê lêj meke, xełkî şarî des bizêwin, gwêyan lêbê dethengêwin, pîze ewen řeq hestawe, be cinêwî sûk dawestawe, destî kird be cinêwdanê, qîřey geyye xyabanê, ewberewber şaristanî, pêyan zanî, xiřbûnewe, çepłe û çeqe, çepłelêdan û pê teqe, dewrî pîzeyan tenîwe, seyrêkî wa kes neydîwe, hey şêt hey şêt, dengî dawe, xyaban bû be ajawe, leber pał û pestey kuřan, xule û pîze lêk hełbiřan, pîzeyan le xuley hełbiřî, pêy nezanî cîbyan biřî, pûłêkî hebû kem û zor, lêyan dizî nenas û bor, pîzey hejar teř û tilîs, lêy wexiř bûn nezan û sîs, kûçe û kołanî pê deken hezaran opî lêdeden, pîze degrî û cinêw deda, řêgey biden řekêw deda, xełk zore wek lêşawê, řêgey nîye bazê bawê, polîs hatin têła bedes, xełkyan biław kird dem û des, pîzeyan birde şêtxane, gutyan şête hîç nezane, şêt le şar debê derkirê, zîndan kirê heta demrê, pîzeyan birde şêtxanê, her deykut parekem kwanê, hênde girya xoy dadřî, şêteyan beser dabřî, bergî şêtanyan kirdeber, legeł şêtan xira yekser, xule le pîzey nepirsî, dił bexem bû û mandû û birsî, nimekî şarî bo nekira, çî bû řoyşit û řabra, çî beser hat kes neybînê, geřawe lay kereşînê, kereşîn xawen debînê, le xoşyan bo dezûrkênê piř bezarî piř be bînê, xule le tirsa demî degrê, dełî şîne mirdût mirê, mezorkêne êre şare, polîsî ew şare hare, wirtet lê bê detken be şêt, wek pîze şêt, detbene bendî şêtxanan, ta detopî serit naden, lêt napirsin berit naden, kereşîn małî awa bê, kerî aqił debê wabê, le tirsî polîsî şarî, zerdey nehate ser zarî, xuley hawîşte ser piştê, yałła berew gundî deştê, wek bay şemał kewte řêye, zor pê neçû geyye dêye, xule û şîne geyîne małê, ca wiren xełkî lê hałê, xule řûdawî gêřawe, pîzey le şar le des dawe, xoşî xoşî kewte gundê, pîze şêt xiraye bendê, xule kewte des xoman, bo hemîşe şwane boman, pyawêkî zor pak û jîre, saye çewre, pê beşîre, her ew şwane xoman bêrîn, xoman hawserî bo têrîn, xuley dekeyne xomałî, kîjê dekeyn be ḧełałî, pîze leweş bewlawe bê, bê beş lew nawe nawe bê, xule çen řojê tenya bû, bê ax û ox û birya bû, řojê gutyan xuley hejar, pîze hatotewe le şar, pîze ew pîze nemawe, sipî sipî hełgeřawe, be kuł degrê û debarênê, her be tuwe deřawênê, xêra ke zûtir bîgeye, weylawêne. řûy bideye, bizane bełkû aqił bûbê, bew řûdawe kamił bûbê, xule tezûy kewte gyanî, řeş hełgeřa berbeyanî, dest û pay hate lerzînê, çî be ser hat kes neybînê, řoyewe bo pîze dênê, pîze ew pîze namabû, řeq û teq êskî mabû, le firmêska têr û tox bû, xawenî sed ax û ox bû, baweşî le xule hengawit, leber pêyda xoy hełtawit, witî tobe xuley hawser, aqay gewrem tacî serser, lêre bewlawe heta ser, to gewrey emin kareker, to pispoř û emin gêjim, beřastîme herçî dêjim, min bo şar û bere nabim, ba hawseruşanî şa bim, le her koy bî emin lewê, be dił dełêm her tom dewê. swêndim be hezar qurḧanê, be kak eḧmedî ser xanê, lêre bewlawe bê dawam. pîze şertî heta ser bû, bo xuley hejar xêrudêr bû, bibû be kabanêkî baş, bêdeng, be bê seda hêwaş, dedwa legeł kořî jinan, wek zanayan wekû jinan, guł le lêwanî debarî, ne şêtî mabû ne harî.