pêşekî

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 3 minutes  850 views

le zemanî berûtra, ne hêşta ke le zûtirda, jyan awa be jan nebû, xełkî ewdem bizan nebû, demar hênde fiřî nebû, xanû giştî quřêne bû, tenûr û kursî bawî bû, ḧesîr û keřke nawî bû, gał û herzin kem û zorî, tirxêne bibuwe pêxorî, dokeşk doyê ke heba, debû bêjî sed merḧeba, bew ḧałeş xełkî bira bûn, le dewr yek wek çira bûn, bê fêł û fût hełe bûn, wek bêstanî bê kełe bûn, le mizgewt û le dîwanan, boxo ya ne bo mîwanan, şewçeley şew dermanê xew bo em, bo ew, nezîle û qam û beste bûn, hore û lorey be beste bûn, geřelawaj hir core bû, be nore bû, mecrîs bê sore û tore bû, zor hebûn le pîrepyawan, le nenas û lenasrawan, zana û pispoř û behoş bûn, dem û deraw teř û xoş bûn, bo dastanan danedeman, zurbey şewan zorbey deman, leber awir û gwê tendûran, le swê ban û der û jûran, ḧîkayetyan dadebestin, beste û bendyan hełdebsitin, le mecrîsanda dyar bûn, zor mend û maqûł guftar bûn, nawyan nirabû şu’ra, bo şewî řeş wek çołeçra, xełkyan le dewre dehała, zil û zirte û kurtebała, bo şewî řeş wek çołeçra, xełkyan le dewre dehała, zil û zirte û kurtebała, ta şewgaryan pê řadebird, mat û bê deng gwêyan degirt mam sabîrêk lew nêwe bû, bo ḧîkayetan û dastan, bohełbest û beyt û bawan, bo şeřefiř bo latawan, bo fîşał û çawwiřawan kiřêwe bû, şo’eray ew nêwe nêwe bû, ay çi zana û hengêwe bû. le canî bê canewe, cindokey wa be panawe, nebînrabû le mełbendan, wek ew bêjê qam û bendan, çî gutbaye neydegutewe, dengî detgut qaqay kewe, çonî denûsim way degut, mam sabîr başqe şo’era bû, be řeḧmet bê şu’eray ça bû, deygut çend sałê lemewber, minałê bûm bêkes, bê der, şwane gagelî mamem bû, minał, tenya û bêhawdem bûm, heçend zor têr û piř kurtebała, xiřkełe bûm, deng xoş û řezaşîrîn bûm, ewdem lenaw janî jîn bûm. bełam xawen dem û jîr bûm, sabîr bûm nek mam sabîr bûm.

zimanî hên paraw bû, çî tîtał û beyt û baw bû, lewřabû boman becêma, lew memnûne berey ême, lewřa yekê beytibêje, xoşbêje ya ḧol û gêje. sed řeḧmet biřjête gořî, bezey xwa bê çawenořî.