poř û peleqajey necat

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 2 minutes  599 views

perî popezêřînî hozî pořan hate dořan, kewte pařanewan be zimanêkî nîwe ziman, witî lale heło eman, min pořêkî naw şêwerdim melekey zêřînî herdim. hawsêyekî minał wirdim, nerim û şilêkî kem xwênim şêxî dem aw û bestênim, pak dawênim, bo ’emrî diřêjit xêre, le xwardinim xo bibwêre, lêm geřê ba wegeřêm, fiřêkî tirîş hełfiřim ta minałim pêdegirin, xiřeke debin le bin perçan dêne der û pê degirin û fêr debin, debin be poř û xo bexêw deken.

mîrim, ey berzefiř, mîr be bê azar be, le azar û bazay bê hêzan şikê bike, ey be witey nûseran řûsûr. ew hełeş dwaqanim de. ba wegeřêm, ba le geř û gizey biřêk nûserî nanî nanîda serdanenêm. ey lale heło, nûseran minyan hêna seran û seryan pê danam. nûseran, etoyan be cîhanî xas nasan, kirdyanî be mîr û hatye naw basan, huřay şeřefyan bo kêşay, řengî firîşteyan lêday. be şî’rî xuř çawyan şirdî, awzengyan bodagirtî, ’ebay ẍewsyan le ber kirûy, le serûy hewran cêyan kirdî. mêzerî şeřfyan, leser danay, hewta kiray, řegeł xasan xiray, bûye xoşnêw, bûye mîrî telan û kêw, qelyan gul kird, toyan zil kird, weha betam bonyan kirdî, sirk û siłyan bo řam kirdî, deyan melî sawîlkey min asayî, be hîway berzayî nizmayyan cêhêşt, sizay nezanîman çêşt, be witey nûserî bêçêj, bûyne gêj. bûyne mîwanî şay xwênřêj, kê berew załim û załî řabû, kewł û pêstîşî weha berba bû, ba nezanê berew kwê çû, wek çuwan, laçuwe, herçû, her çû, to biłêy dûkełî arawbazim, merg, zarokî leřû, na’akam. řîşî kam nûserê, bisûtênê? ta lemewlawe, be destî zał çî dî nerjê, leçya xwênî ał.