poř û heło

From the Book:
Şeware
By:
Mulla Karim Sarde Kosani (1926-2001)
 2 minutes  735 views

poř bałdařêkî be bał û daw û delîng zêřîne, be lencewlar û xwênşîrne. xan û man û peřnexşîne, gerdin kêl û denûk gird û çetir hengêwe, xełkî mêşełan û cêgay zemened û çuẍure, le xoşarokêneda kem wêneye, be řeşeřaw bo řawçî ředaw nakewêt, meger le kewî û kilkederawan sîpey bo hełbestî dena pêy nawestî. poř cwantirîn melî bêşezar, bêzeř û geř û azare, goştî piştî betam û çêje, mêşkî, koł û gêje. le řojanî hewr û heław û be sêberda zor be kemî weber çaw dêt. bełam le řojanî saw û hetaw bo zorbey çawan berçawe, her boyeşe, hozî pořan, le tirsî řawkerî meḧał legeł hetaw nabne hawsê, nabne hawmał. le cêhetawan nageřên, le sêbergayan denîşin, dełeweřên.

řojêkî bejan:

řojêk le řojanî bejan, pořêkî cwan, řêkupêk û bebał û baw, heway kwêstan le serî da, be daw û naw, le qîřey boqan weřez bû qîjey qelî pê naḧez bû, fiřî le mêşan hate der, oẍir xêr bê berew sefer. berew çyay bexêr û bêr, hobe û hewarî jîn û mêr. řûxoş, diłxoş. beřeng û řû, fiřye ser kenk û şaxan, hełwerênî derd û daxan, xoy da ber awêney hetaw, xoy pê cwan bû, be çawwiřaw, hênd be cwanî le xoy řwanî, çaw hengawtî, şeqjinê le piř bizawtî. çawezar bû, boy řêkewt, tîrî nedîdey wêkewt, lexim xorkî merg kewt, bû be neçîrî řawçî pîr, şa hełoy telan û melgîr. heło birdî way dahatê destî necatî negatê.