keko ziman dirêjim

From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
 2 minutes  895 views
keko ziman dirêjim, mexeyde ez çi bêjim
ez xêrxiwaz û dilovan bê toz û be qerêjim
zimanê min û teye, nîsk û genim û ceye
gelek zîwan têdeye, niha jêre werbêjim
genim hemî zîwane, bê rûmet û erzane
bi ser hev de ber dane, lê ez jêre girbêjim
zimanekî kevnare, çend sale ko beyare
di bin lingê neyare, bi ser we de navêjim
ne ez şêxim, ne mewla, li kes nakim teşqela
ji ber van derd û kula, bê rojî û nimêjim
kurê kardoxNamed-Entity û mîtanNamed-Entity! di tarîxê pehlewan
menêre ko bindestim, kevnare û ji mêjim
rîsê xwe min badaye, min ristîye, radaye
xelkê tenûr dadaye, ez nanê xwe dipêjim
tarîx diçî ber bi pêş, barê we min bire êş
nû hatye hebûnê, tu rûnî, ez dewêjim
tim dixiwazim azadî, divêm xweşî û şadî
bê zor kesek ḧeq nadî, ne faşist û xwînrêjim
şer naxwazim, haştîxwaz, bi lav lav û gazegaz
nabî şerê borcewaz, ez ne dînim, ne gêjim
min xwest ku bibme rêber, bi tîp û top û leşker
bi dijmin re bikim şer, lê nikarim bipêjim
ma ez çi bikim nîne pişt? çi bikim ji tizbî û xişt?
çûkim dikim qişteqişt, van ristan ez dibêjim
çi hatîye serê min, bar girane kerê min
ez lê didim mexel tê, nizanim ez çi bêjim?
heftê saln cigerxiwînPen name, dil û kezeb bûn birîn
gelek fersende me dîn, zanabî ez ne hêjim!