feratim kêferatim
From the Book:
Şefaq
By:
Cigerxwîn (1903-1984)
2 minutes
983 views
guj-guj û him-him feratim, ferat...
xuş-xuş û xum-xum feratim, ferat...
feratim, kêferatim
karim, xebatim
jîn û felatim
vaye ez hatim
ji jorve ez têm
diçim ber bijêr
di nav dilê min
tev gewher û zêr
feratim...
bi him-him ez têm
bê ser û bê bin
ser derya mezin
feratim...
dazwaza milet
feratê dijwar
di ber xwe dibim
tev gerş û gemar
feratim...
dengê sewîyan
rengê birçîyan
ez dengê şivan
xama xwendevan
feratim...
tev ah û nalîn
giryan û qêrîn
bi çelq û lem-lem
hemî kul û xem
feratim ...
diçim pêş bi rist
wek sitêr û rist
hemî derd û kul
dikevim nav dil
feratim ...
di dilên xortan
dikelim herdem
ber pozê dijmin
ez xîp û kelem
feratim ...
ez xwendewarî
ezim hişyarî
dûr û dirêjim
gavan tavêjim
feratim ...
di nav dilande
pir xurit û bi tîn
di nav damarên
xortande bûm xwîn
feratim...
di ser hevre têm
bi çelqîn û guj
di ber xwe dibim
dijminê xwînimj
feratim, karim, xebatim
ez kêferatim
vaye ez hatim
ji kurdistanve têm
pir xurit û bi tîn
ez pêta cerg
û dilê cigerxiwîn
xuş-xuş û xum-xum feratim, ferat...
feratim, kêferatim
karim, xebatim
jîn û felatim
vaye ez hatim
ji jorve ez têm
diçim ber bijêr
di nav dilê min
tev gewher û zêr
feratim...
bi him-him ez têm
bê ser û bê bin
ser derya mezin
feratim...
dazwaza milet
feratê dijwar
di ber xwe dibim
tev gerş û gemar
feratim...
dengê sewîyan
rengê birçîyan
ez dengê şivan
xama xwendevan
feratim...
tev ah û nalîn
giryan û qêrîn
bi çelq û lem-lem
hemî kul û xem
feratim ...
diçim pêş bi rist
wek sitêr û rist
hemî derd û kul
dikevim nav dil
feratim ...
di dilên xortan
dikelim herdem
ber pozê dijmin
ez xîp û kelem
feratim ...
ez xwendewarî
ezim hişyarî
dûr û dirêjim
gavan tavêjim
feratim ...
di nav dilande
pir xurit û bi tîn
di nav damarên
xortande bûm xwîn
feratim...
di ser hevre têm
bi çelqîn û guj
di ber xwe dibim
dijminê xwînimj
feratim, karim, xebatim
ez kêferatim
vaye ez hatim
ji kurdistanve têm
pir xurit û bi tîn
ez pêta cerg
û dilê cigerxiwîn