asarî ’umran û medenyetî
asarî ’ezemetî sułtan selaḧeddîn tenya ’îbaret be ẍeza û tewḧîdî îslam û ḧusnî îdare û dehay ḧerbî û syasetî nebû. legeł emeşda zor be bînay baş baş wiłatekey řazandotewe. le 566 h.da le nizîk mizgewtî qedîm, medresey nasryey bo tedrîsatî mezhebî şafî’î dirus kird û emeş ewweł medreseyeke ke le mîsirda dirust kirawe. le dway eme «midirsة alqimḧîة»y le nizîk ewewe bîna kird bo mezhebî malkî. le 572şida «midirsة alḧinfîة»y le małî wezîr elbeta’îḧîda kirdewe ke êstake «alsîwfîة»y pê ełên. legeł kirdinewey em medresaneda wezîfey bo mamosta û qutabîyekanîş te’îyn kird û bem terḧe twanî le cêgey mezhebî şî’e, mezhebî sunnî biław katewe.
saḧêbî kitêbî «sibiḧ ala’şî» ełê: «xaneqa û tekye le pêş ḧikûmetî eyûbîyeda le mîsirda nebû, ewweł mu’esîsî emane, sułtan selaḧeddîne û le dirustkirdnî xaneqay selaḧîyewe ke be «si’îd alsi’da’» meşhûre, desî pêkird û be’zê ewqafîşî bo dana».
esasî quwetî beḧrîye le mîsirda le teřef sułtan selaḧeddînewe danra û be ’înwanî «dîwan alastul» da’îreyekî mexsûs le jêr nezaretî melîk ’adłî birayda bo damezrand. eskenderîye û demyat le qeraẍ beḧrî sipî, «festat» û «qus» le ser nîl, benderî beḧrîy muhîm bûn.
çunke dî ke eskenderîye dayme tûşî te’eřuzî fereng ebê, şûre û qełay zor baş te’mîr kirduwe û lewê û le mîsirda dû xestexaneşî dirust kird. qesrî «’ezîz îbnî elmu’îz»y fatîmîşî kird be xestexane û le naw ew qesreda ẍerbaxaneyekîşî te’sîs kird.
bo îslaḧî zira’et û teshîlatî zura’, be’zê pird û cogeşî dirust kird.
be ẍeyrî emane, şûreyekî meḧkemîşî be dewrî paytextî mîsirda ke ’îbaret bû le festat û ’esker û qeta’î’ û qahîrey muzrîye kêşa û qełayekî meḧkemîşî le cêgeyekî berzîda ke bitwanê mudafe’eyekî ew çwar geřeke bika, dirust kird û le naw ew qełayeşda xanûyekî bo xoy û seray ḧikûmetî tya bîna kird. êstakeş be ser dîwarî em qełayewe řesmî hełoyek heye ke ’elametî beyaxî nefsî sułtan selaḧeddîn buwe (hełoyekî sûr le ser řuxamêkî zerd).
řesmî kemerkêşî be tewawî leẍu kirdewe û bem terḧe îş û karî zura’ û tucarî zor sehil kird. waqî’en le dewrî ḧikûmetî fatîmîda ehlî mîsir le jêr barî giranî em řesmeda be tewawî piştî koma buwewe û le řûy emewe zorî zułim lê ekira.
bêcge lemeş, sałî dû hezar dînarî legeł hezar erdeb genmî be emîrî mekke eda û řesmî le ser ḧecac hełgirt. duqtor eḧmed bîllî le nîhayetî beḧsî em sułtane gewreyeda ełê: emey ke basman kird cuz’êke le ewsafî em sułtane gewreye û em serdare beşewkete û em fatîḧe muzeffere; min lew fîkiredam ke eger emsalî selaḧeddîn le naw milûkî îslamda zor hełbikewtaye, eḧwałî îslam bem new’e le xarc û daxłida bêxêr û peşokaw ne’ebû.
seyîd emîr ’elî ełê: elfezlî qazî ke wezîrî bû, le umûrî xeyrîyeda zorê yarîyey eda, şûray ḧikûmetî selaḧeddîn tenya qerequş, ḧîsameddîn û meştûb û emsalî nebû, wekû qazî û katib ’îmadeddîn û ’îsa elḧekarî û be’zê ’ulemay beşoretîşî tya bû.