wezaretî emîr selaḧedîn
emîr le dway sê řoj te’zyey mamî, fermanî xelîfe bo wezaretî sadir bû. be’zê le umeray şam leme memnûn nebûn û geřanewe şam û emeş eserî ḧesûdî bû. be tebî’et bo ew meqame hîçyan be qed emîr selaḧedîn layq nebûn, xelîfe leqebî «melîk elnasir ebu elmuzefer selaḧ eldunya weldîn yusif îbnî eyûb»y daye.
melîk nasir le ’umrî bîst û dû sałîda û le dway tekamulêkî syasî û ’eskerî, geyşte em meqame biłinde. bełam ke temaşay etřafî xoy kird, kesî way le umera nedî ke be gyan û dił yarîyey bida û way munasb zanî ke bawik û birakanî û xizmanî le xoy ko bikatewe. kaẍezî bo nûsîn û hatin. ke bawkî hat, xełatî wezaretî le ser şanî hełgirt û teqdîmî bawkî kird, bełam bawkî qebûłî nekird û gutî: eger to layq nebûytaye, xwa emey ne’edaytê.
melîk nasir wîstî xełkî mîsir le xoy memnûn bika û zor îḧsanî danê û çakey legeł kirdin û herçende xoy sunnî û xełkî mîsir şî’e bûn, hîç dexłî îş û karî mezhebî nekirdin û tenya le xutbeda le dway nawî xelîfe, nawî nûredînîş ebra.
le weqtî wezaretda, ehlî selîb «demyat»yan dagîr kird. melîk nasir leşkirî lê kirdin û şarekey sendewe û le mîsir derîkirdin û bêcge lemeş, qesebey «’eqebe»şî ke le ser řêgey ḧecacî mîsir bû, zewt kird û em dû zeferey, te’sîrî gewrey be ser xełkî mîsirda bû û muḧîbetêkî zoryan le ḧeqî peya kird û mewqî’î melîk řoj be řoj le diłî xełkî mîsir û umerayda le biłindîda bû.
beynêk «mu’temîn elxîlafe» kewte xyanetewe legełî û ḧeta ferengî lê han da ke bête ser mîsir, ta melîk nasir bikewête beynî dujminî xarîcî û daxłîyewe. mu’temîn elxîlafe be leşkirî sodan ke penca hezar kesêk bû, piştestûr bû. melîk le firsetêkda em xa’îney le naw bird û le ser eme leşkirî sodanî ’usyanî kird. melîk nasir, şemseldewle tûranşahî biray, bo kujandinewey em agire me’mûr kird û ḧeqîqeten em bira aza û diłsoze baş le ’odeyan hat û le zerfî dû sê sałda řeçełekî biřînewe û le xakî mîsirda sodanîy nehêşt û zorî lê kuştin, baqîş řaykird bo sodan. lewêş le teref «’adił»y birayewe tefrutûna kiran.
le dway kuştinî mu’temîn elxîlafe (cewher), melîk nasir, meşhûr beha’eddîn qereqûşî kird be mu’temîn elxîlafe.
melîk nasir hêşta taze heray sodanî biřîbuwewe ke ehlî selîb hate ser demyat. melîkî qudis legeł ḧikûmetî řomda qisey kird be yek û wîstî mîsir dagîr bika û le pêş hatnî leşkir û dunnimay řomda xoy hate ser demyat. em qełaye le teřef melîk nasrewe zor baş bo mudafe’e ḧazir kirabû. le ber ewe, dunnima û leşkirî qudis le dway penca řoj şeř û muḧasere, be ḧałêkî xirap geřanewe û hîçyan pê nekira. bêcge lemeş, be teqdîrî xwa ferteneyekîş le beḧirda peya bû û beqayay dunnimay řomî ẍerq kird.
le dway em ẍelebeye, melîk nasir ḧałî mudafe’ey terk kird û be leşkirêkewe řûy kirde felestîn û destî kird be tezîyq û tałanyan. gořanî wezîfetî ’eskerîye û syasîyey mîsir, bem terḧe û te’eřuzî orduwekey be felestîn, bo xełkî mîsir ḧadîseyekî fewqel’ade bû. demêk bû le jêr nifûz û weḧşetî ferengida damabûn û eyannałand, bełam be sayey ḧusnî îdare û dehay melîk nasrewe kewtine ḧałêkî tirewe; emca fereng le te’eřuzî ewan etirsa. tebeddulî wez’îyet bem new’e, muḧîbetî melîk nasrî le diłî mîsrîyekanda zyatir cêgîr kird û mewqî’î me’newî û madîy melîk, řoj be řoj le biłindîda bû.
melîk nasir legeł emeda ke wezîrî xelîfe ’azd bû, le teřef sułtan nûredînîşewe mensebî «sipehsalar»y bû û zor muxlîsî sułtan bû. meşhûr qazî elfeził û ’îmadedînî îsfehanî, herdûkyan le me’îyetî melîk nasirda me’mûrî muxaberatî řesmîye û muşawrî xas bûn. qazî îbnî şedadîş le dwayîda (584 h) bû be katbî xisûsîy sułtan selaḧedîn.
melîk nasir le dway kujandinewey îxtîlalî daxłî û ẍelebe be ser ferengida wîstî bo te’mînî serbexoyî, wirdewrde mezhebî sunnî le beynî mîsrîyekanda biław bikatewe. bem fîkire başe, dû medresey gewrey kirdewe, yekêkyan nasrîye û ewî tirîşyan kamîlîyey naw nira.
îbnî esîr ełê ḧebsixaney «dar elme’ûne»y řûxand û medreseyekî bo mezhebî şafî’î le cêgey dirust kird. «dar el’edil»yişî kird be medresey şafî’î. qazîyanî şî’ey mîsrî ’ezil kird û le cêgey ewan qazîy şafî’î dana.
sułtan nûredîn bo xutbe xwêndinewe be nawî xelîfey ’ebasîyewe zor îlḧaḧî nekird û efkarî ’imûmîyeş emey ewîst. bełam melîk nasir hełeşeyî nekird û wîstî ewwełen mewqî’î xoy baş qaym bika û le dwayîda dest bidate em îşe. le dway beynêk be ’adetî xoy, meclîsêkî îstîşarey ko kirdewe û muzakerey legeł kirdin û le paşda le ser qerarî meclîs, xutbe be nawî xelîfey ’ebasîyewe xwênrayewe. xelîfey fatîmî, el’azd, lew weqteda nexoş bû, be emrî melîk em xebereyan lê şardewe, waqî’en le dway çend řojêk el’azd wefatî kird (567 h). melîk le wefatî zor ’aciz bû, çunke bo syasetî beramber sułtan nûredîn, mesłeḧet nebû.
melîk nasir le dway difin û te’zyey el’azd, netewe û xanedanî fatîmîy le qesrî xelîfe hênaye derewe û le xanûyekî tirîşda afretekanî dana û zor baş temaşay kirdin. lem cwêkirdineweyeş me’na zawzêyan bû. xezêney qesrî xelafetî be ser umera û pyawmaqûłan û muḧtacîna dabeş kird.
le dway wefatî el’azd, melîk nasir bû be ḧukmidarî serbexoy mîsir. ewweł îşî, dirustkirdnî qełay qahîre bû. lew weqte em paytexte ’îbaret bû le çend parçeyek: festat, geřekekanî ke eḧmedî tołon dirustî kirdibû, qahîre el’ezîme. melîk nasir be dewrî emaneda dîwarêkî meḧkemî dirust kird û qełayekîşî be nawî xoyewe bo ḧîmaye û muḧafezey şareke bîna kird û le naw em qełayeşda sera û dewa’îr û be’zê xanûy munasîbî bo xoy û destupêwendî dirust kird.
melîk nasir selaḧeddîn ney’ewîst ke sułtan nûredîn lêy bikewête şubhewe, le ber eme, le xutbe û le dway nawî xelîfe, nawî sułtan nûredîn zîkir ekira û sikkey be nawî ewewe lêda û le xezêney qesrî xulefay fatîmî, dyarîyekî zor beqîmetî bo hełbijard û nardî.
beynêk melîk nasir bo fetḧî qełay «şubik» ke le felestînda û le ser řêgey tucarî mîsir û şamda bû, çû. bełam ke bîstî sułtan nûredîn řûy kirdote ew nawe, neywîst tûşî bê û wazî le qełake hêna û geřayewe.
be’zê umeray sułtan nûredîn ke le fetḧî mîsirda legeł şêrkoh û melîk nasirda nemabûnewe, çûbûnewe lay sułtan nûredîn. emane dayme se’yan ekird ke diłî sułtan nûredîn legeł melîk nasir bigořn, ḧeta ełên ke le dway geřanewey melîk le qełay şubik, sułtan nûredîn řûy kirde mîsir û wîstî bîgrê. ke melîk nasir em xeberey bîst, meclîsî şořay ko kirdewe û muzakerey legeł kirdin û yekê le e’zay meclîs gutî: lazme şeř legeł sułtan bikey. necmedîn eyûbî bawkî ke emey bîst, tûře bû û gutî: wiłateke wiłatî sułtane û hemûman ’ebid û tebe’ey ewîn û le ser eme meclîs biławey kird û le paşda necmedîn eyûb gelê lome û nesîḧetî melîk nasrî kuřî kird.
waqî’en sułtan nûredîn le ber be’zê îş û karî muhîmî cezîre, neytiwanî bê bo mîsir. melîk nasir le dway çendêk tûranşahî biray bo te’mînî sodan û tedqîqî eḧwałî nard.
sułtan nûredîn le dway eme ke kaẍezî îta’et û tab’yetî le melîk nasir wergirt û îş û karî cezîreşî tewaw kird, xeberî nard bo melîk nasir ke be leşkiryewe bê û le felestîn yekdigîr bin û şeř legeł melîkî qudis biken. waqî’en melîk nasir îta’etî kird û çû, bełam le pêş çawpêkewtinî sułtan, be sebebî nexoşîy bawkyewe geřayewe mîsir. waqî’en emîr necmedîn eyûb le nizîk bab elnesir le wiłax gilabû û le dway çend řojê wefatî kird.
sułtan nûredîn le geřanewey melîk nasir ’aciz bû û qerarî da ke be leşkirêkewe biçête ser mîsir û dagîrî ka û melîk nasir ’ezil bika, bełam ecel meydanî nedaye û lew řojaneda wefatî kird (řojî çwarşemo 21 şewwałî 569 h).
le pêş wefatî sułtan nûredîn, melîk nasir zor fe’alyetî nwand, le layekewe le jêr nezaret û emrî bawkya leşkirî mîsrî tenzîm û terbye kird û le qeraẍ beḧrî sipîşewe ta şarî «qabis» hemû «teřablusî ẍerb» û «tûns»y dagîr kird. le layekî tirîşewe bo fetḧî yemen, tûranşahî biray nard (řecebî 569 h) û ew wiłate û ’eden kewtine jêr îdarey mîsrewe.
lew beyneda le teřef şa’îr «’emare elyemen» û be’zê kesî tir, îxtilalêk tertîb kirabû û emane legeł melîkî ferengîşda qiseyan kirdibû be yek, bełam le pêş wiqû’îda melîk xeberî zanî û sebebkarekanî hełwasî. lew beyneda dunnimay «siclya» hatbuwe ser eskenderîye, melîk nasir zû def’î kird û lew beyneda qeřałî qudsîş mird ke dujminêkî bequwetî melîk nasir bû.
le dway wefatî sułtan nûredîn, bo serbexoyî bo melîk nasir, îtir manî’êk nema û be tebî’et ḧakmyetî mutłeqey şerq û serdarîy îslam kewte ’odey melîk nasir selaḧeddînewe û řeqîbêkî way bo nema ke bitwanê beramberî bwestê. kuře mindałekey sułtan nûredîn û seyfedîn ḧakmî mûsił û sułtanî selcûqî řom le nawda hebû, bełam emane hîçyan ḧedî eweyan nebû ke bitwanin řeqabetî legeł biken. melîk nasir çunke şeřî fereng û derkirdinyanî le wiłatanî îslamî be wezîfeyekî dînî ezanî, wîstî ke legeł em ḧakmanî musułmananeda îtîfaq bika û hemû quwetî îslam beramber be dujminî dîn ko bikatewe. em fîkire başe esasî syasetî musteqbelî melîk nasir selaḧ bû, waqî’en le serîşî řoyşit.