sêyem seferî mîsir

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 2)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 3 minutes  568 views

sułtan nûredîn le ser pařanewey xelîfe qerarî xoy da. be zahîrî bo yarmetîy xelîfe û le ḧeqîqetda bo zewtkirdnî mîsir leşkirêkî bequwetî ko kirdewe û le qumanday şêrkohda nardî bo mîsir. em leşkire heşt hezar kesêk bû û gelê umeray meşhûrî tya bû. emîr selaḧedîn arezûy çûnî nebû, bełam beramber be emrî sułtan û mamî neytiwanî řawestê û legeł mamî çû.

îmlirîk ke xeberî hatnî şêrkohî bîst, şiłeja û ewwełen wîstî nehêłê legeł leşkirî mîsirda yekdigîr bê, bełam pêy nekira û nîhayet le řebî’ulsanî 564da (kanûnî sanî 1169 m) be na’umêdî geřayewe qudis.

lewlawe şêrkoh geyşte berdemî qahîre û xelîfe û xełkî mîsir hatin be pîryewe û beyanî şukir û bexêr hatnyan kird. le dwayîda le berdemî qahîreda xêwetî hełda. le paşda xelîfeş hate ordûga û şêrkohî zyaret kird û beyanî şukir û memnûnîyetî kird. şawrîş hate lay şêrkoh û zor eserî memnûnîyet û muḧîbetêkî diroy nwand. ’adeten hemû řojêk be swarî ehate lay şêrkoh û wekû dostêkî çend sałe û muxlîs, bê teklîf amuşoy ekird. fîkirî wa bû ke zyafetêk bo şêrkoh û umeray şam bika û le firsetêkda hemûyan le naw berê, bełam «kamil»y kuřî pêy zanî û heřeşey lê kird û gutî: be xwa şitêkî wa bikey, xeber be şêrkoh edem! legeł emeşda bo xyanetkirdin le firset egeřa. umeray leşkirî şêrkoh hemû ḧîsî xyanet û diroznîy şawryan kirdibû.

řojêkî cum’e be ’adetî xoy şawir hate ordûga, şêrkoh lewê nebû, emîr selaḧedîn legeł be’zê umeray tir legełya swar bûn û le swarekanî dûryan xistewe û le paşda xistyane xwarewe û qołyan best û nardyan bo xelîfe û xelîfe nardyewe dwawe ta serî bibiřn û em emreyan becê hêna û serekeyan nard bo xelîfe. bem terḧe wicûdî em wezîre xa’îne ke ewendey nemabû mîsir bixate dest fereng, hełgîra.

le dway eme, xelîfe ’azd, esededîn şêrkohî bang kird û xełatî wezîrî û leqebî «melîk elmensûr emîr elcyûş»y daye. esededîn şêrkoh be sîfetî wezîrî xelîfe, destî kird be řêkxistinî îş û karî mîsir, bełam wezaretî ewende dewamî nekird û le řojî şemmo 22y cemadî axrî 564da emrî xway becê hêna. le muddetî wezaretî şêrkohda eẍłebî îşî muhîm, ḧewałey emîr selaḧedîn kirabû.