le mentîqey Bda
’eşîretî em mentîqeye le mentîqekanî tir be tewawî cwêye. ew xetey ke le mentîqekanî tirî cwê ekatewe emeye: derbendî tiblîs, dîcle, çyay torosî şerqî, qîsmî ’ulyay furat le şaxanî dêrsîm û mentîqey E cwê ekatewe.
| nawî ’eşîret | ’ededî małî | şikłî îctima’î | mewqi’ û eḧwałî |
| mûşîk | ? | ? | le beynî si’ird û dyarbekirda û le qeraẍî dîcleye. derḧeq be mîqdarî małî, me’lûmatêk nîye. bem nawewe le mutkyanda dêyek heye, muḧtemele em ’eşîrete legeł qewmî mûşkî dewrî asûrîda ’îlaqedar bê. |
| pincînan | 900 | ? | ’eşîretêkî muḧarbe û ełên be’zê małî yezîdîşyan le nawaye. le şîmalî si’irde. |
| pûran | 200 | nîwe geřoke | zar’ û saḧêb małyate. le beynî dyarbekir û mûşdaye. |
| şêx dûdanlî | 200 | ? | le şerqî dyarbekire. |
| bîkiran | 500 | geřoke | zistanan le nizîk dyarbekire û hawînan eçête dewrî si’ird. ermenîyekan ełên netewey ’eşîretî baẍratunyanî qedîme. yezîdî û sincar ełên ecdadyan le şîmalî dîclewe hatuwe. |
| řeşkutanlî | 500 | geřoke | le şerqî dyarbekire. nawêkî muşabhî eme řeşdinyan le tarîxî ermenîda heye. |
| bişrî | ? | sakîne | le beynî si’ird û myafarqîn û dyarbekirdaye. |
| tîreykan | 650 | ? | le şîmalî dyarbekirdaye. şałî baş dirust eken. dewłemend û tendirustin. ermenî le nawyana hebû, xoyan be kurd da’enên û ełên ême ermenî nîn. |
| kuzlîçan | ? | ’eşîretêkî piçûke. řenge le dêrsîmewe hatbê. | |
| zekermî | ? | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| mûsa | ? | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| sarmî | 400 | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| celalî | 100 | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| xazalî | 50 | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| bederî | ? | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| melaşîgo | ? | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| bozîkan | 180 | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| koryan | 180 | le beynî bidlîs û dyarbekirdan. | |
| mudekî weya mutkyan | ? | eme nawî çyayekî dirêjî şîmalî bidlîse û xełkî kurdî em çyayeş be ’eynî nawewe naw enrên. zahîr waye ke beşî zorî zazaye. firqekanî emeye: kîburalan, bubanlî, kusûn, řuzabe; em çwar firqeye zazaye. zeydan, erîklî, pîrmûsa; em sê firqeye kurde. lem firqane here qedîmî bubanlîye. | |
| pinîçarî | 450 | beşêkî be kirmancî qise eka, le ẍerbî mûşe. | |
| sîlwan | ? | řenge zaza bê. le ser awî mirade û le ẍerbî mûşe. | |
| zaza | 1000 | ’eşîret nîye, dêhatîye û le şerqî xerpûte. | |
| kedak | 600 | zazaye û le şaxî weşîndan. | |
| aşmîşarit | 500 | zaza û şî’eye. le dewrî xerpûte. | |
| kulbîn | ? | zazaye û le cinûbî xerpûte. | |
| gurus | ? | dirawsêy kulbîne. | |
| sînan | ? | zazaye û le ẍerbî xerpûte. | |
| elya | ? | geřoke | me’lûm nîye ke zazaye ya kirmance. le cinûbî xerpûte |
| behîrmaz | 500 | zaza û şî’eye. le dewrî xerpûte. | |
| dêrsimlî | ? |
’înwanî ’imûmîy xełkî dêrsîme. hemûyan ’elîîlahîn. mufrîtin. lehceyekî mexsûsyan heye û nizîk zazaye. le hawînanda gundekanyan becê ehêłn û eçne şîmal bo naw çya. firqekanî û tewab’î dêrsîm emaneye: - mîlan: esłî ’eşîretî mîllî meşhûr emeye û êstakeş hatuçoyan heye. - keçeł: 1000 małêke û le nizîk yałuye. - şwak: firqeyekî sakîne û sunnî mezhebe. - ferhad ewşaẍî: le teřefî «surpinîkan»e û firqeyekî kurde. - bextyarlî: 30 dêyekî heye. le nizîk çemişkezeke, nîwe geřoke. - karbanlî: le esûnîke. - mîrzanlî: le nefsî dêrsîmdaye. - ’ebasanlî: qałî zor cwan dirust eken. - bałaşaxî: 200 małêke û sakîne. - laçîn oşaẍî: le amuẍadaye. - gizvilçyan: nawî mentîqeyekî dêrsîme û çend ’eşîretêkî tyaye û bem nawewe nasrawin û le şîmalî dyarbekirdan û řenge le dêrsîmewe hatbin. - gîwran: řenge le nefsî dêrsîmda bê. |