qyamî 1930

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 7 minutes  643 views

em ḧerekete be gwêrey neşryatî mîllet‌perweranî kurd, qyamêkî munferîd nebû, bełkû dewamî îxtilalêkî mîllî bû ke le 1925da desî pêkird û qet nekujayewe. gah sikûnetêkî mweqetî nwanduwe û گاە kesbî şîddetî kirduwe. derḧeq bem ḧadîseyey sałî 1930 hêşta me’lûmatêkî ḧeqîqî û mewsûqman nîye. neşryatî menab’î turk û mîllet‌perweranî kurd řenge le teḧrîf û mubaleẍe xałî nebê, le ber ewe le neşryatî her dû la, fikirêkî řast û řewan peyakirdin zor zeḧmete.

xulasey neşryatî řoznamekan wa enwênê ke esasî ḧereketî 1930 le cîhet şaxî ararat ke merkezî qway mîllîyey kurd bû, desî pêkirduwe û mudîrî ḧerekat îḧsan nûrî paşa buwe. le 13y ḧuzeyranî 1930da şîddetî send û be germî, mangêk dewamî kird û be’zê qołî ta ḧidûdî sûryeş te’sîrî nwand. ḧikûmetî cimhûrîyetî turkya leşkirêkî zor, (qul ordûy noyem)y narde seryan û le dewrî şaxî ararat û ew mentîqeyeda gelê şeř bû. tefsîlatî ḧeqîqîy em şeřane me’lûm nîye. nîhayet řûsye le layekewe ḧidûdî xoy lê qaym kirdin û ḧikûmetî êranîş le ser teşebusatî ḧikûmetî turk be’zê quwetî sewq kirde ew nawe û bem terḧe qway mîllîyey kurd le sê lawe tezîyq kiran û le dway hîmmet û fîdakarîyekî zor serkirdey ḧerekat be xoy û be’zê řefîqanî û be mecbûrî, teslîmî qwetî êran bû û lewêwe sewq kirane tehran.

wekû le serewe gutman tefsîlatî em ḧereketeş mechûl weya muşeweşe, îfşa’atî menab’î turk û mîllet‌perweranî kurd yek nagrê. be gwêrey řîsalekey duqtor bileç şêrko (alqizîة alkirdîة) û beyanatî be’zê erkanî îxtilal mîqdarî leşkirî turk le ewwełda panze hezar buwe û le dwayîda geyştote penca hezar, quwetî mîllîy kurdîş penca hezar kesêk buwe û mwefeqatî kurd zor buwe. le layekî tirîşewe teblîẍatî řesmîy turk, em ḧerekete be new’êkî tir û te’sîrat û neta’îcî zor bê‌ehmyet enwênê . lam waye îfşa’atî her dû la le mubaleẍe û teḧrîf xałî nîye, legeł emeşda înkar nakirê ke em ḧerekate ḧikûmetî şipirze kird û zererêkî zorî pare û ’eskerî lêda , bełam zererî kurd be tebî’et gelê zyatir buwe. îcra’atî beşîddetî ḧikûmet, małwêranîyekî nebîstirawî xiste kurdistanewe, xełkî be’zê mentîqe be ’ezab û zay’atêkî zor be naw anatolî ẍerbîyeda biław کراەûە û mał û mułkyan le kîs çû û tûşî ẍurbet û felaket bûn.

beřastî wiqû’î em ḧałe zor cêgey esefe, arezû ekira ke her dû la be şêneyî û aştî çareyekî ḧel bo em îxtilaf û nîza’e bidoznewe û xoyan le zerer û małwêranî biparêzin. lam waye em wezîfeye le kurd zyatir, ’a’îd be ḧikûmet bû, ebwaye muqabîl be xizmetî çend ’esrî û baxsûs fîdakarî û serbazî bo te’sîsî ḧikûmetî cimhûrîye, çi le dewrî îbtîda’îda û çi le ḧerbî îstiqlalda, be çawêkî ’adił û be’însaf temaşay bikiraye û meydanî bem zułim û xwên‌řiştine nedaye û ew ḧiqûqî tebî’îye ke bo tereqî û înkişafî ’îrfan û ’îmranî pêwîst bû, lêy dirîẍ nekirdaye û ḧakmîyetî madîyey xoy be ḧakmîyet be ser demaẍ û diłî kurdida tequye bikirdaye, lam waye nasîn û danî em ḧiqûqî tebî’îyeye zererî bo quwetî ḧakme ne’ebû, bełkû fa’îdeyekî madî û edebî ebû, diłî kurd le cêy buẍiz û nefret beramber be ḧikûmet, piř le şukiran û memnûnîyet ebû û em ’unsure fîdakar û beqîmete le weqtî sułḧ û sikûnda xadmî ڕەفاە û serwetî ḧikûmet û le ḧałî şeřda bo defi’ û şikandinî dujminî, sîlaḧêkî bequwet ebû.

kes natwanê înkarî bika ke le hemû mîlletkêda kemê zor, meylî serbexoyî heye û emeş le ḧiqûqî esasîye û tebî’îyey efrad û eqwame, lem xisûsewe te’qîbî hîç kesê û hîç qewmê nabê bikirê, ewende heye ew qewme, baxsûs têgeyştuwanî ew qewme, ebê le pêş hemû şitêkda bo em serbexoyye çî pêwîste, ewe bikene hedef û ẍaye û řêgeyekî maqûł û emîn bigirne pêş, le ’îlim û mentîq qet laneden û řoḧ û małî xoyan bebê weqit û be hełeşe û be xořayî serf neken, hêmin û wirya bin, be birayetî û diłsozî des bidene desî yek û bebê şeř û hera se’î biken řuşdî îctîma’î û syasîy xoyan be mekarmî exlaq û ’îlim û serwetyan îsbat biken. çunke pêwîstî serbexoyî emaneye û lazme bizanrê ke lem ’esreda serbexoyî legeł cehil û feqirda najî û le batî ڕەفاە û se’adet bo qewmeke, îstîbdad û felaket ehênê û be des ẍerîbe û muteẍelîbewe gîrode û zelîlî eka.

wez’yetî quwey ḧakmeş beramber bem new’e eqwame ebê wekû bawkêkî beřeḧim weya wesîyekî zor bewîcdan û lexwatirs bê, çun wesîyekî zor bewîcdan û lexwatirs û be’însaf û ḧeqxiwaz le ḧuzûr şer’ û qanûnda mes’ûle. quwetêkî ḧakmeş eger řî’ayetî ḧiqûqî eqwamî mewdû’ey neka û le pêgeyandin û terfîhyan qisûr bika, le ḧuzûr xwa û însanîyetda layqî ’îtab û ’îqab ebê û eger tenya çawî le temdîdî ḧukim û ḧakmîyetî xoy bê, emey ta nîhayet bo naçête ser û le weqtî tenganeda le batî yarmetî û fîdakarî, le eqwamî mezłûmey be ẍeyrî nefret û dujminayetî şitêkî tir nabînê.