kurd ta ewasîtî ’esrî syanzemînî hîcrî
nadir şah
le ewaxîrî ḧikûmetî sułtan eḧmedî salîsda wez’îyetî daxłîye û syasîyey êran be kullî gořa û sebebî esasîy em tebdîlane muhîmmeş, şexsî tehmasb qulî xan ye’nî «nadir» bû . tehmasb qulî xan le dway zebtî esfehan, eşref xanî le şîrazda tengetaw kird û girtî û kuştî û bem terḧe ḧikûmetî sefewî be quwetî xoy îḧya kirdewe û le dway eme ḧikûmetî شاە tehmasbî duwem daway ew wiłataney ẍerbî êranî kird ke le teřef eşref xanewe dirabû be ḧikûmetî ’usmanî.
tehmasb qulî le 1143y hîcrîda kutupiř hełîkutaye ser ordûy ’usmanî ke le jêr qomanday ’usman paşada le jûr hemedanewe le ordûgahda bû. le dway eme ke em orduwey şikand û quwetî topçî legeł hemû melazîme û eşyay ḧerbî lê zewt kirdin, be asanî hemedanîşî girt û řûy kirde kirmaşan û muḧafzî em şareşî fiřêdaye dwawe û hemû bargiranî lê zewt kirdin. ordûy turk zay’atêkî zorî bû û be perêşanî ta piştî ḧidûd ye’nî ta zehab û xaneqîn geřayewe dwawe.
em destubirdey nadir qulî, be tebî’et le beynî dû dewłetda buwe sebebî î’lanî ḧerb. eḧmed paşay walîy beẍda dîsan bû be ser’esker û legeł ordûda ḧereketî kird. zehaw (= zehab)y kird be usselḧereke û le dway çend řojê kirmaşanî girt. em mwefeqîyete ḧakmî erdełan (= erdîlan)y dîsan kird be teřefdarî turk. eḧmed paşa nîhayet be xoy û ordûyewe hate nizîkî hemedan. le 16y eylûlî sałî 1731y mîladîda le «qurîcan»da ke qonaẍêk lem lay hemedanewe bû, legeł ordûy شاە tehmasbida şeřêkî qursî bû. nîwey ordûy êran meḧu buwewe û hemû topçî û bargiranî des ordûy ’usmanî kewt û be ’eksî em ẍelbe ’ezîme, herçende be’zê eḧwał, eḧmed paşay mecbûrî sułḧ kird, bełam tehmasb qulî bem sułḧe řazî nebû. welḧał be gwêrey em sułḧe tebrêz, erdełan, hemedan, کرمانشاە, ḧewêze û hemû luřistan bo êran řet kirayewe.
tehmasb qulî le ’eynî sałda be ordûyekî sedhezar kesîyewe dîsan řûy kirde ḧidûdî ’usmanî. bîlzat xoy legeł ordûy esłîda beẍday tehdîd kird û quwetêkîşî le qomanday nêrgis xanda bo teřefî kerkûk nard. em qołe be ser tuzxurmatûda řoyî û her wiłatêkî hate pêş, wêran û tałanî kird û zułim û şena’etî em nêrgis xane le ḧed beder bû, jin û mindałîşî le des necat nebû. etřafî kerkûkîşî bem derde bird û le dwayîda řûy kirde mûsił û le dway muḧasere û tezîyqatêkî kem, hîçî pê nekira û geřayewe. ordûy esłî ke le jêr îdarey nadir qulîda bû, le 1733 [y mîladî]da le «buhirz» le sîrwan peřyewe û dewrî beẍday girt.
eḧmed paşa, emîrî koysinceq û ḧerîrî beramber be qołî kerkûkî ’ecem sewq kirdibû, bełam quwetî koye zor kem bû, şika û emîrekeşyan kujra. topał ’usman paşa, ke legeł ordûyek bo mi’awenetî beẍda nêrrabû, le 19y temûzî 1733y mîladîda le nizîk mesebî şetî edhem legeł nadir qulîda kewte şeř û meẍlûbî kird. zay’atî ordûy êran lem şeředa nizîk 30000 meqtûl û 3000 esîr bû. le dway em mwefeqyete eḧmed paşay walî, le qełay beẍda hate derewe û te’eřuzî kirde ser quwetî muḧaserey ’ecem û tefrutûnay kirdin.
nadir qulî le dway em meẍlûbyete zû xoy ko kirdewe û le muddeyekî kemda ordûyekî bequwetî pêkewena û dîsan řûy kirde ’êraq. lew weqteda ser’esker, topał ’usman paşa, le dewrî kerkûk bû. nîhayet dû ordû le nizîk leylan berengarî yek bûn (26y tişrînî ewwełî 1733), şeřêkî qursyan kird. ordûy nadir qulî, hem taze û hem bequwet bû, welḧał ordûy ’usman paşa hîlak û kem bû. le germey şeřda ’usman paşa le esp kewte xwarewe û wefatî kird û îtir îdare û quwetî me’newîyey orduwekeşî têkçû û zor xirap şika. hemû quwetî topçî û bargiranî ordûy turk des ’ecem kewt. bełam nadir qulî, lem zefere gewreye îstîfadey nekird û bo teskînî be’zê ’usyan le wiłatî fars wîstî bigeřêtewe êran, le ber eme legeł walîy beẍda, eḧmed paşada be gwêrey ḧidûdî sułtan muradî řabî’ sułḧî kird û geřayewe bo êran (1733y mîladî).
le sałî 1734y mîladîda nadir qulî te’eřuzî kirde wiłatî qefqas û teflîsî zewt kird, le beynî muḧafzekanî qełay teflîsda 6000 kurd hebû (înisqilopedyay îslam). le ’eynî sałda dîsanewe be’zê quwetî narde ser ’êraq, bełam em orduwey, be yarmetîy quwetî kurd û ’ereb ta «sine» fiřêdraye dwawe û lewê perêşan kira. شاە tehmasbî duwem le sałî 1738y mîladîda wefatî kird. nadir qulî mindałekey شاە tehmasbî be ’înwanî شاە ’ebasî sêyem hênaye cêgey û xoşî bû be wekîlî .
le sałî 1154y hîcrî (1741y mîladî)da dû qołî ordûy ’ecem te’eřuzî kirde teřefî mendelî û şehrezûr. le sałî 1156y hîcrîda nadir شاە dîsan řûy kirde ’êraq, bełam walîy beẍda tefrey da û le ser qewlî ew , be orduwe zorekeyewe be ser şarezûrda řûy kirde mûsił. lafawî xwênřêjîy nadir شاە, ewende bequwet bû ne ’esker û ne quwetî umera û ’eşa’îr xoyan le berya řanegirt û biławeyan lê kird. ordûy êran le dway tałankirdinî şarezûr, geyşte kerkûk û muḧaserey kird û le dway ḧefteyek tezîyq, zewtî kird û ne şar û ne etřafî le tałan û texrîb necatî nebû û le ehalî û mudaf’înî gelê kujra. nadir شاە le dway eme le zêy koye (= zab alsiẍîr) peřyewe û hewlêrîşî zewt kird û geyşte mûsił û ewey le řêgeyda bû, wêranî kird û qerargay xoy le «yarimçe» damezrand. le mangî eylûlî 1743y mîladîda şarî muḧasere kird. lem sireyeda qołêkî tirî 40000 kesî ’ecem le dewrî beẍda bû ew nawey tałan û wêran ekird.
walîy mûsił, celîlî ḧacî ḧesen paşa, mudafe’etêkî zor merdane û azayaney kird û nadir şaş be hemû quwet û şîddetî xoyewe tezîyqî mûsłî kird, bełam bêfa’îde bû. le dwayîda be qesdî hełxełetandinî walîy mûsił wazî le muḧasere hêna û řûy kirde cezîrey îbnî ’umer û ehalî qetił û ’am kird ḧeta jin û mindałîş lem musîbete necatyan nebû. le dway em şena’et û weḧşete, nadir شاە geřayewe mûsił û serlenwê çend carêk hicûmî kirde serî, bełam neytiwanî zewtî bika û wîstî be be’zê şera’îtî baş walîy tefre da, feqet emeş serî negirt û mecbûr bû be xoy û leşkiryewe geřayewe teřefî beẍda. le weqtî şeřî ’êraq û şarezûrda ordûyekî tirîş le cîhet azerbaycanewe şeřî ekird. xulase em de’wa betûle em careş be teşebusatî sułḧ řawesta. nadir شاە le dway nardinî hey’etêkî muzakere bo beẍda, geřayewe êran û muzakeratî sułḧ tûlî kêşa.
mu’ameley nadir شاە derḧeq be kurd zor xirap bû û kurdekan eyanbuẍzand. ḧeta da’îr be şeřî legeł topał ’usman paşada be lehcey goran, hecunameyekyan bo hełbestibû. sebebî em nefreteş zułim û xirapey nadir شاە bû. le cumley ẍedrî, ’ezlikirdinî subḧan wêrdî xanî ḧakmî erdełan û le cêgey ew dananî birakey xoy bû, ke buwe sebebî ’usyanî kurdî ew nawe.
le sałî 1727y mîladîda wîstî ke kurdî xorasan, ’eşîretî çemişkezek û qereçorlû, bika be gij turkimanekana, kurdekan be gwêyan nekird û le ser eme, nadir شاە bo ceza, neqłî meşhedî kirdin û le sałî 1747da û le çûnî bo ser kurdanî xorasan le řêge le 23y ḧuzeyran (be řîwayetêkî tir, 19)da kujra (înisqilopedyay îslam)
le dway qetłî nadir شاە, êran şêwa û lem beyneda fe’alîyetî kurdî êran zyadî kird û ḧikûmetî kurdîy zend lem sireyeda teşkîlî kird û le 1753y mîladîyewe ta sałî 1794 ye’nî 41 sał dewamî kird. em ḧikûmetî zende, be sebebî îltîca û meqsedî ḧîmayey umeray babanewe gelê car legeł ḧikûmetî ’usmanîda têkçuwe û gelê ḧerekatî ’eskerîyey le mentîqey ’êraq û şehrezûrda kird. em ḧerekatane be tefsîl le tarîxî wiłatî sêlmanîda bas ekirê. yekê le esbabî lenawçûnî ḧikûmetî zend, bêhêzî û kemîy ’eşîretî zend bû. neyantiwanî be tewawî yarmetîy eḧfadî kerîm xan biden. bo telafîy em nuqsane kerîm xan be’zê ’eşa’îrî kurdî neqłî şîraz kirdibû, eḧmedwend, gurunî lew ’eşa’îranen.
le dway înqiřazî ḧikûmetî zend, aẍa miḧemed xanî qacar derḧeq be ’eşa’îrî kurd û baxsûs zend, zułmêkî bêendazey kird û gelê řu’esay kuştin. le xanedanî kerîm xan, be ẍeyrî yekêk (’ebdułła xan), kes le desî řizgar nebû û zorîşî lem ’eşa’îre bo cêgakanî dûrî êran tehcîr kird û ’eşa’îrî turkimanî hênaye cê (tarîxî êran. malqołim)
le sałî 1193y hîcrîda ’ebdulbaqî paşay walîy mûsił ke yekê le kołemnekanî beẍda bû û be załmî meşhûr bû, sîrf be qesdî tałan, leşkirî kirde ser ’îmadîye û herçî małyatyan hebû daye pêş xoy û hênay bo teřefî mûsił. bełam xełkî ’îmadîye kewtine şwênî û tengyan pê hełçinî û kuştyan û tałanekeyan gêřayewe. ḧikûmetî qacar ke le dway zend le êranda teşkîlî kird, beynabeyn legeł ḧikûmetî ’usmanîda şeř û cîdalî buwe û te’eřuzî kirdote wiłatî kurd. ’eşîretî şikak le jêr îdarey sadiq xanî ře’îsîda gelê yarmetîy damezrandinî ḧikûmetî qacarî kird. le îbtîday dewrî fetḧi’elî xanda sadiq xan ’usyanî kird bełam meẍlûb bû (1211 h).