elf) tebeqey ewweł, menzûmey zaẍros
1. lollo weya lollobûm
em qewme le mentîqey «zehaw şarezûr, silêmanî»da bînrawin. tarîxî hatnyan bo em wiłate nezanrawe. têkełî qewmî «gotî» bûn û le mentîqey silêmanîy îmřoda jyawin û wiłatî «halman»yişyan des kewtuwe. ew asarî dozrawey kerkûk û be’zê wesa’îqî tir {fn|em wesa’îqe lewḧeyekî nûsrawî dewrî «naram sîn»y qiřałî «akad»e ke le teřef mêcer edmondisewe le derbendî gawir, ke le şaxî qeredaẍdaye, dozrawetewe, derḧeq beme le mecmû’ey «jenoẍrafîk jornal»da meqaleyekî muhîmmî nûsîwe.
wesîqeyekî tirîşî, berdêkî nûsrawî qiřałî lollo «annu banînî»ye ke le «zehaw» dozrawetewe. ewełyan ’a’îd be ’esrî 20, řenge duwemyan ’a’îd be qeřnî 28y pêş mîlad bê.} derḧeq bem qewme me’lûmatî başî tyaye (le muqeddemey ciłdî duwemda zyatir tefsîlat edrê), be gwêrey be’zê îstîdlalatî zimanî, wa zen ebrê ke be’zê ḧakim û ḧukmidaranî ’esrî nozde û hejdey pêş mîladî asûr le qewmî lollo buwe û řenge be’zê lem qewme le sûrîyeşda bûbin (eqwamî mezopotamya, sipayzer).
ordûy asûrî le î’tibarî ’esrî syanzemînewe legeł qewmî lolloda temasî kirduwe û le sayey emewe le wesa’îqî asûrîda gelê me’lûmatî derḧeq em qewme û wiłatekey dirawe. zimanî em qewme be gwêrey tedqîqatî musteşrîq huzînẍ ebê le zimanî komełî ’îlamî bê û em ḧukmeş be nezer be’zê esma’î xassey lollowe dirawe, legeł emeşda le beynî zimanî em qewme û «horî»da be’zê muşabehetî elfaz bînrawe. (sipayzer)
be gwêrey wesa’îqî dewrî aşûr nasirpalî duwem, wiłatî lollo zor awedan û xełkekey le medenîyet û senay’da le pêş bûn, be dereceyekî wa ke em qiřałî asûrîye zor ehlî sen’etî lem wiłatewe birdewe bo asûrîye. (olimistîd)
pirofîsor sipayzer em lollowane be ecdadî «luř» da’enê.
2. gotî
em qewmeş le komełî gewrey zaẍrose û beynêkîş wiłatanî «sommer» û «akad»yan zewt kirduwe û muddetêkî zor le jêr ḧukmyana mawetewe.
meşhûr qiřałî akad, naram sîn, beramber be ordûy «gotî» şikawe û ḧikûmetekey le des çuwe. ḧukmidaranî here behêzî, «laẍaş»yiş tab’yan buwe û axîr qiřałyan, «tîrîkan» buwe.
pirofîsor sipayzer ełê: be gwêrey muşabehetî esma’ ebê le dewrî ḧikûmatî here qedîmeda ’enasrî «gotî» daxłî «sommer» bûbê û le dway peyakirdinî nifûzêkî zor, wiłatî ekadîşyan zewt kirdibê. ’imran û se’adetî «laẍaş» le jêr îdarey «gotî»da (2500 p.m) ke le eẍłebî îḧtimal tesadufî dewrî ḧikûmetî «gotî»y kirduwe eserêkî tesaduf nîye (eqwamî mezopotamya, lapeře 99)
ḧikûmetî akadî ’eşa’îrî gotî, le teřef qiřałî orewe û le mebadîy ’esrî bîst û pêncemînî pêş mîladda le naw bira û ’eşa’îrî gotî le dway em şikane, geřanewe zaẍros. le ewasîtî qeřnî hejdemînî pêş mîladda ke ’eşa’îrî kasay hełyankutaye ser bablisitan, ’eşa’îrî gotîşyan legeł bû.
le î’tîbarî em dewrewe ta peyabûnî ḧikûmetî asûrî, derḧeq be gotî bas û xeberêk nîye, ta ’esrî syanzemînî pêş mîlad, asûrî qudretêkî way nebû ke dirawsêkanî zaẍrosî nařeḧet bika, bełkû xoy me’awnet û ḧîmayey lollo û gotî bû.
şelmaneserî ewweł, qiřałî asûrî, le selefî zyatir legeł qewmî gotîda xerîk buwe û be gwêrey asarî dozrawey em qiřałe, ’eşa’îrî gotî, zor diř û nebez bûn û wetenyan le ḧidûdî oratrî ermînyeyewe ta «kemuxî» (= tor ’abdîn) dewamî kirduwe (tefsîlatî tarîxîyey le fesłî mexsûsda bas ekirê). xulase be gwêrey řîwayet û asarî qiřałanî asûrî, wa derkewtuwe ke merkezî zaẍros, wetenî qewmî gotî (=kotî) buwe.
bêyne ser minasebetî «gotî» û «kurtî» : le dû lewḧey dozrawey zimanî «tukultî- înurta»y qiřałî asûrîda ke da’îr be ’eynî weq’eye, le yekêkyana nawî «kurtî» û lewî tiryana nawî «gotî» nûsrawe. leme wa der’ekewê ke em dû nawe, her dû nawî mîlletêke, weya kurtî weya «kurhî» nawî beşêkî gewrey gotîye.
beşêkî zorî musteşrîqîn kelîmey «kurtîwî»yan , ke le xisûsî telefuzewe zor le «kurtî» eçê, tedqîq kirduwe; le kitêbî «řabîtey loẍewî îsme kurd»da ełê: em lefzî «kurtîwî»ye, bo esłî xełkî kurdistan esasêkî zor muhîmme. musteşrîq diraywer fikirî xoy xolase eka û ełê: «karada, kardoxî, kurtuxî, ẍurdî, kardake, sîratî, ẍurdyay û ẍurdu’enî, kardo û karda, kardawye, kartawaye weya kurdayya ... alx hemûyan be řeẍmî le yek neçûnyan, yekêkin û bem new’e, em musteşrîqe kurdî îmřo ebatewe ser «kardoxoy» eksenufon û «karda»y sommerîyekan, ke be gwêrey řîwayetêkî dewrî sêyem ḧikûmetî «ûr», nawî ’eşîretêk buwe.
lem îzaḧate wa tê’egeyn ke řabîtey nawî kurd legeł nawî qedîmî «kurtîwî»da muḧeqqeqe. te’rîfatî cuẍrafîy «kardoxoy» û «kurdu’enî» û emsalî muşterekey lefzîyey, legeł munderecatî wesa’îqî qedîmî «kurtî» ewende mutabeqe ke beşêkî muhîmmî mu’errîxîn le qebûłkirdinî em kelîmate be esma’î muştereke terdîdyan nekirduwe, legeł emeşda çunke cwêkirdinewey kurtî le gotî mumkîn nîye, ebê netewey gotî, le naw xełkî kurdistanî îmřoda be muḧeqqeqî bê.
duqtor sipayzer dewam le ser em beḧse eka (eqwamî mezopotamya, lapeře 117) û ełê: ew ’êlat û xêłatey ke îmřo le jêr nawî ’imûmîy kurdida ejîn, hîç weqtê le êsta zyatir qoqazî, nebînrawin. em ’eşayre çi le xisûsî zimanewe û çi le cîhetî ’adet û tebî’etewe be’zê ferqyan le beyna heye, kurdêkî xełkî silêmanî, legeł hawqewmêkî badînanîda be asanî natwanê qise bika, be gwêrey tarîx, tebî’îye le beynî kurdî êstada be’zê ermenî, samî û arî heye. ca ke wa bû natwanîn biłêyn ke kurd, netewey yek esłe û zor řenge ke ehalî qedîmey kurdistan çend qołêk bûbê û le edwarî ewelîyey tarîxda legeł be’zê qołî geřokî asûrî û ermenîda le şax û kêwanî xoyana jyabin û le dwayîda le paş ẍelbe sendinî «aryetî» be ser em wiłateda, be’zê ’enasrî êranîş hatbin û têkeławyan bûbin. em nezerîyeye, be gwêrey şirûtî ḧazrey memleket û zimanî kurde.
legeł emeşda, bûnî be’zê ’enasir le ehalîy qedîmey zaẍros le naw kurdida qablî înkar nîye û çi lem îzaḧate û çi le tedqîqatî lîsanîye, wa ḧałî ebîn ke qewmî kurd le esasda qołêkî komełe gewrey zaẍrose, herçende zor tûşî îstîlay ẍeyre bûn, bełam le weqtî tenganeda kişawne çyakan û le dway řaburdinî lafawî îstîla geřawnewe cê û řêy xoyan û wiłatekanyan serlenwê awedan kirdotewe.
3. kasay
qołêkî komełî zaẍrose, eweł car le mentîqey kirmaşanda bînrawin. tarîxî hatnyan bo em wiłate me’lûm nîye û bełkû hemû komełî zaẍros ehalîy esłîyen, ye’nî wekû samî û ḧamî hîcretyan nekirduwe, le paş beynêk wirdewrde hatûne zaẍros û řûyan kirdote şerqî bablisitan, ye’nî lay çepî dîcle û be zera’et û felaḧet meşẍûł bûn. «akadî»yekan «kaşû»yan pê egutin û le kutubî muqeddeseda be «kûş» naw nirawin. le ewasîtî qeřnî hejdemînî pêş mîladda bablyan zewt kird û ḧikûmetêkî bequwetyan le sommer û akadda damezrand ke ḧikûmetî «kardunyaş»yan pê egut. nizîk şeş ’esir dewamî kird û hîç ḧikûmetêk emende bablî muḧafeze nekirduwe.
’eşayrî kasay, le dway lenawçûnî ḧikûmetekeyan geřanewe zaẍros (luřistanî îmřo) û «sinaxrîb» le mebadîy ’esrî ḧewtemî pêş mîladda hatote seryan û şeřî legeł kirdûn. le dewrî ḧikûmetî «exmenî»da em ’eşayrî «kasay»e, beramber be ameşokirdin le řêgey «babil» (= eqbatan), hemû sałêk mîqdarêkî mu’eyyen pareyan le ḧikûmetî êran esend. eskenderî gewreş şeřî legeł kirdûn. serdarî řoma, «entî funus»yiş be naw ’eşa’îrî «kasay»da û le derbendî «pulîtengilo» têpeřîwe. xulase, em qewme ta mîlad le luřistanda mewcûd bûn û ebê ecdadî luřî îmřo bin. beşî cinûbî «kasay» řenge beynêk le jêr ḧukmî «’îlamî»da bûbê. (bo îzaḧat temaşay fesłî sêyem û ciłdî duwem bike).
4. subarî
em nawe eweł car le lewḧeyekî dewrî ḧikûmetî «loẍal-anînî-mondo» (’esrî sêyemî pêş mîlad)da le şikłî «subîr» bînrawe. le asarî «naram-sîn»da be «subartîm» qeyd kirawe û te’bîrêkî cuẍrafî buwe û le serḧedî şîmalî ẍerbî «’îlam»ewe ta şaxî «amanus» dewamî kirduwe. (bo îzaḧat temaşay fesłî sêyem bike). em te’bîre le dwayîda bote nawî qewmêk. «xemurab em te’bîrey bo wiłatêk îsti’mal kirduwe ke qewmêkî serbexoy tya jyawe. le wesa’îqî asûrîyeda be «subaru» nûsrawe. xulase, wa derkewtuwe ke le jêr em ’înwaneda qewmêk le mezopotamya û sûrye û enatołdabuwe (eqwamî mezopotamya, sipayzer). muḧtemele beşî mezopotamyay «hur le jêr nawî «subaro»da nasrabin.
em qewmî «subaro»ye legeł ordûy asûrîyeda zor car şeřyan kirduwe. le ewaxîrî ḧikûmetî asûrîyeda nawî «subaru» gum buwe û le cêgey ew, nawî qewmî «nayrî» hatote pêşewe û zor muḧtemele ke em qewme tazeye qołêkî gewrey «subaro» bûbê û be netîcey hemû ’eşa’îrî «subaro»y temsîl kirdibê. asar û eḧfadî em qewmî «nayrî»ye êstaş le mentîqey «şemzînan»da heye.
sêr kînẍ û be’zê musteşrîqînî tir ełên mîtanî, qołêkî «kasay»ye, bełam pirofîsor sipayzer ełê: mîtanî şu’beyekî «subarî»ye. em qewme, le furatî ewsetda, [le] «ḧewzey belx» û «xapûr» sakin buwe û le ewasîtî duwem hezar sałî pêş mîladda ḧikûmetêkî bequwetyan damezranduwe. zimanêkî mexsûsyan buwe.