[řay nûserî em kitêbe]

From the Book:
Xulaseyekî Tarîxî Kurd û Kurdistan (Cildî 1)
By:
Muhammad Amin Zaki (1880-1948)
 4 minutes  623 views

le madey ewweł û duwemda fikir û mutale’ey dû mutexesîsî meşhûrman derḧeq be kurd û kurdistan ’eynen nûsî, le dway emane wam be minasebet zanî ke netîcey tedqîqatî xoşim lem madey sêyemeda ’erz bikem. kesêk byewê tarîxî qewmî xoy weya qewmêkî tir binûsê, ewwełen le şwênî esił û menşe’î ew qewme egeřê û lem xisûsewe tûşî zeḧmetêkî kem weya zor ebê, çunke bo ew esił û fesłe me’lûmatêkî řêkupêk û berdewamî çing nakewê. waqî’en netîcey se’î û hîmmetî ’ulemay asar û tarîx hêşta em cîhetaney be tewawî řûnak nekirdotewe, ca le ber eme tarîxniwîs, be zerûretêkî tab’î fikir û lîsan û weteneweye û zor car em sê delîle le munşe’êkda ko nabêtewe û here bequwetî em delîlaneş, zimane.

meselen ebînîn qewmêkî samyel’esił le cezîrey el’erebîyewe řûy kirdote bablisitan (2225 p.m), wiłatî akadî zewt kirduwe û «ewweł ḧikûmet»y tya damezranduwe. qewmî ’ereb, be meḧzî hatnî ew qewme kone le cezîrewe û le ’îrqî samî‌bûnî, esłî xoyan ebenewe ser ew û hîç bedûr nîye ke şu’bey «akad»yiş ke çend ’esrêk le pêş ew qewmeda bablisitanî dagîr kird û ḧikûmetî akadî damezrand, le ’îrqî samî‌bûn, emîş legeł esłî ’erebda minasebetdar bê.

bêcge lemeş, ebînîn ke qewmî turkîş, be sebebî muşabehet û minasebetêkî kem û zorî zimanewe, esłî xoy ebatewe ser ’unsurî «hon» weya «fon» ke neslî «şanẍîwinẍ»ekanî şîmalî çîn bûn û le dewrî awî «orxon»da jyawin, bem terḧe mebde’î tarîxî qewmî turk ebê ’esrî bîst û heştemînî pêş mîlad bê.

êmeş lem beḧseda her le ser ew şwêne eřoyn.

wiłatî kurdistan ke be gwêrey ḧadsat, ebê cêgey peyabûn û biławbûnewey neslî duwemî însan bê, le mebde’î tarîxda «eqwamî zaẍros»y tya bînrawe û em eqwame: lollu, gotî, kasay, subaro û horî buwe û le muntehay cinûbî şerqîşyana qewmî «’îlam» buwe. be gwêrey be’zê minasebet û muşabehetî zimanekeyanewe, be’zê musteşrîqîn ełên le ’îrqî «qefqas»n û em eqwame (bêcge le ’îlamî), ebê esłî here konî kurd bin û le edwarî sommerî û akadî le mebadîy dewrî asûrîda fe’alîyetî syasîyeyan bînrawe.

lafawî muhacrînî ’unsurî «hînd û ewrûpî» weya aryayî bo zaẍros û şerqî û ẍerbî le paşda (řenge le î’tibarî ’esrî dehem û noyemî pêş mîladewe desî pêkirdibê), ebê beqayay ehalîy esłîyey zaẍros û kurdistanî berebere xistibête jêr nifûzî xoy û kirdibnî be arî. ’unsurî here zor û bequwetî em hîcrete «mad» buwe. ewełen le şerqî gomî urmê damezrawe û le dway ew, eqwamî «parsî», «maney», «parsîwî», «parit» û «kaduşwî» û ... alx hatûn. řenge hatnî em qewmî dwayye ye’nî «karduşwî» ke aksenufon le 401y pêş mîladda tesadufî kirdûn, le ’esrî ḧewtemî pêş mîladda bê. (sîdney simît)

ke wa bû, esił û fesłî kurd, wekû be’zê ’ulemay asar gutûyane, legeł tebeqey ewwełîşda ye’nî menzûmey zaẍrosî qedîm zor ’îlaqedarin, be gwêrey eme le teḧrîrî esłî kurdida ebê mutałay tebeqey ewweł û duwem baş bikeyn.