firmêskî hejarêk

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  2110 views
sałî 1957 wek le pêşekîda gutim berew mosko çûm, hêndêk le biraderanî ’êraqî û sûrî neyanhêşt û leçîkuslofakyawe deryan kirdim. mangêk le ełmanyada sergerdan xulamewe. řojêk le ser çomî [řayn] ẍurbetîm hestabû, em şî’ranem hondewe:
leser çomî řaynLocation le řojgarê carê
tika eşkî aware kurdê, hejarê
beserya xuřî: kwênderîy ey tikey swêr
eto û êre çî denke firmêskî bê xêr?
witî: awî çawî kuřî kurdistanim
le decleLocation û furatLocationřaye naw û nîşanim
le zêřîneřûdLocation û tetahoLocation selamê
le bejinit le çilçeşmeLocation pême peyamê
leserxo be ey řaynî şox û şîrîn
şitêk bûyn emeş gerçî êsta esîrîn
heçend dîl û bêçareşe nîştimanim
bibexşe le cêy toy be xoştir dezanim
çi kełweLocation û çi sîrwanLocation û awêjeřoLocationye
be dîmen hemûy şox û şengitir le toye
eger ladeçê em temey negbetîman
be xawen debê kêw û çom û zewîman
le diřkî neyaran bijarêkî dekirê
hezaranî wek to le şabaşî dedrê
bełê awî çawim le dił hełkizawim
leřêy serbexobûnî kurdan řijawim
witî řaynLocation: ey tîşk û hêzî diłî min
were baweşim bitbeme beḧrî bê bin
be hawar û dadit muḧît bişłejêne
le çepgerdî gerdûn beşî kurd bisêne