bîst û çwarem: kareker

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  517 views
ey neşmîley firîşte řeng
ey wirdîley kip û bêdeng
gyan xawênî hêmin û mend
gerçî bergekanit şiřn
aẍajin û destupêwend
řayan girtûy:
nîwe birsî, nîwe çiłkin
zû zûş pyata heł’eşaxin
bełam toy cwan
toy dawên pak
toy nedar û lanewaz û birsî bo nan
behêmnî le sûçêka
bedzîyewe
bîr le dêrîn ekeyewe
řojanêk bû
daykit, bawkit
beřencî şan
toyan benaz pê egeyan
keçî lepiř
ehrîmene, nakeseke
şeřêkî şûmî dagîrsan
lew gundey piřbû le jyan
fiřokey ceng
xanuweketanî dařûxan
xoyan û małatî sûtan
toy le çîlke çinîn nebê
hemû bûne koyî zûxał
ta naçar bûy kîjî minał
bûyte karekerî naw mał
bełam ey cwan
le zimanmewe
le zimanî ewanewe
ke weku min
dên bedem sozî gyanewe
ya weku min, hejar wîst û cwanperistin
be aẍajneket biłê:
to gelêk lew şîrîntirî
to gelêk lew nexşîntirî
beriztirî
beřêztirî