şazdeyem: goranîyek

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  518 views
diłim şade ey firîştey diłî şermin
nekey lał bî le goranî û bestewtin
basî ew şoxem lêt dewê
basêk ke dił pêy bisrewê
basêk bêt ke wişekanî
cwan bin weku çawî cwanî
řoşin û saf û řewan bin
weku kanîy kurdistan bin
wişekanî ba nexşîn bin
wek pepûle hełbifřin
weku diłim germ û guř bin
ał bin weku kułmî şermin
piř efsûn bin
piř cadû bin
weku çawî xewałû bin
ey firîştey diłî şermin
nekey lał bî, le goranî û bestewtin
goranîyekim lêt dewê
diłî şêtî pê bisrewê
goranîyek
newtirabê
nebîstirabê
goranîyekim lêt dewê
diłî minî pê bisrewê