pazdeyem: çawî şadî

From the Book:
Îşqî bê Nexşan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  539 views
xoşewîstîm bo to gyane
hestêkî nerim û nyane
sozêk le dengî şimşałe
pirşingêkî nîgay kałe
tozqałêkî řengî şerme
xewêkî baweşî germe
arezûyekî zînduwe
taseyekî piř tezuwe
***
ey firîştey xeyałî min
obałî min... mexe gerdin
çon diłit dê... cêm bihêłî
çawî şadîm hełbikołî?!