selam azad bûn

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 2 minutes  1201 views
behoy şeřî koryawe sałî 52 le beẍda nûsîwme:
nesîm ger deçye řojhełatî dûr
selamim bike le koryay sûr
bibîne laşey jin û minałan
le mezray dêraw be xwênî pałan
selam le dêhat le şarî wêran
ke hêlane bûn bo bêçweşêran
gwê gire le nałey bê dayk û baban
jinî bêxawen pyawî bêkaban
bisře firmêskî birsî û feqîran
serê bikêşe mekoy esîran
ke wa gyan deden be nûkî nêzan
xêzanyan bêmał, małyan bêxêzan
***
selam le lawî şîmalî dilêr
hełpe û ne’retey wekû bewr û şêr
seba zanîwte nawî ew lawe
ta dinya û mêjû mabê hermawe?
kawe be kutkê kirdî «kûdeta»
seremarekey «zehakî» kuta
lawî koryaş be kutik û dasê
zor cwanî zanî le xwênimj řasê
em lawe piştî zor kerî şikand
qełay heybetî amrîkay řimand
em lawe be xwên namey azadî
nûsî û hełî kend řîşey bêdadî
hencinî serî marî îstî’mar
kuştî herçî day şeřef be dolar
řûgey îrtîca’ amrîkay qewî
leřast em lawe çokî da zewî
xwêne sewzekey engilosakson
řijtî be gałon be ton be kamyon
awrî azadî daye ber menceł
bo mafparêzî kirdî be dûkeł
şazde dewłetî le nawda kułand
milyon serupêy be nêze kiřand
lenaw ew dîze nesîm biřwane
zortir, betamtir, serî turkane
kesêk şeřefî be dolar firoşt
axrî le daxan destî xoy kiroşt
***
selam korya, selam beyan řûn
selam azadî, selam azadbûn
ey lawî korî berew pêş bibzû
pyawçakî dinya degeł ton hemû
selam ey hêzî selamî çînî
selam ey lawî supay vêtmînî
selam ey mosko qełay azadî
penay hejaran serçawey şadî