serma û behar

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 3 minutes  1392 views
amrîka û 15 dewłet hêrşyan birde ser korya, leşkiryan ta ser çemî «yalu» le sinurî çîn çû. leşkirî sûrî çîn lewêwe řawî nan, le yekemî eyarî ew sałeda bew hoyewe nusyûme:
başim le bîre hewaxoşîy par
nerim û sûkîy ba, bargiranîy dar
xêr û xoşîy zor, deẍił û danî baş
danewêłey çak, nîsk û nok û maş
deşt û der hemûy be mîwe řengaw
bijîwî û êrû hengaw be hengaw
dinya her wekû koryay pêrar
jîn û xoşî bû le ladê û le şar
îstî’marekey serma û sexłetî
le wîjdan bêbeş le şeřef petî
wêney amrîka pelamarî bird
legwên korya jêr û jûrî kird
mîkřobî şextey le mezraye çand
bombay kulwanî beserda řijand
dû ’ebdî serman giraneta û sîl
wek bo xuday şeř şomanPerson û çerçîlPerson
minałyan ekuşt bend û bestełek
řîşeyan kiroşt kerwêşk û dełek
bulbul çołî kird bo kundebûman
qeleřeş deqřî bibwe tirûmanPerson
daway mirdin û bênanîy dekird
arezûy çołî û wêranîy dekird
bo çawey agir biřya dar le deşt
cehendem nirya le cêgey beheşt
serma be zułim û dizî û kuştar hat
ta çemî «yało» demewbehar hat
***
bay şemałekey awatî řenicber
bezeyî bizût xoy kirde lemper
wek hêzî supay çînî aza û zor
sermay řepêna kirdî mak artorPerson
sengerî řinûy řimand beserda
jehrî kirde dem sermay namerda
kujra kanûn û şûbat û azer
bû be of nene û mamêr û mazer
çekî serma û soł gêj û kiřêwe
xoy negirt leber bay xakelêwe
***
emřoş le cêjnî yekî eyara
şeř germe lenaw serma û behara
wişkesermay kon řizîwî bin şiř
beharî taze û behêz û le guř
dyare ta kengê serma demênê
dyare çon behar guł deřwênê
dinya debête xoşî û herzanî
îstî’mar ke çû dêt kameranî
***
yekemî eyar cêjnî kirêkar
řojî lerzînî dezgay îstî’mar
koneperistan ke pêt kafirin
bo parêzgarît lawan ḧazirin
diłit nemênê biłêy bêpenam
awřêk bidewe le çîn, le vêtnam
le koryay aza û borma û melayo
wa xwên bexşîne bo jyanî to
qełay kirêkar berz û pitewe
penay aştî û xoşyan meskewe
***
yekemî eyar humêdim waye
ta eyarî tir bimrê sermaye
tirûman biçê be derdî hîtler
derçin le qamûs magîPerson û řokîflerPerson
řîşeken bikirê darî îstî’mar
şeřef û namûs nedrê be dolar
dinyayek dabê piř xoşî û şadî
destełatdar bê hêzî azadî
gelan asnyan biken be gasin
bira bin hemû yektir binasin