pîremegrûn ser le ḧucrekey nalî deda

bo yadî dû sed sałey damezrandinî şarî silêmanî pêşkêş
From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 5 minutes  774 views
xew bû, şew bû
dwaşewî mangî řeşemê, sibeynêkey sałî newbû
gewałe hewrêkî şînî jengar
tîşkî xor kenarekanî sûr kirdibû, weku zunnar
le pîremegrûnî sextî bizne řêbwar
be guř û taw, berew binar, dexraye xwar
xoy kird be naw silêmanî, ewîn û yaxî û qurbanî
be mełkenîda têpeřî û serêkî le pîrmesûr da
înca geyîye ber xaneqa
le cêgey ḧucrekey «nalî», nałey janêkî lê hełsa
dû sed şimşêrî çexmaxey le zewî da
înca le cêy xoy danewîy
temumjî le dewr werî
espêkî kilk kiłafey qetranî bû
swarekey wek xencerêkî miştû zîwîyn leser zînekey
çeqî bû.
pîrêk.. nûranî kełeget, pêst cwan bû
seru pêçî řîşûdarî, dengî bilwêrî şwanan bû
řank û çoẍey, bo-y nêrgizî beharan bû
feqyanekey, kefî çûřî şetawan bû
piştênekey, syaçemane
pûzewanekey, hajey çem
kiłaşekanî behaje û tem
pirsî, kuřîne pêm biłên, ’aşiqêkî xak û xołî
paş sałeha sał namoyî
hatuwetewe silêmanî?
ew ’aşiqey degeřa bo.. asûdeyî hejaran
degeřa bo.. nîştimanî ẍerîban
degeřa bo.. koçî naçarî piř janî bilîmetan
degeřa bo ’îşq û nan
degeřa bo meḧbûbanî becêmawî payzan
degeřa bo.. nefsiberzî şa’îran
degeřa bo.. şaristanîbûnî kurdistan
pîre berdewam bû.. witî:
kuřgel emşew, yekem şewî behare û
ew ḧezrete dûre şare
degeřê bo ḧebîbe û çarenûsî em heware
degeřê bo ew řêbwarey diłî piř sewda û ceẍare
ke çilîpay janî neteweyekî le kołe û betenya xoy
koł be bare
tenya xoy bo: yarî.. yare û, bo neyarî.. neyare
le dû faqêtî weřse û le piřotokol bêzare
***
gencêkî keł milî boşnax
le berdemî pîre çeqî.. wek beydax
witî: gewrem, ew ḧezretey
to em pirsey lêwe dekey
ême hemû wêłî ewîn
wêłî «şaristanî» û «ewîn»
wêłî çar û asûdegîy komełgayekî fireçîn!
lewetey ḧezret řoyîwe
espiswarî bizir buwe
ademîzadanî payeberz, qisey gelêk nizim deken
kełepyawan le -qezem- eken
îmam dostî şeytane û bê dîn le mizgewtaye
êsk le berdemî espe û -ka- le berdemî segdaye
teşte hewîr lay qesabe û kote û çeqoyş
le berdemî nanewaye
bełê gewrem.. xom şêwawe û temenêke
kêwî sextiman bebê dar û dewenêke
tafe-y şetawanman kipe, haje- wine
řez û baxî jyanman, serubne
lewetey «nalî» řoyîwe, bon beramekey behar
negeřawetewe naw şar
kanî askan.. bê ahuwe û piře le seg û gurgî har
tanceřo.. weku ḧucrekey wişke û piře le mûru mar
mełkenî û goyîje û gawran.. tya nemawin lale řuwan
qorîye şikaw û kanî ba.. kewtine destî bazirganan
weys û şêx hebasîş bûn be gořistan
«çile» germe, quře sûr gîrawe û nerme
bo ser û şan
serpoş şoře leser çawî geşî giryan
xatûnanî şedelar, çawxumaranî çawenwař
řeşpoşin û êsta goranî êwaran
mestyan naka weku caran
genc û lawanman depirsin le nîşanî
mîrî bebe û berdeşanî?
daxo xewneke her mawe
«nalî» degeřête dwawe?!
***
pîrey ser espî qetranî
be «xemnakî» lew gence boşnaxey řwanî
paşan witî:
biřwane xułq û eş’arî be dîqqet
biřwane ew xak û xołey ew ḧezretey tya hełkewt
ewey destit kewt û twanît
bîke twêşû bo nefamît
çawim lêye, xoyetî wa beřêweye
wiçan nada
nekewtuwe û
nakewê
herweku çya
bepêweye
deyan sałe le dergay kurdistan deda
bełam êwe weku kêwî, yektan lewî tirtan deda
yektan.. ewî tirtan dexwa
leber haj û hûjî xotan
leber hajey xwênî řijawî bêwçan
natanperjête ser ḧezret
natanperjête ser derga û le dergadan
leber ejdehakî řik û kîne û buẍzî xotan
leber tołey ’eşretgerî û kursî û gîrfan
naperjêne berjewendî, ne-newey kurd, ne kurdistan
ne’asûdegî û řizgarî însan ledest zebrî însan
«nalî» le êwe zwîre
nek her zwîr,! weha tûře û wa şêtgîre
dergay le xoy daxsituwe
çawenwařî huşyarbûnewey nûstuwe
çawenwařî hestanewey pêşêl buwe
çawenwařî hełgirtinewey awî řuwe
dena êwe
çende xwêřî û ředûkewtû û nahemwar bin
çende bertîl xor û diz û bo pasî xwêřyan
hewşar bin
çende pêş dagîrker kewtû û xizmetçî û poşt û
şewkar bin
çend hełwêst firoş û fîtne û milişkên û
xyanetkar bin
çende kêwî û kêwî û kêwî û nahuşyar bin
diłnyabin
řojêk dadê.. em nîştimane şîrîne
şarî pîşesazî dekirê
giławkerî pêşêl dekirê
em gele yekdegrêtewe
em xake debûjêtewe
nalî her degeřêtewe
nalî her degeřêtewe
nalî her degeřêtewe