řoza

From the Book:
Xewnî Sema Dijekan
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  631 views
ke dêmewe, berew řûm dêy
dû bałanit be espardey asman dekey
min hewr nîm, dena demnayte ser şanim
asmanim řê tey dekirdî
heta baranit lê bibê bo dostanim
heta ziryanit lê bibê dijî hemû dujminanim
- kiçim řoza.. çî kiçołey hawřêyanî min
heye, ke benawî towe bawkit nawî nawin
«babe»y her hîçyan nemawin.
- kiçim řoza.. qedrî em jyane bigre, bes
nîye bawkêk «diłşad»y nawe
bo to mawe!
- kiçekey xom, to mindałî û le nemanî bawkî
řozayan tê nagey
lem hemû xwênbarîne geşe, ser dernakey
berdewam bew dû bałanit be espardey asman bike
bałekanit aweła ke
hezar hênde, bawke ser cencałekey xot
’aşiq û şêt û şeyda ke
min diłşadêk, to hezareha řoza be
ger pêwîst bû, minî babet řetkerewe û toz û
xołîşim be «ba» ke.
bes kiçekem, lebo gele dwakewtuweket
to řoza be.
dijî axundî kone û nwê, çiqłî çawî
řeşeba be.