řaber

From the Book:
Êmeyş le Xoşewîstî Dezanîn
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  864 views
ger lêm zwîr nebûytaye
sewzîy wişk nedebû
mirov hergîz nedemird
ger nebûytaye
mirov pence û
xor tîşk û
behar baranî nedebû
ger nemnasîtaye
. .. .. ..
mem zîn û
sofî xuday nedenasî
***
ey guřutînî temenim
ey řaberî beheştî ser zemînekem
min bê to çîm bikirdaye?!
toyek
ger gyanimit dagîr nekirdaye
hîç nîştimanêk řizgar nedebû
toyek
ger kotayît betenyayîm nehênaye
çewsandinewe le zewîda
hemîşe berdewam debû.