taku lêm em diłřubaye qîn û qarî kirduwe

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  545 views
taku lêm em diłřubaye qîn û qarî kirduwe
ewey ke ’îşqe alûdey jehrey marî kirduwe
řesmî ’aşiqibûn wehaye her dûla dił den be yek
êste diłsarde nazanim kê îcbarî kirduwe?
ẍezelî şî’rî epoşîm ewsa herweku ’erûs
mûdetêke lute laye lêm fîrarî kirduwe
xwa ’elîme bê qusûrim hîç tawanêkim nîye
nazanim řê be hîç nabem çî bêzarî kiruwe?
bê wefa derçû legeł min êste laydawe le řê
ewe tenya řêye çî bikem xoy îxtyarî kirduwe
bes ewendem lêy dewê diłekem bidatewe
xwî sendûye lêm û êste berkenarî kirduwe
nabînî û qet nayêtewe meḧrem seray canî to
destiberdarî be natîqaPen name taze qerarî kirduwe