seba ey meḧremî řazim a were

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  644 views
seba ey meḧremî řazim a were
em mektubem bo xizmetî yar bere
lepaş ’erzî selam û îḧtiramat
bike maçêkî çawî ew dulbere
înca şekwam bigeyene ḧuzûrî
gileyî lê bike bo lêman bî xebere
’îllet çîye ke napirsê le ḧałim
şewqî nema ? ta tuşî derdî sere?
be kemałî îḧtîram ’erzî bike
derḧeqî min lutfî ew tacî sere
biłê pêy min wek qetre şebnimê
ebme fîday ew xurşîdî xawere
bes ewende feramoşim nekatin
îtir herçî efermiwê me’tebere
natîqaPen name nutqî ḧesen beg bebê şik
bo diłe bîmareket çaresere