em taqme bê şubheye ẍîlmanî beheştin

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  553 views
em taqme bê şubheye ẍîlmanî beheştin
bem lence û ’înwanewe ya ahuyî deştin
ẍîlman ke nebê bo çî emen şox û letîfin ?
ahu ke nebê bo çî emen talîbî deştin ?
gułdestey baxî îremin besyetî nazin
cananey ustadin û meḧbubeyî geştin
gułdeste nebê boye be dest xwacewe cem’in?
canane nibê bo senemî dêr û keneştin
qed ’er’er û mû kemer û leb şeker û şoxin
findiq dehen guł beden û ḧorî sireştin
heryeke le laye diłî natîqPen name efřênin
ger çwar û pênc û şeş wiḧewt û heştin