sergeştey çerxî felekî bê ser û pa xom

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 3 minutes  653 views
sergeştey çerxî felekî bê ser û pa xom
awerey şam û ḧeleb û ḧums û ḧema xom
pamałî hem û mîḧnet û hîcranî zemane
musteẍirqî deryay ẍem û cewr û cefa xom
peyweste ciger xeste le naw małî peřoda
bê zemzeme û ’uşret û bê şem’ û çira xom
matem zedey bê kesî û mewsimî meẍrîb
aşîftey ders xwêndinî hengamî ’îşa xom
sibḧeynê leber ne’rey çadrînim û yurimş
ḧeyran û perêşan û serasîmeyî ça xom
gehê goşim be awazey neqareyî te’lîm
gehê şîftey dengî dehoł bangî hewa xom
gehê pestî selam hemze û gehê mestî selam duř
gehê xeste dił û baxeberî saylesa xom
saẍabegusula beg fikirî şew û řojim
baq baqe buwete wîrdim meşẍułî eda xom
sułden çerî dun suřim way be çî new’ê
wek fiřfiře geh řû leber û geh le qefa xom
top qałdar û top endirî xistumyete cumbuş
wek wirç xerîkî terb û řeqis û sema xom
dîs çok pereyan hemhemey bangî eyax qax
şêwandimî gahê le zemîn geh le sema xom
hengamî eler qeceye wez’îyet ał ax
wek merde pider dest be kemer dem be seda xom
sersamî heway mosîqa û buřyeyî tedrîb
daym le xeyał badşeh û cuq yeşa xom
řoj ta be ’îşa turbe û yamnilînme barim
manendî kewî kahkeşî destî fela xom
te’lîmî hedef nûrî besermî be fena da
kwêrane sîfet şam û seḧer dest be ’esa xom
wa keşmekeşî manore cergî biřîwim
qedî bedenim řewîwe duçarî siza xom
bê zînetî feqyane û lapêçî nîgarîn
bê şewketî sełtey pemeyî bê şan û ’eba xom
bem bergewe leberma ke ełêy gurgî zehawim
daym le şeřî seg sîfetan awłe pa xom
ewsa be heway şewqî guł û zewqî dił emut
sed şukirî xwa bulbulekey gułşenî şa xom
êsta le şewqî çerxî felek wêłî wułatan
îftadey berdegay ustadî coła xom
daym le cyatî şehd firoşî şew û řojim
meşẍułî hewa bestin û hem řayełe û ta xom
tirsim heye bo sunnetî dił û sebrî
manendî semender hemdemî ateşî ça xom
bem ḧałe perêşane û bem řêge peşêwe
pabendî wiłatî ko meqamêkî weha xom
herçend ke nezergey ẍîlmanî beheştin
heryeke be îşaret ke ełên ḧorî leqa xom
dił tefrem eda kuçe û bazařim egîrê
çî bikem ledest em załme ? qed nabê řeha xom
leş û larî wicûdim be ḧezanî xemî dewran
zerd buwe wereq û peřî bê neş’e û nima xom
natîqPen name be xwa ger le xwa nabê xelasî
ḧesret zede û ẍutewerî beḧrî fena xom