řoj û şew çaweřwanî diłberim

From the Book:
Dîwanî Natiq
By:
Natiq (1886-1967)
 1 minutes  772 views
řoj û şew çaweřwanî diłberim
wek tebîbî mihreban bête serim
bêt û çarey derdî ’îşqim zû bika
bida şewqê be diłey piř kederim
bo leḧzeyek çawî bazîm têbřê
sayey huma enîşête ser serim
paşahî ḧewt iqlîmî cîhan bim
deyxeme ber pê deyhem û zêwerim
kuştimî wa kuştimî derdî fîraq
bezeyît bê be ḧałimda beşerim
bebê hude heł’edem nedrî bext
ew be ḧîle girtûyetî şeşderim
na’umêdî baş nîye «natîq » biłê
xwa kerîme her ebête hawserim