ew zyaye wa le dûr dyare meqamî diłbere
From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
2 minutes
798 views
ew zyaye wa le dûr dyare meqamî diłbere
ya wekû şewqî cemałî ew mehî sîmînbere
bo ciger letkirdinî ’uşşaqî mujganî syay
nawkî tîre we yaxo nûkî tîjî neştere
ebruwe ya qewse ya bałî humaye pêm biłê
seyfî xunřêze hîlale diłbera ya xencere
dûdî ahî sînekem emşew le hîcirit çawekem
wa serî girtûm gelê zyatir le dûdî mecmere
fermû teşrîf bêne kulbey ’aşiqit emşew be naz
ḧazre bo berdebazî řêgeyî to em sere
qet be bonî zułfî to nabê gułałe û yasemen
’etrî tuřřey to ne wek ’ûde ne mîslî ’enbere
lalezare damenim, cana be xwênî ałî eşk
wextî seyran û temaşaye dexîlit bim were
xoy leser řuxsarî canane le berçawim ełêy
her leser bergî gułe şebnim, leser mah extere
seyfe ya qewse we ya bałî humaye pêm biłê
ya hîlalî yekşewe ya taqî ebroy dulbere
řûmetit bedre milit mînayî safe bê ẍeşe
dem qutûy daney duřî deryaye lêwit şekkere
çay zenexdanit biłêm wek zemzeme zemmî ekem
ebrût zyatir le tîẍî destî tûsî newzere
wa be ’umrî cwanewe pîr bûm qedim xem bû le ẍem
diłbera dûrbînî çawim êste em ser ew sere
na’umêd û beş biřaw eḧmedPen name le dinyada etoy
nexlî ummêdî muradî toye daym bê bere