9 tiranehay kirdî kirmancî mikirî

From the Book:
Gorani
By:
Mohammad Mokri (1921-2007)
 5 minutes  1579 views
353
hey dad hey bêdad! lew zułmî sextim
xetay kes nîye, bo xom bedbextim
354
eger demzanî le kwê denûstî
sîngeket doşek, pêm řadexsitî
355
her bêwejnê şał kirmanî bê
ḧewset gewre kiç be qurbanî bê
356
le xwam tełebe be mał û ḧałî
qirçeşkênit kem, şew be ḧełałî
357
ne małim dewê, ne gencî dunya
bałay tom dewê be taqî tenya
358
eger cehennem wek durîy to bê
ya xuda be nisîb gawrî ser ko bê
359
ewa min deřom bo lay germênê
ew diłey min ẍerîb be cê demênê
360
şewekey wesiłit, her le bîrme
dawêk le zułifit kemergîrme
361
serim sergerdan, pam be kotewe
ser pencem bibiřn be lîmotwe
362
lewey metirsê dînit bê betał
gerdin hełêne weder کەûەێ xał
363
ew bałaberze, ew têl be sere
’alemê kuştuwe, xoy bê xebere
364
bałaket berze, beqed minarê
kê tefrey dawî? berdî lê barê
365
her kesê deyka men’î min û to
le małî derçê řojê heşt û no
366
ewa min deřom xom û diłekem
amanetû bê, taqe gułekem
367
hewrêkî hêna, baranî pêwe
ya xuda nebarî, leylam beřêwe
368
małîk barî kird, kes neygêřawe
małî leylam bû, diłxoşîm dawe
369
ne małim dewê, gencî we ko bê
gedayî dekem, çawim le to bê
370
êre mizgewte, xaney xudaye
şer’î min û to lekin melaye
371
hey dad hey bêdad! mirdim be tenê
ya małim bar ken ya ew kiçem denê
372
çawim çaweřê, ew kilke berde
key le mał derdê ew gerdin zerde
373
ew kiçe lew małe qewlî dawe pêm
derk û derwazey daxrawe lêm
374
mangeşew xoşe, mang le perêzê
dostî cwanit bê, piř be amêzê
375
mangeşew xoşe, mang leser małan
dostî cwanit bê dem leser xałan
376
mangeşew xoşe bîda le awê
dostî be beqa, dełalî nabê
377
qur’anêk bêne destî pêda dem
ḧeta řûy mirdin, meylit bernadem
378
kengê wa debê şertî diłdarî
to le ’eyş û noş, min le ẍembarî
379
qestem bew mangey xermaney dawe
meylî çaw cwanim be kes nedawe
380
ew êwarekey, mangay delawan
pêm kut bo maçêk, fermûy beçawan!
381
detirsim bimirim to nebînmewe
be cwanemergî ser binêmewe
382
xetay min çye to çawit dêşê
daykî xot nîye nazit bikêşê
383
to dûr û min dûr, beynêk bibestîn
be firmêskî çaw cogêk hełbestîn
384
ewe to deřoy be nařezay dił
xuda yarit bê menził be menził
385
were małekem hergîz meçowe
ẍemî sed sałem le bîr berewe
386
ser ke serînim, têr bike şînim
deçme icbarî, mergit nebînim
387
ya xuda her şew bê le řoj bêzarim
newek segbabêk dest da le karim
388
detirsim bimirim negem be miradim
yar bê be ḧakim, nepirsî dadim
389
detirsim bimirim be çiley zistanê
qel û dał bimxon yar pê nezanê
390
detirsim bimirim, negirim yarêkî
bête ser qebirim sałê carêkî
391
henasey sardim kêw le bin dênî
daxuda xuday min çit beser bênî
392
ya xuda hełqenî ew kêwe le bin
bełkû peyda bê ’emir û çawî min
393
ya xuda be xêrê mîwanî ’ezîz
be řojî behar, be şewî payîz
394
ew çawe cwananey emnyan kirduwe şêt
beẍîlî nabem xuda dawye pêt
395
besman lê bigre, seransiwê banî
le min małî zor le toş cwanî
396
heste le xewê! bizane çim dewî
le girdinî zerdit dû maçim dewê
397
heste le xewê berî beyane
ḧeta pêk debřêyn axrî zemane
398
heste le xewê bizan emin kêm
kuřekey dwênêm, qewlit dabo pêm
399
le xudam tełebe ya mûsay kazim
mêrd gulet bimrî, bo xom detxiwazim
400
xuda xudame řoj bibî awa
destêk bigêřim dew baẍçey sawa
401
dû çawî řeşt bûn be cellabim
pêyan bifermû neden ’ezabim
402
hełkêşe xincer, debanî dem řeş
binê le cergim, bîke be çwar beş!
403
desrekey destit taftey pîwazî
xo min nemirdim to jin dexwazî
404
sabłaxim xoşe, kûçe be kûçe
qîmetî naye memk hełûçe
405
kiras derpêket dełêy deware
eger bot deşom kakim dyare
406
le xudam tełebe be guł û jałe bî
daym le sin’î çarde sałe bî
407
ewe mang hełat dawye le hobe
maç kirdin xoşe nobe be nobe
408
çawim çaweřê, derkî ḧesarê
daxuda çaw cwanim key dête xwarê
409
xozgem bew şewey to minit esîr kird
kirgarî xot bû kê toy mecbûr kird?
410
herçend nwêj dekem, nwêjim betałe
teḧyat dexwênim tom lê xeyałe
411
eger demzanî le kwêt dekird řaw
tozî xakî řêt demkird be qendaw
412
xo min cûtêr nîm, cûtim bulbul bê
towim řazyane, xermanim guł bê
413
ew car barî ẍem nîştuwe le lêwim
bo řeḧmê nakey be diłey peşêwim