3 tiranehay kirdî kirmanşahî bih sibik awramanî kih ba liẍat awramanî amîxtih şidih ast û dir tiḧit ti’esîr lihcih awramanî qirar giriftih ast

From the Book:
Gorani
By:
Mohammad Mokri (1921-2007)
 4 minutes  1104 views
166
bawanit biřmî! bisûzû cergit
çu kirmaşanî sye bû bergit
167
xuda mezanû min pey tu çunem
sed kûrey agir, ha le derûnim
168
bîla pîm beyû, her ye bawme
hawraz leylî, mecnûn nawme
169
bawanit biřmî, nemînû kest
her xwet bimînî cufit çew mest
170
çeweyl mest bî surme řeşe
xuda mezanû xunî çen kese
171
min ke mizanûm mirdin le řîme
gyan eray çeme mał eray kîme
172
kiz kiz danîşim le say dîwaran
zencîr û gerden çu gunakaran
173
xuda day ledes bedan bedgû
tu keftî le kû, xwem keftim le kû
174
her kes bikerû mîn û minaman
kûl kûl bikîşt deyn û gunaman
175
xuda day le des çew řeş çewřeşan
xweş xû, xweş lehce, şîrîn mehweşan
176
her kes ley dunya nedarû dûsî
çu pes qessaw, bikenin pûsî
177
s kes ley dunya şew nedarû xew
eweł bayequş, duyum narey ew
sîwim ew kese le dûs biřyaye
çu bira mirdî, cergî sizyage
178
tirûskey agir sye mał nû
xweş xweş mesûzû le dawaney kû
179
ey dunyadaran, ey dunyadûsan
dunya demîke, çu şarûy bûsan
180
şînim bikerîn, şîwenim xeylî
termim bwesîn we zulf leylî
181
dweşew dîme xew, du kewk megaran
yekî leylî bî, mecnûn mecaran
182
bawanit biřmî wî çemtewe
wey zencîrey zulf, lay demtewe
183
demeket bare û bine new demim
ta ke sakit bû diłey piř ẍemim
184
ne derdim çu derd, derde jarane
ne zamim çu zam gesey marane
185
gesey mar xase, zû meyû sarîş
zam dił gene, zûxew meçû lîş
186
diłekey xweme çu şetew lîłen
çu ewr wehar, we geşt û gîłen
187
xwezî we xwetan, cergetan cemen
bîçarey çu xwem, we newtan kemen
188
yadtan we xeyr, dur le wiłatan
bûme kemûter tyem we latan
189
ew şew we gûş bîm nałanî û derd
dud xwem le çerx heftumîn wiyerd
190
agir çî welîm, çu pîredaran
bew bikuşne wey çu meyl caran
191
xuda kûr bikey gilarey bedgû
hewsa kî dye lay hewsa neçû
192
xewanîn nexew, key meyûn bîdar
gûş biden we deng nałey derde jar
her kes xetye xew xeyrî bût
her kes bîdare çu xwem deyrî bût
193
bew ta binîşîm çu herdik yaran
derd dił bikeym çu herdecaran
194
eger meyleket bidem we xwîşan
gilarem kûr bût, desim bikîşan
195
yaran kî dye derd wey giranî?
dûsim nîştye des we ziranî
196
kaşkî min byam kûzey ban şanit
tik tik bitkyam wenew memkanit
197
řîkey taqwesan bitaşim le çû
eray dûsekem her bay her biçû
198
řûle wirîze! ne wext xawe
xaw seranser wepît nabawe
199
dayke pîrekem tenya min darû
eger min bimirim agir mewarû
200
derd diłekem bîwşimey pey seng
seng meyû xara, megîłû le reng
201
yese warane, zemîn yex darû
min dîde nyem, tu pa wer darû
202
her zewî berze bikeyne bûsan
şemame barît bu des dûsan
203
îmşew çen şewe dûr le yaranim
çu qet’ey zemîn tişney waranim
204
dałk xu neyrim bikerû şînim
wenew minałeyl bisînû xunim