1 tiranehay kirdî kirmanşahî

From the Book:
Gorani
By:
Mohammad Mokri (1921-2007)
 12 minutes  2308 views
1
tenya darîk bîm, kyenîk le pam bî
gel gel nazareyl daym le sam bî
îse pîr bîme, belgim řizyaye
gel gel nazareyl lelîm tûryaye
2
xuda! da le des, şuley mangeşew
ne mang awa bî, ne xîl çî le xew
eger helesim, sayem dyare
eger danîşim, dił bî qerare
3
xuda bisînit ḧeqim le dayet
xwem cewrit kîşam, kî nîşte sayet
4
tu qesem xwardî şû bikeyte pîm
dweşew ’ekseket lelay şexsî dîm
min keyxuda nîm, karit bisazim
dûst bikuşim, xwetîş bixiwazim
5
ey xuda zûre! peyẍemer zûre
jin wey xasîye, şûkey nacûre
min keyxuda nîm, karî bisazim
şûkey bikuşim, xweyşî bixiwazim
6
xuday ban ser! zûrdar bikey kûr
dûsim naşî bî, birdiney we zûr
7
hey dad hey bêdad! kes dyar nîye
kes le derd kes xewerdar nîye
8
ye çe kûsim kefit, çu zengim ziřya
desim le dawan dûsekem biřya
9
îmřû qûlekem we dilgîr dîme
zinî û zinganî, dî eray kîme?
10
î ban û ew ban, ye çi banîk bî
dûs le dûs biřya, ye çi janîk bî
11
xwem û bayequş herdik hemderdîm
kelawe nişîn, byawan gerdîm
12
eger meyleket feramûşim bût
sifîdî kefen, balapûşim bût
13
cwan bîm le ’işq, to pîrim kirdî
we zencîrey zulf esîrim kirdî
14
ye şerit û ye beyn, ye qerat bî?
le řûj eweł, kî zûrdarit bî?
15
bałaket berze çene çinarî
ew hefit îmame bed we řît narî
16
kûr bût ew dîde, to nîşanim da
nan bedbextî we dawanim na
17
îware dîmit wew celalewe
xułkim nekirdî, çîte małewe
18
bîl ta lîm şew bat, şew lelîm xase
duşmen nezanit bergim pelase
19
bîla her şew bût, le řûj bîzarim
teqsîrim nîye, ’aşiq zarim
20
sê mangey zeman giştî şew byat
dem we new dem, çew we xew byat
21
îmşew çen şewe talar bî naze
ne kizey kewaw, ne deng saze
22
er byeyte pîm, maçê le new dem
řûjî çwar care qezat xem le xwem
qezat xem le xwem, řûjî çuwar care
sub, nîmeřû, ’esir û îware
23
er beşim nîyey lew sîney safit
çu mar ḧelqe dem, le dûr nafit
24
we berzî bałat, mîl qewrim bût
qiře paçînit qelay dewrim bût
25
î qewre neçim, î qewre tenge
duşmen kenyesey, we zerdexene
26
binûsîn le ban seng mezarim
şehîd ’işqim, mekeyn azarim
27
bîla bimirim, her wey derdewe
ser binyem we ban seng serdewe
28
der cilewxan, bikîşînim dar
ta ke dûsekem barêtme xwar
29
we şew dewrîşim, we řûj dîwane
kuştey şexsîkim, hewsay xwemane
30
we der małeket, pam suřya, keftim
bedbextî girdim, şew lelat xeftim
31
xał lew yekî, xał mil duwan
xał new sînet ser lelîm şîwan
32
çewyel mest, hawirdî, birdî
terk dildarî, xwet û xwem kirdî
33
yadgarîyeket ha we lamewe
we kurdisan çim, netîyemewe
34
mer min çe witim? to çe şineftî?
we qisey nakes, welîm dûr keftî
35
herçî pît witim qisem neşneftî
xeylî xweşim hat wey řûje keftî
36
eger meyleket we kesî dayte
biçû bisîney, xiletîyayte
37
ye çi derdî bî, bîwe duçarim
ser bî we salar, leş bî we barim
38
řazîm we xuda, cem bûn we dûrim
her kam we desîk bikenin qewrim
39
çen cewr? çen cefa? çen xwar û zarî
şwan bî muz, ḧeq nadyarî
40
hey dad hey bîdad! alûdey derdim
kelawe nişîn, byawan gerdim
41
bûş we dûsekem, er dûsim dîrî
cuftî bazûben eram banîrî
42
her ke mizganî dûs eram barî
ixtyar dîrî çewm derarî
43
îmşew çen şewe netîyey le xewm
le kî tûryayte bînayî çewm
44
le dûrew hatî, witim ye yare
gilarem kûr bût, ye xu řîware
45
keftim we şûnit we meçû meçû
tałî le zulifit bîle cî biçû
46
er bîyete pîm maç we new dem
řûjî de keret derdit xem le xwem
we yey maç, du maç, dilim newt řazî
ta new memkit, nekem desbazî
47
mîwan xweş hatî, nûr we patewe
derman derdim, ha we latewe
48
qametim lejîr bar ẍem çemî
mirdin bître le hewmal kemî
49
er meylit nîye ta dilnya bûm
kem des we dawan şeyx û mela bûm
50
îware dîmet, kaşkî nwînyamet
nîşanim dayte gûşey qyamet
51
eger meyleket byem we kesî
desim we dawan îmam neřesî
52
wey îmam hadî, ban kulyayî
kafir nexefit şew we tenyayî
53
her ke min û tu le yek kirdewe
naley bat le ban, giran derdewe
54
şerit bû le daxt hergiz nexenim
berg ’azyetî le wer nekenim
55
tirsim bimirim byawan bût cîm
řefîqeyl cem bûn neşnasin min kîm
56
dûs dilsûzim, hem dilnewazim
řîyekey umîd, cîyekey nazim
57
er byeyte pîm le demte maçî
bawik û dałkit, we dûzex naçî
58
tirsim bimirim, nekem kamranî
her ah bikîşim pey newciwanî
59
ey weys nazar! gumbez barga xas
tewafçî fires derdejar bişnas
60
xwem û bayequş her qûqûmane
min pey dûs gerdim, ew pey wîrane
61
ciftî şemamey nîmřesim dîye
dewrî peřçîne řî desim nîye
62
we yey gûşey çew, saqî mesim kird
we çew tirek, but peresim kird
63
enarîk hatye le lay dûsewe
uşim bixiwemey her we pûsewe
64
demeket bare! maç kem dinanit
we lîw bikîşim, bar le zwanit
65
fiday bałat bam terkey lîw çem
aw şet xwardî, sewzey guł we dem
66
xwem kurd û tu fars, zuwan du cûre
xatirxiwat bîme, ye kar zûre
67
we qur’an qesem, we herçî pîre
mêrit çu qullaw we cergim gîre
68
se xwem ẍerîb deşt zehawim
çu masî biryan derûn tew tewm
69
perew û bîstûn herdik bira bîn
qismet karî kird le yek cya bîn
70
řîkey kirmaşan guł û gułdese
bûşne dûsekem, ẍerîbî bese
71
we fiday małekey pay perewt bam
we fiday dîdekey şew bî xewt bam
72
le mał deratin cuftî guł we ser
gewrakey çu mang, buçkeley çu xwer
73
her kes bipirsî new û nîşanim
min bedbextekey new kirmaşanim
74
hezar yar daştum her tu yarmî
çûnke eweł çew, new şikarmî
75
ḧesretim yese bame new małit
dem binyem le ban ew tenya xałit
76
tu xwet gułîkî, guł eray çete?
’alem we ḧesret, gułekey xwete
77
le dûrîyeket fire hûłme
sengînî perew, ẍem we kûłme
78
min dûr û tu dûr, yek le yem dûrtir
tasey hem kîşîm şew le řûj bîştir
79
le dûrîyket agir girdime
we kûrî çewt yarî girdime
80
tuf we şertî jin! tuf we beqay jin!
xwet qesem xwardî şû bikeyte min
81
le der małeket hatim werew xwar
çewm kefte pît bîme giriftar
82
hem nanim biřî hem dûkey kakem
çewm we pît kefit xwem girdew nakem
83
sa’et hefit û heyşit, dan le derwaze
çewm kefte dûs, diłim bî taze
84
wey mange qesem diłeye binîşî
yey dûsî tuwam, nazim bikîşî
85
her małî gîskî xwem tenya gûrî
nezir ella bût dûsim netûrî
86
wey mange qesem ye çenî zerde
maç dûs kirdin şifay derde
87
wey mange qesem ye çenî tare
maç dûs kirdin şefay bîmare
88
wey mange qesem ye çenî berze
maç dûs kirdin we tirs û lerze
89
bew bew bew bew bew! dûs ’ezîzekem
mîwey řesîde ser payîzekem
bew bew bew bew bew! kar wepît dîrim
qisey çen şew werc, keftyese wîrim
90
ew dese neçit şew le gerdinit
çi fayde le dûr niga kirdinit
dem nenît le ban gûnay zerd sûr
xuda bûřit işarey le dûr
91
weser kyanyeke qalî tekanî
lejîr qalyeke çew lîm qirtanî
92
gewahî ’işqit řeng zerdime
maç new demit deway derdime
93
xałit şimardim hefit û heyşit û nu
hûç xałîk neyme wîney xał tu
94
bîla şuyeket şeweke dar bût
sifîdî sînet wepîm dyar bût
95
agir çî welîm, bew xamûşim ke!
ḧelqey ẍułamî xwet we gûşim ke
96
kirmaşanîkim we dił gîryame
we ḧukim dûsim zencîr kiryame
97
kure kem bike nûr bawanim
beşkim bigrît des we dawanim
98
wew hesarekey ha ban małit
eger kuştîtim xunim ḧelalit
99
ew serserawe deng tu lî nay
kyanîkî xuşg bût aw letî nezay
100
her serserawî seyranî dîrî
her biře małî ceyranî dîrî
101
bałaket berze xuda dasew pît
çu guł řejyaye siweyl desew lît
102
herçî çew gil dam wey kûrewbye
deng dûs biřya, giştî sûfye
sed sał sûfî bîm le xawer zemîn
çewm kefte pît helgirdyam le dîn
103
hergiz newesayt serwîn wey xasî
lew sa şû kirdî dî xwem neşnasî
104
cuftî çew dîrî çu pyałey çînî
ḧesûdîm netît ḧeq lît nesînî
105
tûłey des nîşan ’asay desmî
min kesî neyrim tu gişt kesmî
106
serwîn û merwîn leyek şîwyaye
er dirû nwîşim maçit kiryaye
107
’ereq û şeraw xwem mes nekirdin
çeweyl mest dîwanem kirdin
108
’ereq dayte pîm ye xu şerawe
eray dûsekem cergim kewawe
109
we der małeket satî danîşim
her ke lîm pirist îwşim dewrîşim
110
bała wey berzye, qed wey barîkî
sitarey siweyl kefte tarîkî
111
şem bîm, şole bîm, perwanem kirdî
fire ’aqił bîm dîwanem kirdî
112
şelim, şeketim, le řî hatme
le say małeket kirç helatme
113
desim bigre bizan tew dîrim
lale lal bike beşkim nemirim
114
ye des kye le ban şanim?
des dûsme, derdî le gyanim!
115
dweşew dîm le xew, xew dirû nîye
desim we nazew we milit bîye
116
tuf we kirmaşan! çałe zemîne
bîstun xase, cîyekey şîrîne
117
xwem kirmaşanî dûsim qesrîye
xatirxiway bîme, teqsîrim nîye
118
serim we sergerd ew cufte çewe
bye kasey xun keftyesey newe
119
yey dûsî tuwam ta ser dûsim bût
min bûme dewrîş, ew kelpûşim bût
120
hey dad hey bîdad xwem tenya menim
kilke wîrane bî we meskenim
121
dîtir temennam le bałay kî bût
dîtir kî bûnim şîwey tu lî bût
122
fiday şwekey qecer paçet bam
řisway sed sałey tenya maçit bam
123
dinan tełaket, řûşnay gilarem
tu teqsîr neyrî, xwem syeçarem
124
le yey cî berzî bikenîn qewrim
herçî çew mese, cem bûne dewrim
125
tu xwet gułîkî û guł bazî key
we nîş birjang tîrenazî key
126
min îwşim tatî tu bîwiş birake
ta merdum bîwşin karîyan pake
127
jin wey xasîye, şûy wey genîye
bawanit biřmî! ye çu menîye?
128
er meylit nîye î dewîne çes?
sub ta îware kewş diřîne çes?
129
er meylit nîye î işare çes?
peyẍam henardin, sub îware çes?
130
hesarey helat, witim sweyle
tumez duma kûç, bawanim leyle
131
her kûç kûçit bî, kûçit bî we řas
dimay kûçeket axir dunyas
132
ferhad jarekey şazadey çînim
qisimit hawirdey pay bîstunim
133
demeket bare! mik mik bimjim
kî laret kirdye ta xwem bikujim
134
era nenûřî wey zarîmewe?
wey kûs keftî, dyaremewe
135
kirdîtese ban berze dîwarî
nenûřît we ḧał yey derde jarî
136
we ser mîlew ban, kirin dyare
her kes dûs dîrî çew intizare
137
qesir û xaneqîn, serḧedid îran
giştî we qurwan çeweyl cîran
138
min kemûter nîm şeqe byem bał
welay dûsekem bipirsim eḧwał
139
çerxî çew xumar! dîde qetranî!
şikił û şîwe xas! małim řimanî
140
kirdî le banî berzî ’imare
we dem çiřîtim, we çew işare
141
agir le desim kefte dawanim
řîkey mał dûsim, bîye bawanim
142
bew! bew! bew! bew! bew! xas çiştî dîrî
memk ałûçey piř miştî dîrî
143
şew le qerawił, řûj le çepewbay
çu deryay qulzum, çeweyl bî xew bay
144
kaşkî sengî bam şew le serînit
gûş byem kizey nałey derûnit
145
yekî le lîm çî, dîde û gyanim bî
kelîmey şadet, tuk zuwanim bî
146
bew ta zułfeket bikeme şane
newa bigirt, gertî gûrxane
147
kut kutim bikeyn le ban pûsim
min des helgir nîm le taze dûsim
148
tuf we şertekey nîme temamit
wetim xasîkît, bûme ẍulamit
149
bîla bimirim, řûjî çuwar care
sub û nîmeřû, ’esir û îware
150
wey mange qesem çene çenîke
çene guł tilay, lay serwenîke
151
tîrî da lelîm çermiley çew mes
le şun tîrekey, xun qetare bes
152
kaşkî min byam we cî ew tifle
şeker binûşyam we say ew zulfe
153
kem bew, kem biçû, kem de zeḧmetim
hem dînim sizya, hem qyametim
154
eray dûrîket fire peşîwim
sed misqał we seng bar girdye lîwem
155
her kes ke bîwişt ẍerîbî xase
ewîş le cimley xuda neşnase