em diłem wa dyare meylî řûy gułî yarî heye

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  3282 views
em diłem wa dyare meylî řûy gułî yarî heye
bulbul’asa boye daym nałe û zarî heye
ger ledes cewrî řeqîban min binałim ḧeq nîye
çunke me’lûme ke guł bû, da’îmen xarî heye
wa le ’îşqî peřtewî ser kułmî ałit çawekem
sînekem şu’le û biłêsey kûreyî narî heye
fermû bêre ḧucreyî dił xełwete bo bezmî to
ẍeyrî to qurban ne nameḧrem ne eẍyarî heye
eşkî çawim wa le ḧesret le’lî lêwit dembedem
carîye û sûr û swêre, řengî gułnarî heye
dił le xewfî zułfî to bo gencî řût řêgey nîye
çunke dewrî ew telîsme cûtê řeşmarî heye
eḧmedPen namey bêçare bo wesiłit enałê řoj û şew
řengî zerd û ahî serd û qelbî bîmarî heye