kîj û diłdarî

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  735 views
êsk sûkî neşmîle.. ke to ewende serpêç bî le jyan, wamnîş naçar awateketim hênaye dî.. fermû qisekanî xot bixiwênerewe
min wam ezanî kewa diłdarî
bes giftugoye dûre le yarî
ya heftey carêk biçme dîdarî
bîgořînewe dyarî be dyarî
ke çî ew kuře hîç pirsî nekird
dest û meçekî bo naw qedim bird
paşan bê ewey ke pêy bizanim
řay kêşam heta goy memkanim
le singî tund bûn wek her dû şanim
lafawî şadî le leşma hesta
letwê twêy diłda le qûłî hesta
weku xwên geřa, benaw demara
lêw bû şîrînî lêwî emjî
şepolî xoşî be lêwma pijî
demî kamman bû xoşim nazanim
weku kareba řay eweşanim
maweyekî zor lem bezmeda bûyn
xoman nexoş û xoman dewa bûyn
le nêwanmana çawî zimanzan
bo diłî dûla bûbuwe tercuman
kotayî pê hat yektir bînîman
ew becêy hêştim
minîş řoyştim
ke çî lepřida hestêkî tawan
çuwe diłmewe gurc řamî weşan
tenanet witim her ke řoştimewe
begrye û tobe xom eşomewe
xo ke em xełke wird ebûnewe
emut: nizîke pêyan zanîbê
ya leser kułmim cêga danî bê
taku nîweşew azar pîşem bû
cîhanim lela herweku tem bû
le xom epirsî, min tawanbarim?
ya wek em xełke xawenî yarim?
le jêr lêfewe leş emayewe
melî bîrîşim esûřayewe
ta lepiř dengê řay kêşayewe
gwêm lê bû bawkim
wird wird bo daykim
basî řaburdûy egêřayewe
ew nuqurçane ew mem guşîne
ew gazî kułim û ziman mijîne
yaweku xwênî gazî ew lêwe
ke basyan ekird min qet nemdîwe
ewey basyan kird ew şewe tare
ke gwaye tenya bo yadgare
wehay le min kird hetaku beyan
beşadî binûm dûr le xem û jan
çunke le řûm yet biłêm diłdarim
biłêm xełkîne min xawen yarim
îtir le yarim qet nabim bêzar
beyanî xêra eçîne dîdar
min sing tund ekem le singî germî
serîş exeme ser řanî nermî
çunke têgeyîm ewey ke yezdan
dirustî eka û pêy ełên însan
hemûyan têkřa eçne ew şare
ke xełkî ełên «şarî diłdare»