jûrî meyxane

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  590 views
ew jûrey eqił û xemim têda win kird
min bedił emwîst dû dêř binûsim
leser ew xemey ke wa pêy pestim
ke çî arezûy kořî meyxoran
xeyałî xemyan birdim be tałan
kewtime ser basî jûrî meyxane
ke xem le nawya kewtû bê gyane
***
were gileyî serxoş le saqî
bo ew dû qumey pêy mawe baqî
qaqay pêkenîn ziringey pyałe
qiłpey şerabî konî de sałe
ofî nuqurç û ziringey bazin
naz û lencanî meygêřî şermin
goranîbêjîş be sema û yarî
awazî xoşî le zar ebarî
hatuçoy memî le suxmey tengî
tirûskey çawî xewałû mengî
diłî meyxorî exsite lerzîn
weku lerzînî řanî bilûrîn
pêstî pemeyî emende cwan bû
tirûskey momî bo perêşan bû
legeł tarîkî jûrî meyxane
kirdibûy be şeř leser ew cwane
gelêkî zorîş hoşyan nemabû
firîştey ziman lêyan torabû