le ḧesret lêwî le’ilit eşkî çawim êste guł řenge

From the Book:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
By:
Ahmad Mukhtar Jaff (1896-1935)
 1 minutes  543 views
le ḧesret lêwî le’ilit eşkî çawim êste guł řenge
be yadî çawî mestit dił hemîşe maylî benge
temaşake ke dême basî te’rîfî demit cana
şukur herzan eka şî’irim eger çî qafye tenge
be surme awî dawe ew nîgare xencerî ebroy
şehîdî ẍemzeyî xwênřêjî boye mat û bê denge
hezar hawar û dad nagate gwêy, te’sîrî lê naka
diłî ew şoxe bê řeḧme leřastî min wekû senge
lewey xełkî ełên pêm ’aşiq û řîsway nîye perwam
nesîbî ’aşiqî bêçare daym lome û nenge
muselleḧ bû be şimşêrî biro û peykanî mujganî
muḧeqqeq turkî mestî çawî yarim maylî cenge
binazim çende xoşe te’zyey ’aşiq leser qebrî
lecêy şîwen, ziřey fincan û dengî berbut û çenge
dexîlim bêre seyrî meclîsî řendan demê zahîd
temaşake sefaye, seyre, bezme, řezme, ahenge
tewaw nabê be eḧmedPen name ey kemałî medḧî řûy diłber
le ’ersey wesfî yara pêy xeyałim êsteke lenge