jînî diłdarî

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 2 minutes  1419 views
ew jyaney ke ḧezî lê ekey pêş ewey pêy bigey û...
nałey piř daxî gêjawî derûn
be maçî lêwit gişt bû seringûn
eşkî qetîsmaw
le çawî geşa
wek şewnimî çaw
le kułimit pija
***
wişey şerminî lêwî naskit
buwe mosîqa
dengî besozî eyut: gyanekem
çiray kiz bûy dił, be to hełkira
be tenya maçêk diłit kewte coş
lêwîş piř benaz řazî diłdarî
exsite serkoş
***
sirwekey dengî qaqay pêkenîn
bergî xezanî fiřê da betîn
gořî bo bergî gułałey herdê
şine şinkerî şemałî werdê
***
bulbulî nexşîn
dem be pêkenîn
eyut: gwê bigirin
destey diłdaran
hemû kat şad bin
dûr bin le giryan
***
biřwanne guł- hełałe û nesrîn
gałte be kospî sextî řêgaken
biłîn: jyanî diłdarî mane
&arezû
ew arezuwey milî zorî şikan û xwênî zor gułî pijan
be maçî lêw û xewî serkoşî
şerbetî şadî be lêwan noşî
pencekey tawan
piř azar û jan
be bałay wek kot
le nawqed gîran
***
zîndey arezûş
bebê lêpirsîn
şepolî betîn
lay eda bergî
piř wirşe û mengî
ser’encam giştî
serberzî nema
kemêk arezû
weku xwên řija
***
ewyan bo satê xoşî le jyan
emî tirîşyan bo dû parû nan
bo jyanî kwêrewerî
derbederî