beser çû

From the Book:
Firmêsk û Zerdexene
By:
Dilshad Meriwani (1947-1989)
 1 minutes  897 views
beser çû ew xunçeyey ke be firmêskî min geşayewe û bonekey beřûy kesêkî tirda pija
be firmêskî min kewte pişkûtin
xunçey nepşikûy baxî diłdarî
be xwênawî dił hełhatin le sing
dû memî geş û cwan û dyarî
bizey řûmet û hestî derûnim
kirdîtye aweł ẍem û bextyarî
ziringey bazing wirşey bergî ał
lelam şano bû keman û tarî
milwankey mêxek aław le gerdin
samanî dił bû katî hejarî
keçî lepřida awazî nasaz
witî: beser çû pêkenîn, yarî