11

From the Book:
Eɫwen
By:
Ahlam Mansour (1951-2013)
 32 minutes  953 views

zeyneb legeł barê jan û şiłejawî û şermezarî geřayewe bo małewe herçîyekî dekird xoy pê nedegîra, way dezanî her çonê bicułêtewe hestî pê deken ke şitêkî kirduwe, tûşî hîstirya hat û le xoyewe berbuwe gyanî kiçekanî, be çepok têyan berbû û ḧesen aẍa hawarî kird witî:

- zeynew ey dwêteyle çeyane era gîrin?.

- îmřu penc şemes êwares, twam biçme qewrsan, twam serîg le qewr bawig û daygim bidem wext xoy xêr erayanim ekirdim û pareman bî û erayan eçî îse hîçman nîye erayan binîrîn twam biçme paşa koprî.

- ey dwêtegan?

- twan ban wegelim era qewrsan... minîş le diłim nêtyed bomeyan twan weçaw qaymîy xoyan bikefne şwînim naçarim kirdin bidem le lîyan.

- wegel kî çîd?.

- ha . wegel haw sagan.

- we tenya neçîd.

- ne ... tewqîd? le qewrsan çehes?.

- fire çişt hes, bîla yekîg le kuřegan biçin wegeld.

- wetim wegel hawsagan çim.

zeyneb ’abakey kêşaye serî û dergakey le pişt xoyewe girt û be pele kewte řê, ewende be pele bû waydezanî êsta hemû xełkeke kewtûnete dway, le jêr peçekeyewe her weku şêt seyrî em law ewlay dekird û çawî bibwe kamêrayek û le kunekanî peçekewe seyrî em û ewî dekird û hestî dekird şar le jêr pêyda desûřêtewe... zû zû destî dirêj dekirde nêw lingî xoy tirsî ewey hebû xwên daçořête nêw kalûşekey, hestî dekird ełwen lenêw minałdanîda pengî xwarduwetewe, zû zûyş destî bo peřokey nêwlingî xoy debird û çakî dekirdewe û deykirde perjîn... tirsî ewey hebû peřoke netwanê bergirî lafawî xwênekey bikat, leber peşokawî neydezanî peřo perjîneke ger leber lafawî xwênda xoy negirt ewa be çi corê ew lafawe řagrê ke nyazî dagîr kirdinî şarî heye. îtir zeyneb lenêw pelekirdin û dest dirêj kirdin bo nawlingî xoyda şiłejabû... zyatir şiłejanekey hełdeçû ke zû zû awřî dedayewe dwawe ta bizanê şwên hengawekanî xwênawîye yan ne û... şêt asa řaydekird... deywîst xoy hêdî bikatewe ke aẍa jine hêşta xełkeke beheman řêzewe seyrî deken û debê leserexo biřwat... neyzanî çon geyşte qebiristan û kewte ser kêłî qebrekey daykî:

- daye... daye... ame řesîye dadim. tûş biřese dadim nazanim çe bikem? xozg îse lelad byatam... wext xoy nan û şamî û guşt erad enardim... îse řwîm řeşe... xom û... hatme se lad... hîçim nye bideme pîd... bewe cwaw,, biře sedadim le ḧesen aẍa û kuřegey necatim bide... era hîştîd bawgim bidedeme ḧesen aẍa? era? .

zeyneb weku şêt serî xoy dekêşa be kêłî qebrekey daykî û hestî dekird mirduwekan zîndû bûnetewe û hemûyan bem kareyan zanîwe û pencey tawanbarîy bo dirêj deken, betif û nefretî tuřeyêyewe lêy nizîk debnewe û agirî dozexyan pêye û pêş mergî deyanewê agirekey tê ber biden û bezîndûyetî bîsutênin. hestî dekird le çawî mirduwekan betaybetî minałe mirduwe bê gunahekan agir derdepeřê û wurde wurde germî agireke be leşîda ser dekewê... zeyneb serî lê têkçû bû, henasey swar bû bû, tif le demîda wişk bû bû, çawekanî ebłeq westa bûn, hêz le leşîda nema bû, ejnokanî kewtibûne lerzîn, areqî sard benawçewanîda dehate xwarê, řengî mirdûy lê nîştibû, wurde wurde ber çawî tarîk debû... dinya leber çawîda řeş hełgeřabû, diłî têkçû bû ḧezî dekird herçî jan û azaru şermezarî heye be hêłincê hełbênêtewe, weku bit le cêyekey xoy westabû le piř dengê řayçiłekan...

- leyra namey naw qewr... kuřîş bî... tû dwêtit fires...

em dengey ame wek dengî xwawendane hêzî pê bexşî, ber çawî řoşin buwewe, wek ewey taze le dayk bûbê hestî be xawênî û bê gunahî xoy dekird, le piřhatewe ser xoy, ’eba û peçe û kalûşekey fiřêda û serpoş û boyemekey kirdewe weku şêt řaydekird, beser em kêł û ew kêłda dekewt. singî řût kirdibû û şînî degêřa û be kuł degrya... herçî firmêskî pengawey hebû hemû hatne xwarê û her diłopeyek řomanê le kêşe û awareyî û bedbextî tyada bû... neydezanî bo degrî? bo le xoy deda? bo daykî? . bo kuřekey? ke panze sał be tema bû kuřêkî bibê? bo řojî řeşî xoy?

dengê le qebrî amozagey «’elî» dehat:

- xwazmed eger zanistime serim danames.

zeyneb agay le kat û şwên nebû, derwêş asa le bazney yadekanîda berew bîst sałî temenî lemewberî geřayewe ke çon bo dwa car legeł «’elî»y amozay le řoxî çemekey damênî dêyekeyanda bo dwa car jwanyan kird û îtir neybînyewe.

«’elî û zeyneb çend yadgarîyekyan kirde xorakî xuřey çemeke û be hêmnîyewe her yekyan berew małî xoy geřayewe... ew şewe zeyneb heta berebeyan xewî lê nekewt, hezaran hîway řengawřengî leser yektir hełdeçnî û nexşey dwa řojî bo dahatûy legeł ’elî amozayda destinîşan dekird».

keçî berebeyan bedengî çend teqeyek diłî daxurpa û hawarêkî seyr le demî derpeřî û beserupêy řûtewe hate derê.

«êsta nazanê bo... ya çon xoy leber małî ’elîda bînîyewe, leber małî ’elîda ḧepesa, buwe qîje... xełkeke kobbûnewe îtir zeyneb mêşkî buwe dołêkî qûł û dengî ew teq û hoře le mêşkî deziringayewe, binaẍey hîwakanî hełdetekand le ḧeybeta beser demda kewt û le xo çû».

car carê wiřêney dekird û car carêkîş depařayewe, ewende be kuł degrya ta bê îrade ameyşî hênaye giryan û damênî kirasekey amey girtibû piř bedem hawarî dekird û deyut:

- bîj ame le lîm neşarew.

- çe bîjim zeynew?

- ame bîj... ame bûme qurband giçşitî guzeşt dî le lîm neşarew...

- xas zeynew... wext xoy ke «ḧesen aẍa» mamed kirde qeçaẍçî û pyawî xoy û nardey ey law ew la...

- ê ame bume qurband bîj.

- amojind fire cwan bî ḧesen aẍa çawî nabîye banî...

- ê.

- hwîç... basege dwîr û dirîje nêtwanim basî erad bikem.

- ê zanim famistim nîwe şew ḧesen çêyye lay amojnim.

ame ewende legeł yadekanîda têkeł bibû, mû be mûy basekan le mêşkîda semayan dekird, ew řojey ke amojnî zeyneb minałekey bû be amey wit: kuřegem nawî ’elîye.

zeyneb hemû şitêkî bo derkewt, zanî ’elî kuřye ḧin aẍaye nek kuřî mamî, bełam em nihênîye temen dirêje nebuwe ewey gerdê bikewête diłîyewe, bełku zyatir le caran zyatir lew řojaney ke «’elî» bawik û dayk û xoşewîst û hawřê û piştî bû...

zyatir le xewnekanî... zyatir le hemû şitê sozî berew «’elî» hełçû û zû zû bezman kêłî qebrekey «’elî» delêstewe û firmêskî germ û henasey sard û seyr gemarûy dabû.

ḧesen aẍa le katî xoyda ḧezî le zeyneb kirdibû, deyzanî «’elî»y kuřîşî zeynebî xoş dewê û kospe le řêyda... zeyneb bibwe mayey şewnxûnî ḧesen aẍa, emîş amade bû serî hemû dunya bibrê le pênawî be dest hênanî zeynebda... biřyarî da yekê le pyawekanî binêrê ’eley bikujê... ewîş bem şêweye bû...

carêkyan nûrî - ke pyawî ḧesen aẍa bû- çawî pêwe bû ke ḧesen aẍa le nwênî daykî ’elî daye...ḧesin aẍa hestî kird ke nûrî em nihênîye dezanê bo ewey aşkiray nekat bertîlî pêdeda: le hemû řawêkda le hemû de’wetêkda nûrî yekem pyawî bû, cantay parekey ḧesen aẍa bedestî nûrîyewe bû... keçî her detirsa řojê nûrî em nihênyey aşkira bikat...

ḧesen aẍa be dûrbîn bînî ’elî û zeyneb le řoxî çemekeda têkełbûn û yektirî degewzênin... řiqî geyşte ew peřî piley tołe sendinewe... sed dînar û demançeyekî daye nûrî ke bere beyan «’elî» bikujê...

nûrîş piştî be ḧesen aẍa qaym bû, deyzanî be îşaretê qaymqam û mudîr şurte delerzênêt, boye bê hîç mu’arezeyek ’elîy kuşt, îtir ḧesen aẍa bem karey beberdêk dû çolekey kuşt. zû nurîy girt û neyhêşt fize bikat û leber çawî xełkekeda çend gulleyekî naye nawçewanîyewe û diłî zeynebîşî bem kare řazî kird, ke gwaye tołey bo wergirtuwetewe, ḧesen aẍa le ’elî û nurî řizgarî bû, tenya ame bem nihênîye dezanê. çon bewe dezanê eme nihênêk bû, ame neydewîst tenanet bo xoyşî bîgêřêtewe...

zeyneb û ame qebiristanekeyan cê hêşt û leser dûřêyanekeda cyabûnewe...

cyabûnewyekî yekcarî bû, ame bo kuncekey û zeynebîş berew çarenûsî nadyarî xoy řêy girte ber.

le berebeyanî ew şeweda qîje le małî ḧesen aẍa hełsa û hemû xełkî geřeg zanîyan zeyneb xoy xinkanduwe.

***

ḧesen aẍa ke serincî amey deda neydewêra leber ew cûte çawaney xoy řagrê, zor car xoy amade dekird biçête lay ame û herçêyekî buwe û kirdûyetî boy bigêřêtewe û ew kirdewe bedaney ke le jimare nayet hemûy bo bas bikat û pêy biłê:

«ewene kirdewey xiraw xiraw kirdimes ewene ’ałem kuştime, webas kirdin nayen».

keçî her ke çawî be ame dekewt ejnoy deşkaw zimanî debesra û hîçî bo nedehat naçar debû le řûy serince piř manakanî ameda çawekanî şořkate xwarewe... ameyş wek biłêy derûnî ḧesen aẍay dexwêndewe lem ḧałeteda pêy dewt:

- ye guzeşt... çebûd bîla bud... gûş metekin... qismet û nisîb we des xod newî tawan bawgid bî... bawgid wexrawî îwetid kird... we... tûş miłał bîdu herzekar bîd... kes newî le řeşmed bigirdi’a řeşmed bikîşd... dî wegûrey dił xod... diłd çe etwast kareked ekirdî...

ḧesen aẍa her ke gwêy lem qisaney ame bû řengî dekirayewe û henaseyekî sardî hełdekêşa û be herdû lep řuxsarî xoy deşardewe û şermî dekird ame firmêskekanî bibînêt û be dengêkî nerim û têkeł be ax û hełkêşan û piçiř piçiř deyut:

- axir ame çwîn biçeme lay xuda çebîjme pî? çaweganîşim kûr bîne eye giştî gunaḧ ewanes... ḧeq ewanes xuda sîndey le lîm... carî fire mayes....

ame neydehêşt ḧesen aẍa qisekanî tewaw bikat, be dengêkî piř le řastî û sozewe û be serincêkî pir le diłnewayî bexşîn bê ewey byełê ḧesen aẍa hest bewe bikat ke ame bezeyî pya dêtewe pêy dewt:

- gûş metkin xuda kerîme....

- ax ame çenî gunaḧ barim... çenî ’ałem dames wekuşt!! çend jin xiraw kirdime!

çend f 931 mał wîran kirdime?!... çen...?!!

- gûş metkin kirdî nekirdî... guzeşt.

ewî řastî bêt ḧesen aẍa mebestî ewe nebû ame diłî bidatewe û diłnewayî pê bibexşê bełku be pêçewanewe ḧezî dekird ame serzeniştî bikat û pencey tawanî bo řakêşêt û hemû bedkarîyekanî bixatewe yad ta zyatir bêz le xoy bikatewe, ḧezî dekird ame yeke yeke tawanekanî destinîşan bikat, em ḧezeyş tenya leber ewe bû ke le řastigotrîn kesêkewe serzenişt bikirê nek le layen kesanêkewe ke em řojeyan behel zanîwe û satê le dest naden nek tane û twancî têgirin bełku hanî minałe wirdikeyşî lê deden... boye deywîst em şitane le amewe bibîstê nek le qadir û fetḧułła û ’adil efendî û ewanî tir ke êsta le pêş xełkewe deřon û «ba-û-bijî-û-ba-û- biřuxê û baw biřuxê»yan dekird ke lewe berîş hemû şitêkyan bo ḧesen aẍa dekird heta gewadîş.

wek biłêy ame hestî bew ḧezey ḧesen aẍa kirdibê û bo ewey zyatir be xoyda biçêtewe û firmêskî peşîmanî û henase sardekanî hendê le gunaḧekanî bîşonewe...

boye leser yek diłî dedayewe û çend carêkîş deyut:

- gûş metkin kirdî nekirdî guzeşt.

em qisaney ame le batî ewey sozî ḧesen aẍa bicûłênêtewe keçî qetmaẍey birîne konekanî hełdedayewe, hemû wişeyekî debuwe xwê û deykulandewe... boye paş ewey amey cêdehêşt řiqî derûnî dekuław tûře bûn berçawî degirt û le hemû şitê bê umêd debû û biřyarî deda tawanêkî ewto bikat herçî tawanî lemewberî heye řamałê ewîş ewe bû bîrî le kuştinî ame dekirdewe... caran ke kesêkî dekuşt be desełat û dewłemend bû herçend دەقیقەێک wîjdanî ezyetî deda û le bîrî deçuwewe û xerîkî pare û qaçaẍçyetî û de’wet û de’wet karî debû řengîşe gelê car her leber ḧezêkî satî xoy leber hîç na, tenya ḧez, xełkî ezyet deda, dademirkayewe bewey xełkekey ebînî leber destya zelîln û depařênewe û car carêkîş pêławekanî maç deken... bełam bîrkirdinewey le biřyarî em dwa tawaney corêkî tir bû... êsta ne desełatî heye û ne pare... ne kesêkîş be pyawî dezanê, heta jinekanî û minałekanî lêy bêzarin, yade řeşekanî derunyan hełkołyewe bo ewey ew tiruskayyey le naxya mawetewe ewîş xamoş kat... tiruskayekeş ewe bû ke hendê car pakaney bo xoy dehênayewe ke gwaye mirove û xo mirovîş xirapey her lê řûdeda... paşan xo her ew betenya xetabar nîye bełku nîwaw nîwî mirovekan xetabarin, her ke xoy legeł fîr’ewn û hîtler û mosolonîy û cengîzxan teymur leng berawird dekird zyatir tiruskayyekey derûnî degeşayewe... bełam tenya qise nermekanî ame ew tiruskayeşî nedehêşt, boye kuştinî ame bibwe dwa mebestî... ewîş nek her leber ewey řiqî le ameye û xoşî nawê bełku bo ewey îtir hîç bezeyêkî be xoyda neyetewe em biřyarey dabû.

***

êwareyekî direng, hemu řîşołe û çolekekanî serdar, qełem tozekanî ser şostey şeqame gewrekey şar be cirîwe cirîwêkî be soz, mał’awayyan le hetaw dekird ke wirde wirde řenge xwênawîyekey le asoda tarîk debû... xełke heryekew be corê lenaw dinyay xeyałî xoyda belayeka deçû, kirêkarekan zorbeyan destesřî gewreyan le nan û semûn piř kirdibû, berew lay mał û minałekanyan deçûn, nawe nawe hořnî utûmbîlêk serî be hendêkyan berz dekirdewe û naweřastî şeqamekeyan cêdehêşt û deçûne ser şostekanewe, ḧesen aẍa le ewberî şeqamekeda weku tarmayyek wirde wirde decûłayewe, be qursyewe hengawî dena û lejêr herdare qelem tozêkda bo çend satê dewesta û gwêy hełdexist û cirîwe cirîwî melekan hendê hêmnî û aramîyan pê debexşî û gelê carîş sengî cestey dexsite ser goçanekey destî û le têřamanêkî seyrda xoy win dekird, gelê carîş çawe kizekanî ebřîye boşayyewe ta maweyek neydetrukand, ewey ḧesen aẍay bem çeşne bidîba bêguman deyut:

- bixorey axir şeř weha şel û şît bîde.

ew êwareye ḧesen aẍa way dezanî hemû ew kesaney be şeqamekeda têdepeřn, heryekeyan lîsteyekî pêyew tawanekanî ḧesen aẍay tya tomar kirawin, boye ewende be nermîyewe hengawî dena ta zyatir xełk bîbînê û zyatir hest be tawanekanî xoy bikat, heta le şeqamekewe geyşte kuncekey ame, dwa biřyarekey le mêşkîda çespî û hîç řêyekî bo paşgezbûnewe nehêştewe, her ke le dergay małî amewe xoy kirde jurê be dengêkî berz bangî kird.

- ame.

- ha, belî.

- neyîj belî... bîj quzełqurit... înşa’ełła kûr bîd, bimrîd.

- era? aẍa... min du’ay şeř era kes nêkem, xuda qebuł nêked.

- xuda qebuł ked û zyatrîş. kar we pîd dîrim, bizam cur’et dîrîd karegem cî wecî bikey?

- çes aẍa xêre?

- eger ey kare eram kirdîd bûde kuprî û be dede cennet.

- cennet!! he! cennet hale kûre? we des kî kefd? dunya xoy qyamete.

................- - fermû.

- nêwîrim bîjmey, bes tû qesem bixo eram cî wecî bikeydey ta.

- aẍa xas zanîd min we hewante qesem nêxum her xom qesem nêxom xas şarezay tebî’etmîd. ئێە çetwayd? dwêtegand îwet bikem? we ban çaw, ḧewşeged pak bigem? we ban dîdeganim... min xom giçşitî erad kem we řic lewe tû dawa bikeyd.

- be. bes . bes ame bes, hey hawar hey hawar.

- aẍa çede îmeşew wek caran nîd.

- îmşew min pûqe kem eger...

- eger çe?

ḧesen aẍa herçîyekî kird neytiwanî mebestekey xoy bo ame bidirkênê û neydezanî be çi şêweyek têy bigeyenêt ke hatuwe bîkujê. bełam çi kuştinê? nek ew kuştiney ke řiq û tuřeyî debête çek bełku deyust xoşewîstî û sozî xoy bikat be çek û ame bikujê û ame pêbkenê û qaqay pêkenînekey le mêşkîda deng bidatewe û emîş be xwênekey ame dest û pê û ser û çawî xoy swax bidat û bikewête naw şarewe û piř bedem hawar bikat: «min ame kuştim...! min tawanbarim.! eye eweł û axir tawaneganme ban wedar wekuçg wetif řecmim biken».

ame ewende benermîyewe qisey legełda dekird, ḧesen aẍa neydetwanî hîç biłê û neyşî’ezanî çon seyrî çawekanî ame bikat ewende peşoka bû zimanî tetełey dekird. lelayekewe naḧeqî nebû, çunke her le êwarewe ke be şeqame gewrekeda têdepeřî lenaw dinyay xeyałîda win bibû û cûte çawe zerde xewałuwekanî meryemî jin biray bibwe dû pişko û agirî dozexyan lê derdepeřî, le şeqamekeyda ke sengî xoy dexsite ser goçanekey û seyrî boşayî dekird, řûdawekanî panze sał lemeber be wirdîyewe beber çawya têdepeřîn, be taybetî ew êwareyey ke çuwe xwazbênî miryemî amozay xoy bo se’îd aẍay biray ke temenî bîst sałan bû, gencêkî řuḧ sûk û xawen diłêkî besoz bû, ’aşiqêkî bêgerdî meryemî amozay bû ke le dêyekey ewberyanda baẍ û bêstan û mał û małatêkî zoryan hebû... ew êwareye ḧesen aẍa diłî zor xoşbû ke ewřeḧmanî mamî be diłxoşyewe meryemî kiçî pêşkeş be se’îd aẍa kird... ḧesen aẍa ke se’îdî bînî ewende diłxoşe emîş le xoşya degeşayewe, bo yekemcar le hemû temenya bê řya û mebest herçî hejarekanî ew dewr û bere hebû hemûyan kewtine ber xêr û xêratî ḧesen aẍawe... katê ke meryemyan bo se’îd aẍa gwastewe ḧewt şew û ḧewt řoj şayyan bo gêřa... bełam her paş mangê şewêkyan ḧesen aẍa be cêbekeyewe ke le şar geřayewe bo dê, de’wetî qaymqam bû, zor serxoş bû, be xoyda dehatewe, le gelê şit bibuwewe, direng geyştewe małekey û çuwe jûre taybetîyekey xoyewe, hewłîda bixewê, xewî lê nekewt, heta berebeyan her gêngilî deda, wêney meryemî leber çaw lanedeçû, wa řêkewt ew şewe se’îdî biray le mał nebû deyzanî se’îd le mał nîye, çuwe ser cêyekey meryem, zorî lêkird, demî best û abřiwî bird paşan geřayewe û le jûrekey xoyda xewt.

se’at heştî beyanî bedengî giryanî xełkeke be xeber hat.

wek şêt hełsaye ser pê, pêyan wit meryem xoy kuştuwe, xoy geyande jûrekey meryem, bînî xełkî leser termekeyda westabûn û degryan, destî řastî meryem tund çeqoyekî guşî bû û leser singî xoyda bû û xwênekey ew nawey sûr kirdibû... ḧesen aẍa berçawî tarîk bû, bo yekemcar le temenya tirs řêy benaw diłî bird, řengî têkçû, her bedewrî xoyda desuřayewe... heta çend mangê paş xo kuştinî meryem ḧesen aẍa wiř û kas bû... bełam le paş ewe îtir le bîrî çuwewe înca zyatir xełkekey ezyet deda û zorî pê xoş debû dewruberî xoy be zelîlî bibînê...

ḧesen aẍa heta geyşte kuncekey ame em wênane be berçawya têdepeřîn, weha gêjî kirdibûn ḧezî dekird em nihênyeş bo ame aşkira bikat û bewpeřî řastigoyyewe biłê min abřiwî meryemim bird û paş çend mangêkîş le tirsî ewey em nihênîye aşkira nebê se’îdî biraşim derman xward kird û kuştim... ḧesen aẍa beramber be ame danîştibû zorî le xoy dekird pêş ewey biřyarekey becê bênê em nihênyaney bo ame aşkira bikat, bełam neytiwanî, paş nextêk danîştin daway awêney le ame kird...

nexşey wa kêşabû ke paşî ewey piř bedił seyrî xoy bikat û be cwanî hemû tawanekanî xoy bibînê... zor seyrî řuxsarî xoy kird û bêdeng bû, ameyş herweha bêdengî daygirtibû.

ḧesen aẍa awênekey şikand, ame hîçî lê nepirsî û ḧesen aẍaş her bêdeng bû, parçeyekî gewrey le awêne şikaweke girte dest be mebestî ewewe hêrş berête ser ame û serî bew parçe awêne şikawe bibřêt bełam neytiwanî le cêyekey xoyewe hełsê, carêkî tir le parçe awêne şikawekeda seyrêkî xoy kirdewe û parçe awênekey çeqande ser diłî xoyewe.

hawarêkî nizim le demyewe hate der, xwênî ser singî ḧesen aẍa kuncekey amey pîs kird... ame wîstî firyay kewê bełam bê sûd bû, kar le kar tiraza bû...le deqîqeyekî kemtirda ḧesen aẍa gyanî derçû...ame serî lê têkçû, neyzanî çî bikat, kê baweřî pêdekat ke ḧesen aẍa xoy xoy kuştuwe? be dewr termekeyda weku şêt her desuřayewe.

***

- mîmî tû bawgim kuştîd.

...................- ame nek her tenya bêdeng bû bełku hîç şitêkîşî nedebîst, eweta le polîsxaneda kiçekanî ḧesen aẍa pencey bo dirêj deken...

herçî pirsyarêkî me’mûr merkez lêy dekird em le beramberîda bêdeng bû, tenanet wełamî pirsyarekanîşî nededayewe.

- nawid çes?

............... - - ’umird?

............... - - xełk kûrey?

............... - - ḧesen aẍa kuştîd yan ne?

............... - - weçe kuştîdey?

............... - - eger qise nekey me’nay ewes ke wedes xod kuştîde sey.

............... - me’mûr merkezeke neydezanî be çi zimanêk û be çi corêk ame bênête qise, em hewałe le yek dû se’at kemtir hemû şarî wirujand, gewre û biçûk tûşî ser suřman hatbûn...

- ame řeş ḧesen aẍa kuştye.

hendê jin û jał eweyan deselmand ke ame zor le mêje emey lelay xełkîda wituwe ke debê řojê ḧesen aẍa her bikujê... hendê afretî tirîş berperçî em buxtaneyan dedayewe û bergiryan le ame dekird, zorbey ḧacîyekan baweřyan wa bû ke ame em kirdeweyey kirduwe, hendêkyan leser yek deyanut: laḧul wela qwete îlla bîlla.

em hewałe le hemû řudawekanî lemewber şarî karîger tir kirdibû, le çayxane û kołan û bazař, le małan heta le mizgewt û qutabxane û nexoşxanekanîşda lem dem bo ew dem em hewałe bazî deda, weku ewey dirmêkî sarî kewtibête naw xełkewe awha bem hewałe wirujabûn.

naheqyan nebû. yek dû řojê ta pirsekey tewaw bû bas her basî ew řûdawe bû û herkese be corê lêkî dedayewe... zorî nexayand basêkî taze serî hełda ke gwaye «emîn hîtler»y ḧes ḧes le çayxanekey «ełła wêrdî» da bo ew sê çwar zelamey xełkî qoretû basî kirduwe ke emřo her ser le beyanî «miçe» çuwete ber destî mi’awin bihicit û witûyetî:

- min we des xom ḧesen aẍa le małegey ame řeş kuştim.

le pêşa mi’awin baweřî pê nekirduwe bełam miçe her leser qisekey xoy sûr buwe, «mîtî» ke le piştî ew sê çwar kesey xełkî qoretûda dadenîşê û domîne deka gwêy lem qisaney emîn hîtler debê... domînekey cê dehêłê û dekewête naw şarewe û em qiseye biławdekatewe...

xełk zorî la seyr bû ke yekêkî weku miçe detwanê yekêkî weku ḧesen aẍa bikujê, paşan miçe û ḧesen aẍa peywendîyekî dyarîyan beyekewe nebû û kes beyekewe neydîbûn. sereřay ew řastîyaneş ḧesen aẍa le małî ameda kujrabû...

kesêkîş ew êwareye miçey lew geřekeda nedîbû... le seretada wayan zanî miçe şêt buwe, hendê kesîş deyut: ne bawe şît çe, xeřg weban ser ḧesen aẍa...

dyare bo ewe dełê min ḧesen aẍam kuştuwe ta bîbene ḧepsixane îtir lewê nan û cêy xewtinî dest dekewê, be her corê bê ḧepsixane bo ew baştire lewey hemîşe leser cadekan bisûřêtewe û her řoje û îşêk bikat, her hîç nebê bebê îşkirdin nan dexwa û cêy xewtinî dest dekewê.

le layekî tirewe hendê le xełkeke be taybetî ewaney le katî xoyda çiłkawxorî ḧesen aẍa bûn û le małekeyda nokerî û řenicberîyan dekird baweřyan wabû ke miçe řast dekat û deyanut: miçe gewra bîye û zand ḧesen aẍa çenî te’eda le daygî ekird, dî heq xoy û daygî lelî send. hendêkî tirî xełkeke le nêwanî baweř û gumanda bûn, her satew be corêk degořan û řay xoyan derdebřî.

le katê ke hewałî kujranî ḧesen aẍa geyşte miçe, miçe neydezanî çî bikat, baweřî be qise corawcorekanî xełkeke nedehêna neydezanî çî bikat, nawbenaw bedengî berz deyut: ne ne ame řeş ḧesen aẍa nekuştye. ame pyaw kuj nîye.

em hewałe gêjî kird, ber çawî tarîk bû le hîç şwênêkda oqrey nedegirt.

neydezanî be çi kołanêkda deřwat û mebestî çîye, lem hatuço kirdine, bedem řoyştinewe wiřêney dekird ew sate samnakey dehatewe pêş çaw ke le gořistanekeda daykî xoy denaye çał û amey bînî û giftugoy le gełda dekird be taybetî em wişeyey her le gwêyda deziringayewe.

«ame bîj min kuř kîm? bawgim kîye? bîj............. نەشارەûەێ!.» miçe egerçî sertaserî ew řoje nanî nexwardibû û zorî birsî bû em hewałe nanî leber çaw xistibû, diłî têkdeçû. wirde wirde hengawekanî berew małî melîḧe bird... le pêşda mebestî nebû biçête lay melîḧe ke le piř xoy lelay melîḧeda bînî, we’aga hatewe, lêy nizîk buwewe... eger çî lemewber melîḧe weku nefer seyrî miçey dekird keçî emcare nexêr... zimanî yaxî bû... qayl nebû xoy bo řût katewe...

melîḧe beramberî danîşt wek ewey nihênîyekî pê bê be tirsewe bîdirkênê be miçey wit:

- ame ḧesen aẍa kuşt, ’ałem weha îjin.

miçe bêdeng bû, melîḧe dûbarey kirdewe, bo yekemcar melîḧe hestî bewe kird ke miçeyş weku xoy kiłołe, eger çî miçe yekem kes buwe berew em kar û dergayey narduwe bełam debê herdûkyan hest bew gewreyî û řuḧe pak û xawêney ame biken.

miçe çaweřêy ewey dekird melîḧe serzeniştî bikat û bêdengî em maweyey biteqênête serîyewe... miçe ḧezî dekird cinêwîşî bidatê û pêy biłê gewad, teres, herçî xirape pêy biłê, azarî here gewrey miçe bêdengîyekey melîḧe bû, emřo melîḧe bêdeng nîye... miçe bê denge û çaweřwane...çaweřwanî serzenişt û tif û cinêw dekat, keçî melîḧe be hêmnîyewe le gełya dedwêt.

- miçe... eger tûş newyata yid min her bexte řeşegem e hawridme ban ey kare...

xetay tû newî... xetay bawe jinim bêy... xoşim tirsinok bîm û ey kare qebuł kirdim eger xas byatam xom ekuştim bes çebkem bêdesełat û tirsinokim... bîme se gunah hełgir... qeçaẍçî û dałe û xor tên û bar gunahyan xene ban şanim... gişt řojêk gişt şewîg... ’ałem we nore wesin eram... her deqeyîgim mirdinîge . řojî hezar car mirim û zîngew bûm... miçe swîç tû newî ewha le çarem nwîsryas, xuda le çarem nwîsanêsey... ame nehîşt xom bikujim... xoşim tirsinok bîm... bêdesełat bîm gişt řojî ehat û guş le lîm etekan û sebûrî edaye pîm... miçe ne... her xetay tû newî... xetay xom bî... bedbext bîm... çare řeş bîm... negbet bîm... axir şeřbîm...xeřg çîbye ban serim... î ihî...ihî bedbe... ihî xit bîm... her ihî le... le eweł řojew ihî... ay daye... nazanim gunahim ihî çebî weha řesîme ey ḧałe... ey cewre bikîşim?...miçe tûş wek min kem bedbext newîd... xuda zandikî îjd lemin bedbext û negbet tirnîd... bes tû pyawîd twanîd qise bikeyd... min nêtwanim qiseş bikem... eger qiseş kirdim çe le desim têd? şikat lelay kî bikem? kê? lelay xudaş şikat kirdim. a her melayket maye nepeřde ey ber... miçe kî tiwayd bes bipirs ḧacyegan? he! mumełagan? feqyegan?...ew çişte min zanmey tû nêzanîdey.

melîḧe deywîst biłî em kare qutabxaneyekî seyre û mirov fêrî zor şit dekat û le maweyekî kemda hemû demamk le řuwekan aşkira dekat û řuxsare řasteqînekan debînê... keçî miçe ḧezî bem qisane nebû, çunke xoy be corêkî tir le nêw em bedkarîyeda detlayewe û hezar demamk le řûy aşkira buwe... qisekanî bedił nebû, nek leber ewey melîḧe le şitêk dedwê û em deyzanê... bełku ḧezî le core basêkî tir bû ewîş peywendî be derûnî xoyewe hebû řastitir ḧezî le tif û serzenişt bû, waydezanî ger ew lekaney naw çewanî tifî melîḧeyan ber nekewê sipî nabnewe. xoy zor be lekedar û gunahbar dezanî...

hêzêkî seyr, le wizey herdûkyan beder bû, le yektirî nizîkyan kirdewe, miçe lenêw bêdengîda mat bibû... melîḧeş le nêw zor witin û firmêsk hełřijitina oqrey lê hełgîra bû, le yektirî nizîk bûnewe, bo yekemcar miçe hestî bewe kird ke mirove û jyan xoşe çunke yekem care melîḧe beneferî nazanê!

miçe em heley le dest neda, bo ewey řegî mirovayetî xoy çaktir biçespênê çirpandîye gwêy melîḧe...

- gûş metekin, netirs, her çwînîg bûd qurtard kem û xwaz med ser hełgirîn era şarîg tir çî min û... ley cehenme qurtar bûyn... dwîr fire dwîr kefîmin... baweř bike weqewregey...

qisekey bo nedehat neydezanî be qebrî kê swênd bixiwat qisekey bo tewaw nekira, ke melîḧe pêy wit:

- ezyet xod mede, we agir min xod mesuzin taze taze... min bîme se xołekwî... dî guzeşt faydey nîye.

bo çend çirkeyek herdûkyan bêdeng bûn ḧezîşyan dekird dirêje be qisekanyan biden û bêdeng nebin, lepiř melîḧe witî:

- tû baweř keyd ame řeş ḧesen aẍa kuştye?

...............- - min baweř nêkem.

...............- - qeçaẍçê û ḧacê û efendîyegan îjin:

ḧisen aẍa desî le kes ne’eparast, her çiştêg bikeftade jîr desî her jinîg le małegey byatad dî....

melîḧe hîç mebestêkî nebû, egerçî deyzanî daykî miçe le małî ḧesen aẍadabuwe û ḧesen aẍayş qisûrîy lê nekirduwe, bełam lem qise kirdiney êstayda mebestî nebû miçe birîndar bikat, melîḧe hestî be têkçûnî miçe dekird, hewłî deda baseke be qise û basêkî tir bigořê keçî weku şitêk ke xoy pê negîrê her leser heman giftugo řoyî û dirêjey pê da û witî:

- ḧesen aẍa seg bawig sed miłał zyatir dîrd... miłałeganîşî nêzanin kuř kîn, ewene bê řeḧim bî derwen hîç çiştîg ne’ehat...

her ke melîḧe em qiseyey tewaw kird miçe carêkî tir wêney ame û gořistan û ew şewey daykî xoy le çał dena be berçawya têpeřî û qisekey xoy le gwêda deziringayewe ke çend carê be amey dewt:

«ame bîj kuř bawig xomim yan ne?».

miçe hełsaye ser pê... bełam bebê xwaḧafîzî melîḧey cê hêşt û geřayewe û ew şewe heta beyanî xewî lê nekewt û her em dîw û ew dîwî dekird û beyanî zû xoy geyande polîsxane û leberdem mi’awin behcet witî: - min ḧesen aẍa kuştim.

***

her le beyanî zuwewe heta êware her pirsyarî cor be coryan le miçe dekird, miçeyş qisekanî xoy nedegořî û sûr bû leser ewey ke ḧesen aẍay kuştuwe û dwa dawaşî ewe bû ame řeş bibînê û daway lêburdinî lê bikat, çunke çend řojêke be tawanî emewe ḧepis kirawe û paşan her çîyekî lêdeken ewa keyfî xoyane.

demew êware birdyane lay ame... lêy nizîk bibwewe û bedem giryanewe kewt beser dest û pêyda wek ewey beřastî ḧesen aẍay kuştibê awha řeftarî dekird be amey wit:

- era kuştîdî... min bikuştamey xastir bî? heq ey ’ałeme lelî bisendam...

axir era? era?.

ame heta em qiseyey nebîstibû her bêdeng bû, em qiseye kilîkî zimanî kirdewe û be miçey wit:

- nekuřim... çûyn bûd kuř bawig xoy bikujd? her çebûd her bawgye.

hêşta ame qisekanî xoy be çakî tewaw nekirdibû. miçe weku piłingêkî birîndar hêrşî birde ser ame û herdû destî le milî gîrkird û wirde wirde destî dadegirt û deyut:

- ame bîj... ame... min kuř bawig xomim ya....! ame bîj...

ewî řastî bêt miçe mebestî ewe nebû ame ezyet bidat, bełku deywîst řêy qisekey ame bigrê û neyełê bigeřêtewe bo derûnî wirde wirde be tundî destî dadegirt û leser yek deyut:

- ame bîj min kuř bag xomim?

eger çî yasawłekan be qonaẍe tifeng û be têła le miçeyan deda, miçe hestî be azar nedekird û hestî be bûnîşyan nedekird û zyatir destî dadegirt û le sê çwar deqîqe kemtir amey xinkand weku meřmeřêkî řeşî sard leber destya sard buwewe...

destî kêşayewe, ke bînî ame gyanî tya nemawe û mirduwe, hestî kird hêzêkî zor seyr le pencey pêyewe hełdekşête tewqî serî û diřindane hêrşî birde ser yasawłê û tifengekey le destî send û hênaye ser pê û gulleyekî naye çewanî xoyewe û be pişta kewt û pełe xwênêkî sûr û germî xoy pijande ser termekey amewe.

řêkkewt nebû ke serî miçe leser singe řeşekey ameda dwa aramî girtibu û herçî xem û pejare û awareyî hebû le řêy xwênekey seryewe detkaye ser singî ame û kirase şiřekey ameyş xwênekey demjî.

***